Çend roj berî niha Wezîrê Parastinê yê dewleta tirk Hûlûsî Akar, Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan di bin çavdêriya Rusyayê de bi Wezîrê Parastinê yê rejîma Sûriyeyê Alî Mahmud Abbas û serokê îstixbaratê Suriyeyê re li Moskovayê hatin cem hev. Ev hevdîtin li ser daxwaza dewleta tirk û bi navbeynkariya Rusyayê pêk hat.
Di daxuyaniyên piştî hevdîtinê ji hêla dewleta tirk ve hatin dayîn de tê famkirin ku du mijarên bingehîn hatine nirxandin. Mijara yekemîn astengkirina mafên kurdan û mijara duyemîn jî dewrkirina herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ji bo rejîma Bejar Esad bû. Êrîşkirina li ser gelê kurd û astengkirina mafên gelê kurd tekane armanca dewleta tirk e. Rejîma Esad jî di aliyê astengkirina mafên gelê kurd de xwedî heman hişmendiyê ye. Îran jî bi şertê ku dewleta tirk ji Sûriyeyê vekişe, ji pêkhatina hevdîtina Tirkiye û Suriyeyê razî ye û piştgirî dide.
Ev hevdîtin di encama qelsiya dagirkeran û piştgirên wan de derketiye holê. Em niha bi kurtasî li qelsî û neçariya van hêzan binêrin. Rûsya pêşengî û kordînasyona van hevdîtinan dike. Pûtîn salek berî niha bi armancên emperyalîst êrîşî Ûkraynayê kir. Hewl dida demeke kin de beşeke Ûkraynayê îlhaq bike û li beşa mayî jî hikumetek girêdayî xwe ava bike. Lê bernameya Pûtîn li gorî daxwazên wî nemeşiya. Ûkraynayê bi piştgiriya DYA û Ewropayê li ber xwe da. Artêşa ûrisan di demek kin de xitimî. Bi sedan wesayîtên zirxî, balafir û pergalên parastina hewayî winda kirin. Bi deh hezaran leşkerên wan li kend û korên Ûkraynayê hatin kuştin. Aboriya ûris bi boneya ambargoya DYA û Ewropayê kete nav qeyranê. Pûtîn ji derve tecrîd bû û piştgriya ûrisan a ji bo şer ket asta herî jêr. Ûkraynayê dest bi xilaskirina axa xwe ya hatî dagirkirî, kir.
Encama têkçûnê
Rûsya niha hewl dide bi alîkariya Tirkiyeyê aboriya xwe li ser piyan bigire. Tekane hêza wê gaza xwezayî bû. Bi hatina zivistanê ev çeka xwe bi kar anî. Li bendê bû Ewropa biqerime û daxwazên wî qebûl bike. Lê wa ye zivistan nîvî bû û ev çeka Pûtîn bi kêrî tiştekî nehat. Neçar e di demeke kin de li hin deveran gav bavê û bêhna xwe vede. Ji van deran yek jî Suriye ye. Rûsya nikare debara xwe bike. Sûriye jî li ser bûye bar. Niha hewl dide li Sûriyeyê çareseriyek pêk bîne. Ji bo wê navbeynkariya vê pêvajoyê dike. Li aliyê din faşîzma AKP-MHP jî ev 8 sal in li dijî gelê kurd şerek topyekûn dimeşîne. Ji bo tevkujiya gelê kurd temam bike, hemû hêza xwe seferber kir. Di encama vê yekê de aboriya wê têk çû. Civak di nav birçîbûn û sefaletê de ye. Tiştekî bikare bike nîne. Tu riyên ku bikaribe îktîdara xwe biparêze nîn in.
Dagirkeriya tirk hewl dide tevahiya Kurdistanê û beşeke axa ereban dagir bike û xeyalên Osmanî pêk bîne. Lê kurdan ev hewes di qirika wê de hişt. Hemû plan û projeyên wê serobino kirin. Dagirkeriya tirk hem li derve hem jî di hundir de kete nav qeyranên bêçare. Ji bo wê li derve hewl dide piştgiriyê bigire û di hundir de jî li ser îktîdarê bimîne. Tawîzeke nede yan jî tiştekî pêşkêş neke tune ye. Di encama şerê bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re kete rewşeke wisa ku niha destê hemû dewletên di deh salên dawî de li dijî wan derketibû, maç bike. Misr, Erebistana Siûdî, Yekîtiya Îmaretên Ereban, Rûsya û herî dawî rejîma Esad. Ev tev encama têkçûna li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Dewletên biyanî û bi taybetî Rûsya vê yekê baş dizanin. Pûtîn ji bo xwe xilas bike, ji têkçûna Tirkiyeyê sûd werdigire. Daxwazên xwe li ser Erdogan disepîne.
Rewşa Îranê jî ji ya dewleta tirk cudatir nîn e. Li derve teşhîr bûye û di hundir de qeyranên piralî dijî. Niha li ber bayê serhildana Jin Jiyan Azadî diheje. Nikare bi daxwazên azadiya gelan û jinan re serederî bike. Ev yek hêzên Îranê yên li Iraq, Sûrî û deverên din dixe xetereyê. Ji bo wê dixwaze li Sûriyeyê çareseriyek çê bibe. Têkçûna Erdogan dibînin û hewl didin tawîzan jê bigirin. Li dijî şertên Tirkiye ji Sûriyeyê derkeve piştgiriyê dide lihevhatina Erdogan û Esad. Di heman demê de rejîma Îranê kurdan weke dijmin dibîne û bi qelsbûna wan hewl dide temenê xwe dirêj bike. Rejîma Esad jî bi saya serê Rûsya û Îranê heta niha li ser piya ma. Hewl dide ku cardin vegere pêvajoya berî 2011’an. Ango dixwaze weke berê îktîdara xwe berdewam bike.
Armanca wê ew e ku ji têkçûna faşîzma AKP-MHP’ê ya li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê û dijminahiya wê ya li dijî gelê kurd sûdê werbigire û mafên gelê kurd asteng bike.
Dev ji xeyalên xwe ber dide
Weke li jor jî xuya dike, xala hevpar a dewletên dagirker û xwediyên wan tîne cem hev, têkçûn û qelsiya wan e. Tevahiya van dewletan jî bi dîktatorî û despotîzmê tên birêvebirin. Di aliyê aborî de di nav qeyran û aloziyê de ne. Ji bo xwe li ser piyan bigirin hewl didin êrîşî gelê kurd bikin û temenê xwe dirêj bikin. Lê bi taybetî Îran, Sûrî û Tirkiye ew qas kor û faşîst in ku naxwazin bibînin, tişta wan têk dibe dijminahiya wan a li dîjî gelê kurd û berxwedana Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Niha di bin çavdêriya Rûsya de cardin dixwazin peymaneke dijberî gelê kurd îmze bikin. Li gorî vê bazarê her dîktatoriyek dixwaze hind tiştan bi dest bixe, li gorî vê yekê:
Faşîzma tirk dixwaze li Rojava û Sûriyeyê pêşiya gelê kurd bigire. Bi destxistina mafên bingehîn ên gelê kurd û gelên din asteng bike. Bi vê yekê hêvî dike ku pêşiya daxwaz, têkoşîn û hêviya gelê kurd a li Bakur asteng bike. Li hemberî vê yekê jî dest ji xeyalên xwe yên Osmaniya Nû berdide. Ji xwe kurdan di pratîkê de ev xeyal fetisand. Her wiha dê çeteyên heta niha xwedîkirîn hilde nav sînorên xwe û deverên dagirkirî dewrî rejîma Esad bike. Bêguman dê zirar û êşa van çeteyên hov jî bikişîne. Bi îhtîmaleke mezin dê piraniya wan bi rejîma Esad bide kuştin. Lê ev êdî ji bo her kesî teferûat e.
Rûsya dê hewl bide li Sûriyeyê bernameya xwe pêk bîne. Di encama serweriya xwe û rejîma Esad de ji barê malî û leşkerî yê ji bo Sûriyeyê xerc dike xilas bibe. Ku nesîb be di pêşerojê de dê Sûriyeyê mîna mêtingeheke xwe bidoşe. Her wiha dê bi vê gavê hewl bide navbera Tirkiye û bloka Rojavayî zêdetir xirab bike, rejîma tirk bi xwe ve girê bide. Li ser vê yekê jî di pêvajoya şerê Ûkraynayê de nefes bigire. Li aliyê din jî dê destê hevkarê xwe Îranê rihet bike. Îran jî bi vê peymanê dê li Sûriyeyê piştî rûsan bibe hêza duyemîn.
Ji barê aborî û leşkerî yê li vir xilas bibe. Her wiha li hemberî hevrikê xwe ango faşîzma tirk serkeftinê bi dest bixe. Ligel van dê li ser vê yekê hewl bide di hundir de propagandaya xwe bike û serhildana gelan a çar meh in didome, bifetisîne.
Berxwedan wan xistiye qeyranê
Bê guman ev armancên bazara qirêj a dîktatoran in. Li gorî peymana nû dewleta tirk dê gefên dagirkeriyê zêdetir bike û hewl bide gelê kurd neçarî rejîma Esad bike. Heke ev gef encam nedin îhtîmal heye ku Tirkiye bi piştgiriya ûris û rejîma Esad êrîşên hevpar li dijî gelê kurd pêk bîne.
Ev armancên qirêj li qadê dê çiqas pêk bên ne diyar e. Tişta diyar ew e ku bazara qirêj li dijî gelê kurd û bi taybetî rojavayê Kurdistanê pêk tê. Tişta encamê diyar bike jî berxwedana gelê kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Gelê kurd dê li dijîi van hêzên dagirker û xwediyên wan li ber xwe bide.
Heta niha bênavber li ber xwe da. Di encama berxwdanê de niha sê dargirkerên Kurdistanê yên weke Îran, Tirkiye û Sûriye di nav qeyranê de ne. Rewşa dagirkerên weke Iraq û Sûriyeyê jixwe diyar e. Ji dewletbûnê derketin û kavil bûn.
Dagirkerên mîna Tirkiye û Îran jî niha bi her awayî li ber têkçûnê ne. Li dijî têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê nikarin nefesê bigirin. Hemû aboriya dewletê ji bo vî şerî xerc dikin û gelan birçî dihêlin. Ji bo xwe xilas bikin, tawîzan li ser tawîzan didin û her roj zêdetir di nav çala heriyê de xerq dibin
Bê guman ev bazar ne tenê kurdan, dê hin hêzên din jî li pêşberî xwe bibînin. Bloka Rojava bi boneya şerê Ûkraynayê piştî demeke dirêj bû yek. Niha Rûsya di Ûkraynayê de digevize. Bi boneya ewlehiya Îsraîlê ji serkeftina Îran û rejîma Esad nerazî ye. Her wiha bi boneya zêdebûna nifûza Rûsya ya li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê DYA jî nerazî ye. Girêdayî vê yekê di serî de îngilîz û hin welatên Ewropayê jî aciz in. Ev hêz jî dê hewl bidin bi riyên cihê û polîtîkayên cuda pozîsyoneke nû bigirin. Ev yek jî tê wateya ku li Sûriyeyê denklemên nû derkevin holê. Bi vê boneyê divê gelê kurd û hêzên kurd pir bi baldarî tevbigerin. Li dijî dagirkeran her gava xwe deh caran bifikirin û wisa biavêjin.
Hê jî hêvî nebiriye
Di vê çarçoveyê de serdana Bafil Talabanî ya ji bo Rêveberiya Xweser û daxuyaniyên rayedarên Rêveberiya Xweser gelek girîng bûn. Li dijî dagirkeran yekitiya gelê kurd û hêzên kurd di asta jiyanî de pêwîst e.
Diyar bû ku DYA û hêzên Ewropayê jî piştgiriyê didin serdana Talabanî û hevgirtina hêzên kurd. Bazar û peymanên dîktatoran gelê kurd li Rojihlata Navîn dike navenda têkoşîn û jiyana alternatîf a demokratîk.
Mirovahiya pêşverû jî piştgiriya vê yekê dike. Ku PDK jî rastiyê bibîne û dest ji hevkariya Tirkiyeyê berde, tev li vê pêvajoya yekîtiya hêzên kurd bibe, gelê kurd dê piştgiriyeke xurt ji hêzên Rojavayî û gelên cîhanê bigire.
Yekitiya hêzên kurd dê serdemeke nû li Rojhilata Navîn veke. Ku kurd hêza xwe bikin yek dikarin bi rihetî hêzên dagirker ên di encama berxwedana Tevgera Azadiya Kurdistanê de hatine asta têkçûnê, hilweşîne. Ji bo yekitiya neteweyî helwesta PKK’ê di berê de zelal e. Bêyî li polîtîkayên dagirkeran binêre her tim amade bûye. Bi serdana Talabanî ya Rojava xuya dike ku YNK’ê jî biryareke nû daye. Rêveberiya Xweser û partiyên Rojhilat jî piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê diyar kirin. Heta niha hêza bêhelwest mayî PDK û malbata Barzanî ye. Hêj jî hêviyên xwe ji dewleta tirk nebirîne. Vê polîtikaya PDK’ê zirareke mezin da gelê kurd û pêşeroja Kurdistanê. Deriyên Başûr ji dewleta tirk re hatin vekirin. Li gorî agahiyan, dewleta tirk piştî bi dehan baregehên bi piştgiriya PDK’ê li Başûr ava kirin, niha Amediye û Şeladizê di nav de îdareya bi dehan bajarokên Başûr ji PDK’ê dixwaze. Faşîzma tirk dixwaze qaymeqamên xwe tayînî van bajarokan bike û bi tevahî bi rê ve bibin.
Xencer li pişta PDK’ê xistiye. Lê ev xencer di heman demê de li sînga gelê kurd jî hatiye xistin. PDK êdî nikare pêsîra xwe ji destê faşîzma tirk xilas bike. Tenê riyek heye ku PDK û malbata Barzanî ji esareta faşîzma tirk xilas bibe. Ew jî tobekirin û vegera li gel û hêzên Kurdistanê ye.
Banga vegerê!
Di encama berxwedana PKK’ê de dewleta tirk ligel alîkariya Barzaniyan jî neçar ma ku ji gelek deverên Zapê vekişe. Dê ji deverên din jî bê avêtin. Lê ku PDK û malbata Barzanî piştgiriya dewleta tirk neke dê ev pêvajo rihetir û bi leztir bibe.
Di encama vê pêvajoyê de PDK û malbata Barzanî dê ji esaretê rizgar bike. Her wiha statûya Başûr jî dê bê parastin. Bi bandora vê yekê statûya Rojava dê bê mîsogerkirin û mafên gelê kurd ên li Bakur û Rojhilat jî dê bên bidestxistin.
Ji bo PDK ji vê hevkariya bêyom vegere pêwistî bi hêza gelê kurd heye. Divê her kurdekî/e azadixwaz hevkariya PDK û malbata Barzanî şermezar bike û di heman demê de banga vegerê bike. Ev wezîfeyeke dîrokî û neteweyî ya pêşiya hemû gelê kurd e. Bi taybetî li pêşiya endamên PDK’ê yên ji vê pêvajoyê nerihet in. Roj roja yekîtî, helwest girtin û berxwedanê ye.