Çalakiya malbatên girtiya ya li ber deriyê Girtîgeha Tîpa D a Amedê di roja 336’emîn de berdewam dike. Malbatên girtiyan her rojê ji bo ku girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin bêne berdan li ber deriyê girtîgehê çalakiyê dikin. Endam û rêveberên Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) jî ji bo piştevaniyê tev li daxuyaniya malbatan bûn.
Dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan Nazîme Boltan, destnîşan kir ku ew dest ji çalakiya bernadin û wiha got: “Ev demek dirêj e em nobeta edaletê digirin. Ev çû saleke ku ewqas malbat li vê derê ji bo zarokên xwe nobet digirin. Li hember zilm û zextên ku li ser girtiyên nexweş tên kirin bê hiqûqî û bê edaletî ye. Zarokên me li girtîgehan bi mirinê re rû bi rû dimînin. Em vê zilmê qebûl nakin û heta kengê be jî em ê li ber deriyên girtîhan li ber xwe bidin û em ê nobetên xwe yê edaletê bidomînin.”
Çalakî bi dirûşmeyên “heq, hiqûq û edalet” bi dawî bû.