Ji destpêka serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ve, xwendekarên ciwanên jin di gelek çalakiyan de pêşengtî kirine. Lê bi qasî sê mehin bi awayek bi guman li gelek dibistanên keçan bûyerên jehrîbûnê rû didin. Li gor amaran heta niha zêdetirî hezar xwendekar, mamosta û karmendên dibistanan bi jehrê ketine. Vê yekê jî tirsek mezin xistiye dilê malbat û xwendekaran.
Ji dawiya meha Mijdara 2022’yan ve di nêzî 60 dibistanên li bajarên cûda yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de bûyerên jehrîbûna xwendekarên keç rû dane. Ji ber zêdebûna bûyerên jehrîbûnê tê gotin ku ne tiştek tesadufiye û ev êrişek bi plankiriye li ser xwendekarên keç tê kirin.
Li wan dibistanan çi rû dide?
Li gor gotina şahidên bûyeran, tiştek mîna bombeya dest yan jî gazên rondikrêj ji derve de tê avêtina nava dibistanan. Bêhnek nexweş ya wê heye û dibe sedema sergêjî, bêtaqetî, felca demkî, nefestengî, şewitîna çav, qirik û poz.
Beşek ji xwendekarên bi jehrê ketine diyar kirin ku piştî ew bi jehrê ketin, rêveberên dibistanan neçar man ku wan bişînin nexweşxaneyan.
Yekem bûyer li bajarê Qum rû da
Yekem bûyera jehrîketina xwendekaran di dawiya meha Mijdara 2022’yan de li Peymangeha Nur a li bajarê Qum rû da. Xwendekarên keç ên wê peymangehê di nava du hefteyan de du car bi jehrê ketin û hinek ji wan bi awayek demkî felc bûn.
Der barê bûyerê de rojnamevan Mehdî Hisênî roja 30’yê Mijdarê gotibû, di encama her du êrîşan de nêzî 60 xwendekar bi jehrê ketine. Her wiha rexne li berpirsên dewleta Îranê û medyayê kiribû û gotibû, jehrîketina van xwendekaran û veguhestina wan a ji bo nexweşxaneyê ne tiştek wisane ku berpirs û medya ji nedîtîve tên.
Jehrîketina xwendekarên jin ket rojeva çapemeniyê
Her çiqas bûyera jehrî ketinê li bajarê Qum deng veda, lê di dawiya Sibata îsal de hêdî hêdî ket rojeva çapemeniyê û bû manşeta nûçeyan. Her wiha mijara jehrî ketina xwendekaran ku piraniya wan keçên, li dibistanên bajarê Qum re sinordar nema û li bajarên din ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî rû dan.
Li nêzî 10 parêzgehan bûyerên jehrîketina xwendekaran rû dan
Li gor amarên malpera Îhtimad Online, ta roja 2’yê Adarê herî kêm li 58 dibistanan bûyerên jehrî ketina xwendekaran hatin tomarkirin. Ji vana 30 dibistan li bajarê Qum, 10 li bajarê Erdebîl, 8 li Tehran û 5 jî li dibistanên Loristanê rû dan.
Her wiha li parêzgehên wek; Xuresana Rezewî, Çarmehal, Bextiyarî, Kirmaşan, Mazenderan û Simnan herî kêm bûyerek ya jehrî ketina xwendekaran li dibistanan rû daye.
Li gor ajansa fermî ya Îranê ÎRNA’yê jî zêdetirî hezar xwendekar û karmendên dibistanan di encama van êrişan de bi jehrê ketine.
Li dibistanên Erdebîl bûyerên jehrî ketinê berdewamin
Bajarê Erdebîl yek ji wan bajarane ku herî zêde bûyerên jehrîbûnê lê rû dane û heta niha jî ev bûyer berdewamin.
Li gor çapemeniya Îranê, roja 2’yê Adarê jî zêdetirî 40 xwendekarên keç ên dibistana amadeyî ya Rahî Zeyneb Eslanduz jehrî ketin, piştî hilmîjîna bêhnek nexweş, di xwendekaran de laş xwerîn, şewitîna qirik, vereşîn, ji hişçûn û bê taqetî derket. Her wiha roja 1’ê Adarê jî li heman bajar li dibistanek din jî bûyera jehrî ketina xwendekaran rû da bû.
Tevî ku zêdetirî 3 mehin di ser rûdana van bûyeran û pêşkêşkirina daxwazname ji aliyê malbatên xwendekaran ve ji bo derxistina rastiya di pişt bûyeran de derbas dibe, lê ji bilî ku sedemên êrişan nehatine eşkerekirin, belku wezîr û aliyên peywendîdar daxuyaniyên nerast ku hevûdû vala derdixin didin.
Kî li pişt van êrîşa ye?
Li gor hin çavdêran, tûndrewên olî û ew kesên ku hemfikrê Talîban a li dijî xwendina jina nin, li pişt van êrişanin. Hinek jî sedemê êrişan bi tevlîbûna xurt û pêşengtî kirina xwendekarên keç a di serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ ve girêdidin.
Di beramberî van bûyeran de piştî bêdengiyek dirêj, ragihandin ku ‘destên derve’ di pişt van êrişan de hene û armanc jê girtina dibistana ye.
Ajansa ÎRNA’yê jî li ser bûyeran sê senaryo nîşan da, ya yekem dide diyarkirin ku dibe ji aliyê grubên tundrew ku li dijî xwendina jina nin, ya din xwendekar bi xwe van êrişan pêkanîne, ya din jî dezgehên îstixbaratî û saziyên ewlehiyê yên biyanî di pişt van êrişan de hene.
Sedemên di pişt van bûyeran de çi dibe bila bibe, di encamê de fikar û tirsek mezin di nava malbatên xwendekar, civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê de çêkiriye.
Tevî sê mehin ev êrîşa li ser xwendekarên jin derbasbûn, heta niha bi fermî sedemê jehrîketinê yan jî nexweşketina xwendekaran nehatiye aşkerekirin.
Nerazîbûnên li dijî vê rewşê zêde dibin
Di vê çarçoveyê de Meclisa Perwerde û Akademiyên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa xwendekaran û daxuyaniyekî nivî,skî weşand.
Di daxuyaniyê de bal li ser serhildana gelên Îranê ya bi dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî û zextên li hemberî gel û jinan û binpêkirinên exlaqî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hat kişandin.
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi taybet jinên zana, xwendekarên dibistan û zanîngehan rastî îşkenceyê tên û wiha dom kir: “Em bûyera jehrîkirina bi sedan xwendekarên keçîn ên dibistan û zanîngehanên Tehran û Erdebîlê ji aliyê rêjîma Îranê bi tundî şermezar dikin. Vê bûyerê di raya giştî de deng veda. Lê mixabin tu saziyên navneteweyî, mafên mirovan mudaxeleyeke cidî nekirine heya niha, di encamê de rojane destdirêjiya li ser gelên azadîxwaz ji aliyê rejîma Îranê ve zêde dibe.”
Meclisê bang li UNICEF`ê û saziyên mafên mirovan kir ku ji bo rawestandina kiryarên dewleta Îranê yên dijî xwendekarên keçîn bi lez destwerdanê bikin.
Her wiha bang li hemû azadîxwaz, rewşenbîr û rûspiyên civakê hat kirin ku li hember van kiryaran û ji bo guhertina sîstema dewleta Îranê, dengê xwe bilindtir bikin.