12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîlan Çetînkaya: Rêber Apo 26 sal in li berxwe dide

Hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya têkildarî amadekariya Swîsreyê ya ji bo meşa li Kolnê anî ziman ku ew dê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li kolnê bin.

Di 16’ê mijdarê de di pêşengiya KCDK-E’yê de û bi malovaniya KON-MED’ê meşa girseyî tê lidarxistin. Amadekariyên meşê li gelek welatên Ewropayê didomin. Yek ji van welatan jî Swîsre ye. Di pêşengiya KCDK-E û KON-MED’ê de li bajarê Koln ê Elmanyayê, di 16’ê Mijdarê de meşa bezin bê lidarxistin

Di çarçoveya amadekariyên meşê de Hevserokên KCDK-E’yê, federasyonên welatan û herêman, pêkhate, tevgerên jin û ciwanan, saziyên baweriyê serdana malbatan, dikandaran kirin. Civînan li dar dixin, konser pêk tînin û belavokan belav dikin. Ji bo meşa 16’ê Mijdarê ya li Kolnê banga tevlîbûnê li gel hate kirin.

Têkildarî xebatên li Swîsreyê Hevseroka  CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya agahî dan û got: “Em li herêmê digerin. Em li her derê Swîsreyê belavokan belav dikin. Me 100 hezar belavok armanc kiribû. Me armanc kiriye ku li hemû malên Swîsreyê belav bikin. Em dixwazin xwe bigînin hemû dostên xwe û kurdên xwe ku baw dawetî meşa Kolnê bikin. Em dibêjin ji bo meşa azadiya Rêber Apo em li Kolnê ne. Hûn jî werin em bi hevre li kolnê bin. Azadiya Rêber Apo ne tenê pirsgirêka gelê kurd e. Azadiya Rêber Apo pirsgirêka hemû gelên Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê çalakiya Kolnê ji bo me gelek girîng e.

Dîlan Çetînkaya da zanîn ku divê hemû gelê cîhanê zanibe heta pirsgirêka kurd çareser nebe, li Rojhilata Navîn aştî pêk naye û wiha axivî: “Heta li Rojhilata Navîn aştî pêk neyê dê hemû gelê cîhanê têkeve bin bandora şer. Ji ber vê yekê azadiya Rêber Apo gelek girîng e. Em her dem tînin ziman ku azadiya Rêber Apo ji bo me wekî nan û av jiyanî ye. Ji ber vê yekê em di serî de jin û ciwanan hemû gelên aştî û azadiyê dixwazin dawetî meşa Kolnê dikin.”

Hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya, bal kişand ser xebatên Swîsreyê û wiha got: “Niha em li 26 kantonên Swîsreyê bi rêxistin in. Em ê ji hemû kantonan bi dehan otobus û bi sedan maşîne derxin rê. Hemû kesên beşdarî meşa Kolnê bibin ji niha de amadekarî û plansaziyên xwe kirine. Divê her kes bibîne ku Rêber Apo 26 sal in li Girava Îmraliyê li ber xwe dide. Li aliyê din li Çiyayên Azad têkoşînek û berxwedanek bêhempa heye. Divê hemû kesên beşdarî meşa Kolnê bibin jî vê berxwedana dîrokî bibînin û beşdarî meşê bibin. Di vê pêvajoyê de gerîllayên azadiyê têkoşînê mezin dikin û xurt dikin. Eger îro dewlet vê bangê dike divê her kes zanibe ku encama berxwedana Rêber Apo û gerîllayên azadiyê ye.”

Dîlan Çetînkaya, bilêv kir ku bi taybetî divê gelê kurd ên li Ewropayê bizanibin ku dema kurd bixwazin dikarin gelek gavên serkeftî bavêjin û wiha lê zêde kir: “Nêzî 4 salin me bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nedigirt. Gel bê nefes mabû. Di encama vê berxwedana gel, tevgerê û Rêber Apo de me agahî ji Rêber Apo girt. Me dît ku dema mijar dibe azadiya Rêber Apo li Ewropa pir heşandin. Gel bû lehî û herikîn qadan. Di encama van çalakiyan de me agahî ji Rêber Apo girt. Peyama Rêber Apo pir zelal bû. Got ‘Tecrîd didome’. Em jinên kurd, gelê kurd û dostên kurdan vê tecrîdê qet û qet qebûl nakin. Gelê me heta Rêber Apo azad bibe dê têkoşîna xwe berdewam bike. Divê gel hêza têkoşîna xwe bibîne ku çiqas bandorê li ser dewletan dike. Eger Rêber Apo 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîdê de girtî ye, divê her kes rexnedayîna vêyekê bide. Ez wekî şexs rexnedana xwe didim.  Em ê wekî rexnedayînê di duyemîn meşa Kolnê de bibin lehî û biherikin Kolnê.”

Dîlan Çetînkaya, heri dawi bibîr xist ku divê hemû kesên beşdarî meşa Kolnê bibin, ji rêzê nêzîkî vê çalakiyê nebin û got: “Çalakiyek pir dîrokî û girîng e. Ji bo gelê kurd û dostên kurdan ên li Ewropayê diyarkirina vînê ye. Nişandana vînê ye. Em ê bibêjin hûn nikarin vîna milyonan kesan di odeyek teng de hepis bikin. Em vê yekê qebûl nakin. Heta Rêberê me azad bibe têkoşîna me bidome.  Em ê di her qadê de têkoşînê mezin bikin.”