Çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê zêdetirî sed salan e derketiye holê. Çalakiyên birçîbûnê wexta tiştekê ku ji destê kesî/ê neyê ji xeynê mafê xwe yê jiyanê li dijî deshilatdarên ku wî/wê desteser kiriye ji bo mafê xwe yê jiyanê bi dest bixe jiyana xwe wek amûreke berxwedanê bi kar tîne. Ev çalakî ne weke tê gotin xwekuştin e. Xwekuştin cuda çalakiya birçîbûnê ango rojiya mirinê cuda ye. Lewra di xwekuştinê de armanc xwekuştin e, ji ber ku edî tu hêviyên wî/ê ji jiyanê nemaye. Lê belê, di grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê de armanc bal kişandina pêkanîna daxwaza rakirina zextên li ser xwe ye, ji ber vê yekê ne mirin e daxwaza mafê jiyana xwe ye.
Her wiha çalakiyên bi vî rengî li gelek deveran ji hêla şoreşgerên li dijî pergalên dewletê ve hatine tercîhkirin. Çara yekem greva birçîbûnê li Rûsyayê hatiye dîtin. Sirgûn û girtiyên siyasî li dijî zilmê dest bi grevên birçîbûnê kirine. Dîsa di destpêka sedsalê de li Îngilistanê jinan ji bo ku mafên xwe yên dengdayînê di sala 1909’an de li girtîgehê dest bi grevê kirine.
Grevên birçîbûnê yên mezin
Li Tirkiyeyê çalakiyên greva birçîbûnê yên herî dirêj û mezin dema darbeya 12’ê Îlona 1982’yan de li zindana Amedê hatin girtin. Yek ji greva herî mezin jî di sala 1996’an de bûye û bi giştî yek jin 12 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Di mijdara 2000’an de di nav girtiyên siyasî de ji bo protestokirina girtîgehên bi Tîpa F greva birçîbûnê/rojiya mirinê hat destpêkirin. Zêdetirî 40 girtî û xizmên wan (grevên derve) jiyana xwe ji dest da.
Girtiyên ku li girtîgehan ji mafê jiyanê tên bêparkirin li dijî zextan grevên birçîbûnê didin destpêkirin. Binpêkirina mafan ên li Tirkiye û girtîgehên bakurê Kurdistanê tên jiyandin, zêde bûne û berdewam dike. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ku çavên xwe ji binpêkirinên tê jiyandin re digire, bêdengiya xwe didomîne. Hemû pêkutiyên ku Tirkiye ji bo girtiyan pêk tîne ji bo girtiyên siyasî veguheriye dezavantajek e. Girtîgehên Tirkiyeyê ji raboriyê heta îro bûne navendên îşkenceyê û tê zanîn ku herî dawî jî rêziknameya înfazê ya ku di çileya sala borî de hat rêkûpekkirin, îşkenceya li ser girtiyan hîn zêdetir kir. Rêkûpêkirinên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine anîn, pirsgirêkên li girtîgehan hin jî kurtir kirine.
Girtî nayên dermankirin
Li girtiyan tecrîda di nav tecrîdê de tê ferzkirin, niha li Girtîgeha Jinan a Amedê di hemû sirgûnên dawî de girtî rastî lêgerîna tazî hatin. Ev pirsgirêkeke ku li piranî girtîgehan girtî pê re rû bi rû dimînine, yek ji binpêkirinên ku bûye kronîk jî kelemçekirina girtiyên ku ji bo dermankirinê dibin nexweşxaneyan e. Dîsa li kêleka wê li nexweşxaneyan lêgerîna dev tê kirin. Ji ber van sedeman gelek girtiyên nexweş ên giran nayên dermankirin. Ji xeynî wê odeyên girtiyan ên li nexweşxaneyan, odeya dermankirinê ya girtiyan a li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê li kêleka morgê cih digire. Hûn jî dikarin şert û mercên fizîkî texmîn bikin, mirovek ku li kêleka morgê bê dermankirin, di hawirdora ku ji derva hawara mirinê bê de tê dermankirin. Dema ji nexweşxaneyê derdikevin ne weke nexweş weke siyasiyekî nêzî wan dibin.
Bi piraniya girtiyan ji pêvajoya şewbê heta niha nikarin bigihêjin mafê xwe yê tenduristiyê û tê zanîn ku girtiyên tên dermankirin jî di pêvajoya birina nexweşxaneyê û muayeneyê de rastî tundiyê tên. Ji ber ku dewletê erkên xwe yên li ser girtîgehê pêk nayne, di demên dawî de gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest da. Di nav wan de girtiyên nexweş ku piştî hatin berdan jiyana xwe ji dest da jî hene. Ev tê wê wateyê ku ev kes di nav nivîna mirinê de hatine berdan. Em hemû navên dawîn ên hatin diyarkirin dişopînin, hemûyan jî ji ber ku bi derengî birine nexweşxaneyê yan jî ji ber ku pêvajoyên dermankirinê di cih û di wextê xwe de nehatine kirin.
Mafê parastina kurdî nas nakin
Ji ber girtînameyên hincetên nehewce yên der barê wan de digirin girtî bi cezayên disîplinê tên cezakirin û berdana wan tê astengkirin. Balkêş e ku ev girtînameyên tên amadekirin jî bêyî bên kontrolkirin tên erêkirin. Tevî di cezayên hatine dayîn de hincet nehatine diyarkirin jî dadgerên cezayên giran jî weke erka noterê van cezayan bi cih tînin. Ev ceza êdî kirine hêmaneke gefê. Ev li gelek girtîgehan tê pêkanîn. Bi van cezayên bi hincetên pir nehewce cezayên dîsiplînê tên dayîn. Mînak di rêziknameyê de cezayekî ku vegotina sirûdê nehewce heye û ev jî pir zêde tê sepandin. Dema girtî bi dirûşman bersiv didin mudaxaleyên fizîkî yên li dijî xwe, bi hinceta “ji ber xwendina sirûdên nehewce” cezayê dîsîplînê li wan tên birîn.
Girtî ji bilî mafên tenduristî, jiyan û hiqûqê ji mafên xwe yên zimanê zikmakî jî bêpar in. Yek ji pirsgirêkên ku tên jiyandin mafê parastina bi kurdî ya girtiyan e. Ji bo girtiyên ku li dadgeriya înfazê parastinê dikin bi gelemperî mafê parastina bi kurdî nayê dayîn. Hincetên dadger a di vê wateyê de ev e ‘heke hûn weke nivîs bi tirkî dinivisînin wê demê hûn dikarin parastina xwe jî bi tirkî bikin’. Bi vî awayî mafê parastina bi kurdî ji girtiyan tê stendin. Rewşeke din jî dema wergêrekî kurdî tê xwestin heqê wergerê ji girtî tê xwestin. Dema girtî vê yekê qebûl nakin, biryar didin ku girtî mafê xwe yê bêdengiyê bi kar bînin û ev yek derbasêî girtînameyê dibe. Ev polîtîkayên ku em di vê pêvajoyê de dibînin derdikevin derveyî armanca înfazê.
Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan
Ji ber ku CPT’ê li dijî pêvajoya tê jiyandin bêdeng dimîne û girtî ji bêhiqûqiyên tên jiyandin re bersiv nabînin dest bi greva birçîbûnê dikin. Wexta mirov bi gelemperî li binpêkirinên mafan dinêre dibîne ku li hemû girtigêhên Tirkiyeyê tecrîdek tê sepandin. Hemû pêvajoyên qanûnî bi temamî û di wextê xwe de bi cih nabin. Her çiqas saziyên sivîl ê ku pê re eleqeder in di vê mijarê de serî li mekanîzmayên navneteweyî jî bidin bi sedemên cur bi cur tên redkirin. Lê tiştê herî girîng ew e ku tevî girtî gelek bûyerên îşkenceyê radigihînin jî CPT’ê bêdeng dimîne. Mekanîzmayên navneteweyî tev li van pêvajoyan nabe. Di hiqûqa navxweyî de nagihêjin tu derê. Ji ber ku tu encam nayê girtin girtî li dijî binpêkirinên tên jiyandin bedenên xwe didin ber birçîbûnê. Di pêvajoya dawî de li gelek girtîgehan grevên birçîbûnê hatin destpêkirin.