12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

24 weşanxaneyên kurdî gihiştin xwînerên xwe

Platforma Ked û Demokrasiyê 1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê organize kir. Mîhrîcan li Baroya Mêrdînê pêk hat. 24 weşanxaneyên kurd û 62 nivîskarên kurd bi xwinerên xwe re hatin cem hev.

Mîhricana Pirtûkan li Baroya Mêrdînê di navbara 17 û 19’ê Gulanê de pêk hat. Platforma Ked û  Demokrasiyê Baroya Mêrdînê pêşengiya vê mihrîcanê kirin. Cara yekem li Mêrdînê Mihrîcana Pirtûkan pêk hat û 24 weşanxane û 62 nivîskar bi xwînerên xwe re hatin cem hev. Beşa Kurdî ya Zanîngaha Artûklûyê jî hebûna xwe ya wêjeya kurdî di mihrîcanê de nîşan da.

Di mihrîcanê de dema ku xwîner derbasî Baroya Mêrdîn dibûn, 24 weşexanêyen Kurd ew wêşwazî dikirin. Weşexanêyen Kurdî, bi berhêmen xwe yên girîng  bêştarî mîhrîcanê bûn û berhemên xwe bi xwînerên xwe re parve kirin. Nivîskarên Kurd jî di mihrîcanê de pirtûkên xwe bi xwînarên xwe re parve kirin û demên xweş derbas kirin. Mihrîcana pirtûkan hem nivîskar û hem jî xwîner anîn cem hev û bi hev dan naskirin. Hatina cem hev a xwîner û nivîskaran rengekî xweş da mihrîcanê û mihrîcan geş kir. Mihrîcana ku 3 rojan berdewam kir, xwîneran eleqeyek mezin nîşanî pirtûkan dan. Mihrîcan bû sedem ku nivîskar hûnera kurdî bi xwînerên xwe re parve bikin û bên cem hev.

Xwînerên pirtûkan di mîhrîcana pirtûkên Kurdî de xwestin ku çalakiyên bi vî rengî berdewam bike.