Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de 5 rojnamegerên jin di 29’ê cotmehê de hatibûn girtin û şandibûn Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Di dema ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li her 5 rojnamegeran hatibû ferzkirin. Rojnameger li dijî vê sepanê derketibûn û gilî kiribûn. Ji bo vê serlêdana girtiyan biryara neşopandinê hate dayîn.
Rojnamegerên jin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bati ya Enqereyê dabûn û serdozgeriyê jî di 14’ê kanûnê de bersiv da. Dozgeriyê jî fikraya 2’yemîn a xala 34’an a rêziknameya “Lêgerîn, Tetbîqata Ewlehiyê û Hejmartin a Rêveberiya Saziyên Înfazkirina Ceza û Înfazkirina Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê” weke hincet nîşan da û îdia kir ku heke rêveberiya girtîgehê hewcehî pê bibîne dikare li gorî usûlan vê sepanê bicih bîne.
Biryara ‘hêmanên sûc nînin’
Girtîgehê jî îdia kir ku di nava alavên rojnamegeran de 4 CD hene û ji bo tespîtkirina alavên qedexe yên ji derve hatine anîn ev lêgerîn kirine. Bi domdarî girtîgehê ev îdia kir: “Di odeya lêgerînê de bêyî ku dest bidin çermê wan, li ser pêşmalkên lê hatine kirin û bêyî ku hesta şermê were binpêkirin lêgerîn li ser wan hatiye kirin.”
Dozgeriyê jî îfadeya girtîgehê esas girt û bi hinceta “Tu hêmanên sûc nehatine dîtin” û biryara neşopandinê da. Rojnamegeran jî li dijî biryara neşopandinê li Dadgeriya Cezayên Silhê ya Bati ya Enqereyê îtîraz kir.
Çi bûbû?
Di 25’ê cotmehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li Amed, Mêrdîn, Riha, Wan, Stenbol û Manîsayê 11 rojnameger hatibûn binçavkirin. Li 5 rojnamegerên jin ên ku derxistin Edliyeya Enqereyê lêgerîna tazî hat ferzkirin. Li gel ku emniyetê gotibû tu hêmanên sûc di nava alavên rojnameger Şahînlî de nehatine dîtin jî, girtîgehê bi hinceta ku CD’yek di nava cilên wê de derketiye, lêgerîna tazî li hemû rojnamegerên jin ferz kir.