Gava ez di medyaya dijîtal de, li stranên li ser destana Dewrêşê Evdî hatine stran digeriyam, ez li tiştekî xerîb rast hatim. Vebêjerekî ku heta hingê min qet ew nebihîstibû, destana Dewrêşê Evdî bi babeteke xweser vedigot. Min ji ber xwe şerm kir ku heta niha min ev şarezayê gotinê, ev xasemirov nenasiye. Gotina herî hişk û beloq jî, gava ew bilêvbike, gotin çendîn hişk bin jî, çendîn belapûçî û çors bin jî, ew gotin dibûn mîna hevîrmêş û şimayê û ji zimanê wî diherikî. Tew ew gotin yên destaneke bi zimanê dengbêjên kurdên hosteyê gotinê bin û tew ew destaneke neteweyî û lehengiyê be û tew di ser de jî bi havênê evîneke xalîxeres û dilpak hatibe meyandin, ûyîş kele, kele, kele! Bê çawa wesifdayin ji zêrê som ê saf û xas wêdetir jêre nayê kirin, aha ji babetê vebêjeriya vî rewanbêjî re jî, gotin têra wesifdayina wî nake.
Şahîn Bekirê Soreklî
Hooo xwînerê barhilgirê xemên reşbelekên vê pênûsê! Dizanim zimandirêjiya min, we di nava mereqê de vegevizand û dîsa wek ez a niha di dilê we de bim. Hindik maye hêrsa we nola hişkiliyeke ewla payizê li ser îsnaga di ser min de der bibe; di ser min de hil bibin û bibêjin: Ê de bese hey malmîrat! Te me tetirxanî kir! De tu dê wî vebêjerî bi me bidî nasîn an na? Tivinga min ji we re serberjêr e, ho xwîner! Hema ez tavilkê wî bi we bidim nasîn. Navê xwe Şahîn Bekirê Soreklî ye. Ciwanmêr, temenê xwe yê heftê salê daye oxra zargotin û wêjeya kurdî. Lê mîna em kurd di guhê gê/ga de bin, me hay ji vê kaniya xwe ya çilçavî tine ye. Xebînet!
Vebêjer Şahîn Bekirê Soreklî, bi babeteke welê destanê vedibêje, ne ku meriv tenê lê guhdarî dike, her wiha meriv bi Dewrêş û her yanzdeh hogirên wî re tev li cerd û bêregên giran jî dibe. Meriv bi Hedban re dişihe, radibe çargavî û tiradê jî. Her wiha dilê meriv ê delodînî, bi pêlewan Dewrêşê Evdî re hildigupe û bi awayekî çargope li defa qefesa sînga şêrane dide.
Bêwesf ez dibêjim: Heke vebêjer Şahîn Bekirê Soreklî bi vê babetê halana di miriyên mezalan de jî hilbide, dê teqez wan ji tirbên wan rakin, zindî bikin û ew ê wan bajo li ser artêşên tirtire. Bêyî bizanibin ka tirs tiştekî çawa ye. Bi hêsanî dikarim bibêjim, dengbêj Baqî Xwudo û vebêjer Şahîn Bekirê Soreklî, asta rewanbêjiya hunera kurdî, derdixistin ezmanê heftan.
Heke meriv navê Dewrêşê Evdî ji nava stran-vebêjeriyê rake û navê Hektorê Trowayî û Akhilleusê serokê Mîrmîdonan ê Argosî di şûna navê wî de deyne, hinekê bibêjin qey ev destana şerê Trowayê ye û vebêjer jî, Homeros bi xwe ye.
Ê de ka ew kesên destê xwe li sînga xwe bixînin û ji xwe re bibêjin, ez destanas û folqlornas im, kerem bikin vebêjeriya destana Îlyada ya Homeros û destana Dewrêş û Edûlê ya Şahîn Bekirê Soreklî ku bi babetê dengbêjê mezin Baqî Xwudo vedibêje, di mêzîna bêalî de biwezinin. Heke yek ji ya din kêmtir be. We got çi, va ye ez li ber barê xwe hazir im. Qaqibixo! Ez dixwazim vê angaşta xwe hinekî din bi pêş de de bibim: Heke Homeros di nav me kurdan de bûya, me dê rengdêra dengbêjiyê daniya pêş navê wî û me dê jê re bigota “Dengbêj Homeros” û heke Şahîn Bekirê Soreklî jî li peravên derya Ege’yê bûya, xelkê egeyî dê ji wî re bigotana “Rhapsodes/Rapsoydos”. Dibe ku hinek ji we bibêjin “ê de lawo vêca ev Rhapsodes ji me re ji ku derket?” Belê Rhapsodes jî li nava Îyoniyan/Yewnanan, nola dengbêjên me wanî ji xwe re turê xwe hilgrtine û li nava gel geriyane. Hem ji gel re stran û helbest gotine û hem jî zargotina di nav gel de berhev kirine. Vebêjer, berhevkar û zargotinas ê rêzdar Şahîn Bekirê Soreklî jî, nola babadewrêşekî, nola dengbêjekî, nola Rhapsodeskî kedeke bêhempa daye. Ji wî serê dinyayê, di sala 1988’an de haylo ji Awûstralya xopan têkilî bi dengbêj Baqî Xwudo yê li Kobanê re datîne û destana Dewrêşê Evdî, ji destpêkê heta dawiyê ji dev derbasî nivîsandinê dike û navê xwe yê zêrîn di dilê kurdan de bicih dike. Ta heta dinya hebe û heta kurd hebin, dê navê Şahîn Bekirê Soreklî, dê her di dilan de, nola gulên bûkanî bibişkive.
Ji niha pê ve, em ê destana Dewrêşê Evdî ya bi babetê gorbihişt Baqî Xwudo, bi vebêjeriya rêzdar Şahîn Bekirê Soreklî bişopînin. A rast em li ber bayê vegotina wî ya sêhrawî bikevin û biçin bibin bijiyekî Hedban û li hilgupîna dilê Dewrêş ê şeyda guhdarî bikin.
Bi rêzdarî ez vê xelekê ji rêzdar Şahîn Bekirê Soreklî re nezir dikim.
Fermo!
Derwêş fîncana qehwê hiltîne
Dewrêş û hogirên xwe tên ber konê Zortemîr Paşê Milan. Lê ti kesek wan pêşwazî nakin. Silavê didin û derbasî bin kon dibin. Lê ti kesek ji cimeta Zortemîr paşa, silava xwedê ne bi serê zimana, ne jî bi kenarê lêvan li wan venagerînin. Her kes di cihê xwe de bûne kurkurk! Ev helwesta hanê pir li zora koma Şerqiyan diçe.
Zortemîr Paşê Milan, ferman dide da ku qehwepêj fîncana qehwê ya serbixwîn bîne li civatê bigerîne. Qehwepêj qehwê tine. Tu kes fîncanê hilnade. Dewrêş xwe li ber fîncanê xweş dike ku fîncanê hilde.
Vebêjer, wê heynê ji guhdarvanên xwe re wiha disêwirîne:
“Kurê Evdoyê Şerqî, xwe da ser dîz û çongan, i’gala mûy’êlî xar kir, avêt çatê biriyan, di binaniya kurkê hewran da destê xwe avête ser qebzê şûr, pêş da hat ku destê xwe bavêje fîncanê…”
Tam di wê kêlikê de, Bavê Dewrêş Evdiyê Milhim û hogrên wî yên pê re nahêlin Dewrêş fîncana qehwê ya serbixwîn hilde. Lewra helwesta paşê Milan û cimeta wî ya ku silava xwedê jî li wan venegerandibû û ji kesî ji wan poz û bêvil bi wan nekiribû, pir li zora wan çûbû.
Dewrêş, fîncanê hilnade. Planê paşê, beravêtî dibe. Ê de ev Zortemîr Paşa ye. Ma her kesê bixwaze, ji ber xwe ve dikare bibe serok û paşa?! Paşê Milan yê zîrek, radibe dek û dolabeke nû digerîne. Paşa, bang li qehwepêj dike…
Ka em bala xwe bidinê bê vebêjer, wê rewşê ji me re çawa disêwirîne:
“Law qehweçîyo were!/Ez berê zanim, ne xêr di milan de hê, ne jî di Şerqiyan da/Qey va ne gerr e, gerra ku bigerî li nêv malan, rûnî li hamberî bûk û keçan û bidî xwe lahfan û derewan!/Evaya kuştina mêran e, cenga mezin li pêşî wan dibe xewane/Ez berê zanim, kes nikarê rakê wê fîncanê/Were li hamber min bisekine/Ez ê rakim wê fîncanê/U’mrê min heftê sal e, ketî heftê û yek û duduyane/ Min ne gerege va her çar salê mine jipara dimane/Ancax ez rakim barê tirkan û gêsane…”
Piştî van gotinên paşê yên qelew, qehwepêj fîncanê dibe li ber paşê disekine. Dewrêş nahêle; bang li qehwepêj dike da ku fîncanê ji wî re werîne. Qehwepêj li ser lingekî difitile tê li hember Dewrêş disekine. Ê de ka em guh bidin vebêjerê xwe, bê ew ê gotinên xwe yên bibask, çawa di nava ava zêr de bike û ji me re bisêwirîne:
“Dewrêş rabû li ser çongan, simbêl badan, kirne perê ne’iman, çavî weke çavê’bazan û di binaniya kurkê hewran da destê xwe avête ser qebzê şûr…./Go Paşe, berde wê fîncanê!/Tu nikarî rakî barê wê fîncanê, barê wê fîncanê pirr girane; kesek nikare rakê wê fîncanê, îlleh kurê Evdoyê Şerqî, siwarê Hedban, ez ê rakim wê fîncanê!/Lawo qehweçîyo, tu wîne wê fîncanê!…”
Dewrêş, fîncana qehwê ya serbixwîn hildide dest.
Xwînerê ezîz! Ka em li Vebêjerê xwe guhdar bikin?! Bê ka ew çawa taca serê vebêjeriya kurdî derdixîne qatê ezmanê heft û heyştan. Bala xwe bidinê, bê vebêjer bi vebêjeriyeke sêhrawî, çawa neyarê Dewrêş tîne di fîncana qehwê de, wan nola cinawiran bi cih dikin û wan cinawiran dide peyivandin. Kerem bikin!:
“Dewrêş destê xwe avête fîncanê, rakir ji ser sinî/Balê xwe da hundurê fîncanê, pênc ejderhayê çiyayê Qerejdaxê tê da serê xwe rakirine/Yekî serê xwe rakir go: ‘lawo berde wê fîncanê! Tu mi nasnakî?! Ez Çîl Îbrahîmê Beglî me, Paşê tirkan/Tu meriyekî şerqî yî, Êzdî yî; tu nikarî rakî barê cerd û bêregê me tirk û gêsan/Ê dinî di kêlekê wî da serî xwe rakir, go: tu min nas nakî?! Bi min ra dibê’n Kose Weys, egîtê deman, kermalî paşan,serdarê diz û Henşel û eşqiyayê çolan/Berde wê fîncanê, tu nikarî rakî barî me; barekî pirr giran e!/Ê dinî di kêlekê da go: berde vê fîncanê. Tu min nas nakî?! Bi min ra dibê’n Eyubê Mistefa, kekê Cuzan, padîşahê xortan. Çiqas xortê tirk û gêsan hene, gîh di bin destê min da ne, ez serdarê wan im. Berde vê fîncanê, barî me pirr giran e! Tu nikarî bi barî cerd û bêregê me tirk û gêsan/Cotekî dinî reş î qûl e, her duyan bi hev di’ra serî xwe rakirin. Go: tu me nas nakî?! Bi mera dibên Eferê gêsî, biçûkê biran û Utman, serdarê gêsan. Barê me barekî muhîmî giran e. Me bi xwe re rakir hezar siwarê delûlan, zo bi zo siwar bûne li wan, di destê wan da arê fetîlyan. Gîh serê serqot û nigê xwas in. Xwedê kesê misilman nexîne bin şerpê wan. Birîndarê wan rehet nabin, ne bi dermanên tixtoran, ne bi kaxitên xocan û mellan, ne bi duayên şêxan. Illeh serî xwe did’ne diyarî qebrê, axa kenal û gornan. Em her pênc ejdîhana di vê fîncanê da verşiyane, me pê da berdaye axwuya marê kaşan.”
Em şerqî bi axuya maran ji şîr dibin
Hooo xwîner! Ka bal û dêhna xwe bidnê. Bê vebêjerê min û we, li ser devê Dewrêş, çi bertekê raber wan her pênc neyarên qaneqan û sondxwarî, yên neyarên koka kurdan ku bi rakirina reh û rîçalê koka kurdan û revandina qîz û jinên wan û pelixandina mahtikû dergûşên wan û talankirina malû milkên wan, gef li wan xwaribûn, biner bê Dewrêşê pêlewan, çawa dibe nola şêrekî cixirandî, li wan dike hurmehurm û gefên wan hîç û pûç dike:
“Dibê, Dewrêşê Evdî serî xwe rakir, go: ez Dewrêêêş im, dilî min l’yan e!/Min berê rakirî barî we her pênc ejdîhane/Ez natirsim ji axwuya we her pêncane/Em mêrê şerqî, wexta em şîrê diya xwe berdidin, em vedixwun axwuya marê kaşan û pê şîrvedibin/Tirsa min ji we tune, min rakirî barî we gîşkiyane”
Gava vebêjer van gotinên dawî ji benda destanê distrê û dixwaze derbasî benda din ya destanê bibe, hingê guhdarvanên vebêjer dicoşin, tevdek bi hevre radibin li ser kabê çongan, devançeyên xwe ji ber kember û şûtikên xwe kaşdikin, dibin lîrelîra jinan û reqereqa berikên mîna mozên sor ber bi ezmanê stêrklêreşandî ve berdidin; dinya dibe erdê eresatê.
Vebêjer, bi hilmijandina henaseya xwe, bi hilbûn û daxistina dengê xwe, bi mahd û mirûzê xwe; mîna sêrbazekî, mîna îlîzyonîsetkî, civata li dora xwe dibe bi civata li bin konê Zortemîr Paşê Milan ve dikelijîne.
De ka em dêhn û bala xwe bidinê bê vebêjer gava gohdarvanên xwe, bi hêza gotinên xwe yên şayesandî yên lihevhatî û sêhrawî dibin wan tev li civata Paşê Milan û ya Dewrêşê Evdî dikin, ji nû ve li hêza vebêjeriya xwe ya bêqisûr dihese; berî ew benda destanê bistrê, guhdarvanên wî wan kêlikan bi heman coş û peroşê dicoşin. Li hember wê rewşê, vebêjer dikeve erênaya kişweriya dej-avû. Bêhemdê xwe, çavên vebijêr dikevin hev û di nava sêwirandina gotinê de lal dibe:
“Wexta ku kurê Evdoyê Şerqî fîncan bi ser xwe va kir, bû lîlîna zilxitan, bû gurmîna defan, bû kûrekûrê hirobçiyan, dinya bû erdê eresatê, alem rabû serî hêlan û piyan/Beg û serdarê milan, kurkên hewran, ebê duruziyan diman li şûna wan/Li hêla heremê û jinan Edûlê benz lê qulubiya, bû benzê mirî gornan, ji çavan bû gurrîniya hêsran, lêvê xwe qetiyan, xwînê xwe berda nav diranan/ Pergala bavê mi belav, go/Ku ji destê min girt kurê Evdoyê Şerqî, siwarê Hedban/Wellahî çûna xwe hê, vegera xwe tunê li mal û xwediyan.” … (Dê bidome)