Îro li Kurdistanê roja rojnamegêriya kurdî ye ku di hêla netewesaziya kurdan de yek ji pêngavên ewil û herî girîng e. Lê ligel vê yekê îro 22’ê nîsanê wekî Roja Cîhanê jî tê pîroz kirin.
Endîşeyên welatan ên der barî avûhewaya cîhanê de, van salên dawîn zêdetir bûn û bi vê yekê re jî nîqaşên li ser avûhewaya cîhanê yên di navbera welatan de kûrtir dibin. Her wiha sala 2021’ê ji bo nîqaşên heyî saleke pir girîng e; lewra îsal serokên 40 dewletan dê civîneke sanal di asta bilind de pêk bînin. Civîna sanal dê du rojan bedewam bike û serokê 40 dewletan dê beşdar bibin.
Di çarçoveya van nîqaşan de jî dê îsal di meha mijdarê de civîna COP26 bê lidarxistin û li ser çareseriyên krîza avûhewaya cîhanê rêbaz bên guftûgokirin.
Civîna di asta bilind de dê îro dest pê bike.
Cara ewil li Amerîkayê hat pîroz kirin
Dahênerê hizra Roja Cîhanî aktîvîstê aştiyê yê amerîkî John McConnell e. McConnell vê fikra xwe, cara ewil, di sala 1969’an de, di konferansa UNESCO’yê ya Cîhanî de bi lêv kir. Ji bo Roja Cîhanê pêşî 21’ê adarê hat pêşniyazkirin lê pîrozbahiyên ewil di 22’ê nîsanê de li Amerîkayê pêk hatin û pişt re ev roj wekî Roja Cîhanê hat pejirandin. Derdora 20 milyon kesî beşdarî van pîrozbahiyan bûn û dû re jî ev roj di salê 1990’î de, ne tenê li Amerikayê her wiha li seranserî cîhanê hat pîrozkirin. Navenda van pîrozbahiyan li Washingtonê ye û pîrozbahî ji aliyê dezgeha Earth Day Networkê ve tên birêvebirin.
Her wiha Peymana Avûhewayê ya Parîsê jî di 22’ê nîsana 2016’an de hatibû îmzekirin.
Îro li seranserî cîhanê pîrozbahî hene, bi rêya Roja Cîhanî dê balê bikişînin ser rewşa avûhewayê û pandemiya cîhanî.