13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armanc pêkanîna hêviya bi milyonan e

Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, ji bo nîqaşên li ser tifaqa wan ev tişt got: “Niha tenê armanceke me heye; ew jî, Partiya Çep a Kesk û Tifaqa Ked û Azadiyê li parlementoyê bi awayekî herî xurt bên temsîlkirin û tevî hevrêyên xwe em encameke li gor bendewariyên bi milyonan bi dest bixin.”

Di 14’ê Gulanê de li seranserê bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hilbijartinên giştî yên parlamentoyê û serokkomariyê pêk bên û ji bo 5 salan parlamento û rêveberiya Tirkiyeyê bê nûkirin. Ji bo vê yekê partiyên siyasî û tifaqên ku di wan de cih digirin amadekariyên xwe yên hilbijartinê didomînin û bername û plansaziyên xwe yên ji bo birêvebirina Tirkiyeyê aşkera dikin.

Partiya Çep a Kesk beriya hemû partiyên siyasî danezana xwe ya hilbijartinê aşkera kir û di serî de gelê kurd pêşkêşî hemû gelên Tirkiyeyê kir. Di danezana Partiya Çep a Kesk de li ser esasê Rêya Sêyemîn û Komara Demokratîk ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê gelek pêşniyarên girîng hene. Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin ji rojnameya me re axivî û bersiv da pirsên me yên der barê xebatên xwe de.

Pirsên me û bersivên Akin mina li jêr in;

Di siyaseta Tirkiyeyê de çi pirsgirêk hebûn, we ji ber kîjan sedeman biryara damezrandina Partiya Çep a Kesk da?

Partiya Çep a Kesk, bingeha xwe ji kevneşopiyên bingehîn ên muxalefeta çep-sosyalîst a Tirkiyeyê digire. Bi armanca ku perspektîveke demokratîk, piralî û wekhevîxwazî bide siyaseta çep-sosyalîst-demokrat ku di dîroka têkoşîna civakî ya Tirkiyeyê de xwedî azmûnên mezin e û têkoşîna ekolojîk a mafên xwezayê diparêze me di 25’ê mijdara 2012’an de Partiya Çep a Kesk ava kir. Ji wê rojê ve em weke pêkhateyeke HDP’ê xebatên xwe yên siyasî didomînin.

Li Tirkiyeyê, jiholêrabûna girêdanên civakî yên siyasetê, tunekirina destkeftiyên demokratîk, binpêkirina mafên xwezayî, sazîbûna zihniyeta tekparêz û antî-demokratîk bûn sedemên bingehîn ku em Partiya Çep a Kesk ava bikin. Em ji bo civakeke ku şertê xwecihî û rêveberiya xwecihî bipejirîne, welatî têde bibin xwedî gotin, mafên xwezayê biparêze, bi her awayî demokrasî lê serwer be, zihniyeta tekparêz lê bê tunekirin û li şûna wê piralîbûn cih bigire derketin rê.

Me, pirsgirêkên ku partiya me tespît kiriye û pêşniyarên çareseriyê, ji gelek partiyên siyasî berfirehtir bi Metna Bernameyî ku li dar xist ji raya giştî re ragihand. Vê perspektîfa têkoşînê ya Partiya Çep a Kesk em weke “4 Edaletan” tînin ziman.

Em pêşniyarên xwe yên çareseriyê yên li dijî xizanî, bêkarî û newekheviya parvekirina dahatê ku di encama pergala kedxwariyê ya kapîtalîzmê ava kiriye de kûr bûye weke “edaleta îktîsadî” tînin ziman. Em li dijî krîza avhewayê û qirkirina ekolojîk a ku ji hêla pergala ku xwezayê dike kûtal ve hatiye afirandin “edaleta hawirdor û avhewayê” diparêzin. “Edaleta naskirinê” ya ku têkoşîna mafê nasnameyên bawerî, nîjadî û civakî esas digire jî şertekî me yên din ê polîtîk e. Ji bo armanca pêkanîna beşdariya rêveberiyê û jiyana siyasî ya nasnameyên cuda yên nîjadî û olî jî em alîgirê “edaleta beşdariyê” ne.

Ji bo çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi taybetî jî pirsgirêka kurd hûn çi pêşniyaran dikin?

Polîtîkayên xitimandinê yên di pirsgirêka kurd de li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê astenga herî mezin e. Daxwazên mafdar ên gelê kurd divê teqez li ser bingehên demokratîk û sivîl bên nîqaşkirin û bicihanîn. Yek ji gavên herî bingehîn ên ku di vî warî de divê bê avêtin ew e ku di Destûra Bingehîn, qanûn û hemû saziyan de bingeha hemwelatiya dildar û wekhev were xurtkirin; avakirina jiyaneke wekhev, demokratîk e ku bi Destûra Bingehîn wê ziman, çand û nasnameyên cuda di civakê de misoger bike.

Her wiha li vî welatî tenê kurd ne mexdûrên zihniyeta tekperest in. Komara Tirkiyeyê ku hewl dide civakeke homojen ava bike, ji bo ku sedsal in dixwaze neteweyeke nû ya tirk û sunî ava bike, dixwaze her kesê ku li derveyî komeke diyarkirî dimîne pêkan be bi pişafînê, heke ne pêkan be jî weke “ê din” ku divê were tunekirin dibîne. Avaniya îdarî ya pir navendî ku Tirkiye sed sal in li ser pişta xwe hildigire, di nav sedemên herî girîng ên newekheviyên herêmî, nakokiyên nîjadî, wêrankirina xwezayê û birêvebirina welat de ye. Em wisa difikirin ku rêya çareseriya pirsgirêka kurd û hemû nakokiyên din ên li ser nasnameyê tenê bi avakirina avaniyeke îdarî û siyasî ya demokratîk, beşdar, xwecihî û nenavendî ku rê bide gelên herêmê û gelan xwe bi rêve bibin, pêkan e.

Partiya Çep a Kesk cara pêşî weke partî dikeve hilbijartinê û we herî dawî danezana xwe ya hilbijartinê ji raya giştî re aşkera kir. Danezana ku we ragihand, tenê danezana partiya we bû yan dê bibe danezana Tifaqa Ked û Azadiyê jî?

Me danezana xwe ya hilbijartinê bi şêwra HDP’ê ku wê ji lîsteyên Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinê bibe re amade kir. Her çendî pêşniyarên çareseriyê yên di danezanê de hatin aşkerakirin, li gorî nêzîkatî û nêrînên hêzên Tifaqa Ked û Demokrasiyê hatibin amadekirin jî danezana ku hat aşkerakirin danezana Partiya Çep a Kesk e. Dema ku em bi Tifaqa Ked û Azadiyê û hêzên din re tên gelhev, helbet ji bo pêşeroja xwe ya hevpar tespîtên hevpar dikin û çareseriyên hevpar pêşniyar dikin. Nêrînên ku reng dane danezana me ya hilbijartinê di rastiyê de xwe dispêrin tespîtên ku ji aliyê Tifaqa Ked û Azadiyê ve li ser wan li hev hatine kirin.

We di danezana xwe de bi giranî bal kişand ser xurtkirina Rêya Sêyemîn û der barê Komara Demokratîk de peyam dan. Rêya Sêyem çi ye? Ji bo komara demokratîk a Tirkiyeyê çi guhertin pêwîst in?

Rêya Sêyemîn, xwe li dijî feraseta netew-dewletê ya xwe dispêre serweriya sermayeyê, derveyî serwerên ku yek ji wan li çepê û yek ji wan jî li rastê tên dîtin, weke tifaqa dîrokî ya bindestan û meşa xeta ne girêdayî hêzên serwer pênase dike. Armanca bingehîn a stratejîk a Rêya Sêyemîn, pêkanîna jiyaneke nû ya îdeal e ku dawî li her cure newekhevî û mêtingeriyê, têkiliyên heyî yên serdestiyê bîne û ji talankirina xwezayê re bêje na. Taybetmendiyên jêneveger ên Komara Demokratîk piralîbûn, wekhevî, azadî ye. Xwezayê diparêze û girîngiyê dide mafê jiyanê yê mirovî. Di vê çarçoveyê de destpêkê Destûra Bingehîn divê pergala heyî bi tevahî di ber çavan re bê derbaskirin û avaniyeke ku rêveberiya xwecihê esas bigire bê avakirin.

Di vê Komara Demokratîk de wê ji ber ziman, ol, nîjad, meyla xwe ya zayendî, jinbûn, ciwanbûn, nêrîna xwe ya siyasî zext li tu kesî neyê kirin. Di vê komarê de wê mirov ne serwerê xwezayê, wê weke parçeyeke xwezayê bê qebûkirin. Di vê komarê de wê dewlet nebe serwerê civakê. Avaniyeke ku bi rêxistinên civakî bilind bibe bê avakirin, ne bi dûrişmeyên vala yên mîna dewleta xizmetkar be.

Di danezana we de li ser gelek mijaran pêşniyar hene. Lê ez dixwazim pirsa perwerdeya bi zimanê zikmakî ji we bikim. Hûn dibêjin em ê dest bi perwerdeya bi zimanê zikmakî bikin. Hûn dikarin ji me re behsa guhertinên ku hûn ê di vî warî de bikin û gavên ku hûn ê biavêjin bikin?

Ziman navgîna sereke ya têgihîştin û têkiliya di navbera mirovan de ye, her wiha navgîna sereke fikirînê ye. Dema mirov qala zimanê dayikê bike, mirov rewşê bi tenê bi mijara perwerdeyê ve sînordar bike dê nirxandineke kêm be. Em di tevahiya astên civakî de û di qada cemaweriyê de jiyaneke pirzimanî dixwazin. Lê wekî ku hûn jî destnîşan dikin, perwerdeya bi zimanê dayikê mijareke herî girîng a ji wan e.

Çareseriya pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê ne zehmet e, lê belê girêdayî guherîna zîhniyetê ye. Di pergalekê de ku bi feraseta yekmilletî hatiye birêxistinkirin, perwerdeya bi zimanê dayikê pêk nayê. Parastin û pêşvebirina tiştên mayî û jîndarkirina yên windakirî, peywireke giştî ye. Bêguman dê piştgiriyeke berfireh ji bo gelên ku hîn jî zimanê xwe diparêzin bê dayîn, bi taybet jî kurd, çerkes, laz û hwd. Em dibêjin divê zagonên ku pêşvebirina zimanê dayikê ya têkildarî perwerde û jiyana rojane û nemaze Destûra Bingehîn sînordar dikin an jî asteng dikin, li ser esasê pirzimanî û pirçandîtiyê ji nû ve bên sererastkirin.

Tifaqa we ji gelek partiyan pêk tê. Di dawiyê de we partiyên kurd jî xist nav tifaqa xwe. Nêrîna partiyên kurd ji gelek aliyan ve ji nêrînên partiyên din ên di tifaqa we de cih digirin cudatir in. Ev tevlêbûn ji aliyê partiyên din ên tifaqa we ve çawa hat pêşwazîkirin?

Hem weke partî hem jî weke tifaq, civaka ku em pênase û armanc dikin, difikirin ku dikare di nav pergaleke piralî, beşdar û demokratîk de bê avakirin. Her çiqas komên siyasî yên di nav tifaqê de cih digirin di gelek mijaran de ji hev cuda bifikirin jî piralîbûn û beşdarbûn yek ji aliyê me yê hevpar e. Jixwe îro li Tirkiyeyê tişta em li dij derdikevin jî tekperestî bi xwe ye. Rexnelihevkirina kesên di nav tifaqê de nîşaneya demokrasî û piralîbûnê ye. Ev nîqaş hêz didin me û dibin neynika pergala civakî ya em dixwazin xwe bigihîninê. Ji ber vê sedemê partî û komên siyasî yên di nav tifaqê de xwediyê nêrînên cuda ne û ev ne aliyê qels ê tifaqa me berovajiyê vê aliyê herî bihêz ê tifaqa me nîşan dide. Em wisa difikirin ku hêzên me yên tifaqê yên ji xwe re piralîbûn, beşdarbûn û demokrasiyê esas digirin jî wiha nêzî rewşê dibin.

Wekî hûn dizanin di 6’ê Sibatê de erdhej çêbû. Jin û zarok jî di nav de gelek kes mexdûr bûn. Piştî erdhejê we îşaret bi avakirina Wezareta Zarokan û Wezareta Karesatê kir. Ev pêşniyazeke balkêş e. Ev her du wezaret, dê ji xeynî saziyên heyî xizmeteke çawa bidin?

Erdheja 6’ê Sibatê tenê ne avahî, feraseta rêveberiya dewleta tekparêz û navendîparêz jî serobino kir. Lewma careke din derket holê ku pêdivî bi avahiyên li ser esasên qadên xweser û ehlê civakê heye. Ev wezaret, ji bo girtina tevdîran, avakirina bajarên ewle yên li hemberî karesatan, di cî de peydekirina pêdiviyan ku di nava çerxên burokrasiyê de winda bûne û amadekarina plan û bernameyên demdirêj hewce ne. Wezaretên ku em behsa wan dikin, dê bi zanyaran, bi zanîngehan, bi ode û saziyên pîşeyî û hemû rêxistinên civaka sivîl ên vê qadê re bi awayekî koordînekirî bixebitin. Her wiha ji bo afirandina zemîneke ji bo zarokên ku radestî weqf û terîqatan hatine kirin hewce bi wezaretekê heye. Ev wezaret dê di warê pêşxistinê de alîkariya zarokan bike.

Biryara TÎP’ê ku dixwaze bi lîsteyeke cuda têkeve hilbijartinê û hin namzetên partiya we bûn cihê nîqaşan. Hûn van nîqaş û nirxandinan çawa şîrove dikin?

Halî hazir her kesî fikira xwe parve kir û danûstendin hatin kirin. Di dawiya nirxandinan de zelal bû ku dê Tifaqa Ked û Azadiyê çawa beşdarî hilbijartinan bibe. Em wiha difikirin ku bi taybetî ji niha û pê ve dirêjkirina nîqaşên ji bo lîsteyan, dê bi kêrî tifaqa me neyê. Parastina yekîtiya hêzê û berfirehkirina qada karîger a tifaqê, ji bo me pir girîng e. Niha tenê armanceke me heye. Ew jî, Partiya Çep a Kesk û Tifaqa Ked û Azadiyê li parlementoyê bi awayekî herî xurt bên temsîlkirin û tevî hevrêyên xwe em encameke li gor bendewariyên bi milyonan bi dest bixin.

Îbrahîm Akin kî ye?

Li navçeya Ûlûbey a Ûşakê ji dayik dibe. Di salên xwe yên lîseyê de tevgera Ciwanên Şoreşger (Devrimci Gençlik) nas dike. Di Rêya Şoreşger (Devrimci Yol) de dest bi têkoşînê dike û demekê girtî dimîne. Di salên 1990’î de di Partiya Azadî û Demokrasiyê (ODP) de siyaset dike. Piştre bi komek hevalên xwe re ji ODP’ê vediqete û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (EDP) ava dike. Herî dawî EDP û Partiya Kesk digihînin hev û Partiya Çep a Kesk ava dikin. Ji gulana 2021’an ve Hevberdevkiya Giştî ya Partiya Çep a Kesk dike.