12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tundî çi ye?

Zozan Amed

Heke di bûyerekê de keseke bixwaze yê hemberî xwe têk bibe û nikaribe bi hewldanên asayî wî/wê têk bibe wê demê serî li rê û rêbazên ne ji rêzê dide. Gelek cureyên van rêbazan hene lê di encamê de nav tundî ye. Dema mirov li ser tundî çi ye difikire bi pênaseyê re cureyên tundiyê yên derûnî, civakî, fizîkî û hwd. tê bîra mirov.

Ji bo serweriya kes an jî komeke were bi destxistin mafên yên hemberî tên tunekirin. Ji ber vê yekê tundî desteserkirina mafan e, lêxistin û ji dest derxistin e. Dema kes an jî komeke bi rê û rêbazên asayî nikaribe serweriya xwe îlan bike wê demê tundî dibe amûrê herî girîng. Dema nikaribe îkna bike     amûrê xwe yên herî girîng dixe meriyetê û tirsekî dide avakirin. Ew tirs û serweriya ku tê bidestxistin encama tundiyê ye. Di dîrokê de jî tê zanîn ku di serî de civak bi jinan tê nasîn û jiyan li dor jinê dicive. Jin bi afirîneriya xwe, bi hest û ramanên xwe, bi nêrîn û tevgerên xwe,  jiyaneke bi edalet, hevpar û wekhevî dane avakirin. Di rêbazên avakirina civakê yên jinan de tundî tune. Li ser esasên xwezayê bi pêş dikeve.

Konetiya mêr

Zilamên ku di nêçirvaniyê de fêrî konetiyê bûn bi demê re bi rê û rêbazên tundwar xwestin hem li ser jinan hem jî li ser xwezayê serweriya xwe bidin îlankirin. Çawa dema ku giyanek bixwaze xwe mezin bike maka xwe xira dike û xwe bi wê genîbûnê mezin dike, hişmendiya tundiyê jî  xwe bi vî awayî, bi xirakirina nirxen civakê hewl da xwe mezin bike.

Tundiya li ser jinê

Her ku tundiya bi destê zilam li ser xwezayê zêde bû, li ser mirovan jî xwe da avakirin û tovê neheqiyê xwe di nav tundiyê de çand. Di vê mijarê de tundiya herî sereke tundiya li ser jinan e û her yek ji wan cureyên me di jor de rêz kir di nav xwe de dihewîne.

Di serî de jin ji xwezaya xwe hatin dûrxistin û di nav malan de hatin bicîhkirin. Niha jin di mal, kolanan, kargeh û hemû qadên jiyanê de rastî tundiyê tên.

Bi tundiya ku mêr li ser jinan dike re her ku diçe jiyana wan tê astengkirin.

Hewldana desthilatiyê

Desthilatdar xwe bi cureyên tundiyê dide avakirin. Wekhevî ne pirs û ne jî bersiva wî ye, li hember e. Armanc deshilatdarî ye. Çîrokan ava dike, zagonan çêdike, hewl dide xwe bi olê mayînde bike, zanîn û afirandinên civakê li gor xwe teşe didê, bi darê zorê xwe dike pêşeng û hewcedarî.

Çima jin?

Îro di hemû qadên jiyanê de em rastî van deshilatdaran tên. Deshilatdarên taciz û tecawizê, deshilatdarên desteser û binçavkirinê, deshilatdarên exlaq û namûsê hwd. mirov dikare dirêjtir bike. Di vê çîroka deshilatdariyê de tundiya li ser jinê pir balkêş e û em dîsa bipirsin çima jin? Lewra tundiya li ser jinê, tundiya li ser civakê ye.

Ker kirin, kor kirin,lal kirin hunera tundiyê ye li ser mirovahiyê tê meşandin.

Destxistina jinê, destxistina hemû nirx û xaka ne. Jin ked e, jin welat e, jin pîrozî ye, jin berxwedan e, jin drûşmeya ‘’Jin jiyan e, jiyane nekuje’’ ye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê