Aborî, dîsîplîneke gelek grîng û berfreh e. Jiyana mirov çawa grîng be aborî jî bi wî awayî grîng e. Aborî ji bo civakbûnê amûreke herî hewce ye. Lê pêşveçûna aborî û civakî di bin bandora sazûmanên zordarî de çênabe. Di jiyaneke bindest ango jiyaneke neazad de mirov şad dibe gelo? Di aboriyê de psîkolojiya bazara bazirganiyê gelek grîng e.
Teorîyên aboriyê gelek zêde ne lê em li gora serdem, civata azad bi dil û fikr û ramanên xwe dibêjin ku aborî bi aqilê jiberkaran jiyana civak û aboriyê pêşve naçe. Em gelek bi zelalî dizanin ku sazûmanên siyasî yên cuda hene. Lê aboriya hemû sazûmanan dîsa bingeha xwe ji civakê digire. Gelek çawa di pergala dewletan de bindest be aboriya wan jî weke wan bindest dibe. Pergala yekdestî her hewl dide ku hemû milên jiyanê bigire bindestê xwe û aboriya xwe li ser aboriya civakê saz bike. Weke gotineke pêşiya ku dibêje “Yekî rez da yekî lê nehişt libek tirî jê bixwe.” Ew jî xwe li ser hebûnên gel ava dikin lê weke zext li dijî civakê bi kar tînin.
Ji ber van zextane ku armanca têkoşîna azadîxwazan jî jiyaneke azad e. Gelê kurd jî ev bi salan e ji bo jiyaneke azad a serbixwe têkoşînê dide û dev ji daxwazên xwe yên aştî û demokrasiyê bernadin. Geh bi canê xwe geh jî bi malê xwe di vê riyê de fedakarî her berdewam e. Dîroka desteserkirina ciwakê gelek dirêj e û mijara aboriyê pir girîng e. Lewra amûra meşa jiyanê bixwe ye. Ji ber ku ev baş tê zanîn pergala desthilatdariyê vê her carê bi awayekî bi kar tîne.
Mijara blokekirina hesabê HDP’ê jî vê ne dûrtir e. Piştî biryara ku ji hêla Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve ji bo blokekirina hesabê HDP’ê hate dayîn ji çar hêlan ve ji bo HDP’ê dengê piştgiriyê bilind bû. Weke tê zanîn ku Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn bi daxwaza astengkirina alîkariya xezîneyê ya HDP’ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Di idanameyê de hincet axaftinên parlementeran ên ku di meclîs û çapemeniyê de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, nîşandabû.
Her wiha hinek axaftina parlementerê HDP’ê Sezaî Temelî ku gotibû “HDP ne tenê muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd e, aktorê sereke yê ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê siyaseta demokratîk diafirîne û hêsan dike ye. Lê ya ku divê tu carî neyê jibîrkirin navnîşan û muxatabê sereke yê çareseriya demokratîk Îmralî ye” Li gorî xwe şîrove kiribû û ev tişt gotibû: “Sezaî Temellî, bi van gotinên xwe Serokê PKK’ê yê rêxistina ‘terorê’ Abdûlah Ocalan weke muxatab nîşan da û destnîşan kir ku rêvebirê payebilind ê partiya ‘sûcdar’, serokê rêxistina ‘terorê’ ye.”
Dîsa tê zanîn ku piştî serlêdana Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn di 5’ê çileyê 2023’yan de li Dadgeha Destûra Bingehîn Biryar hat girtin ku li ser hesabên HDP’ê yên ku ji xezîneyê alikariya wan tê girtin, astengkirina demkî bê danîn. Ji bo vê biryarê hevserokê HDP’ê Sezaî Temelî jî ev nirxandin kiribû: “Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind daxwazên MHP, BBP û Partiya Vatanê bi cih tîne. Ev daxwaz daxwaza partiyên ku piştgiriyê didin deshilata AKP-MHP’ê ye.”
Bi siyaset û polîtîkayên bi vî rengî çi daxwaz tên kirin? Diyar e ku dubare weke her car bi rêbazên zext û zordariyê teslîmiyetê ferz dikin. Ji bo ku HDP’ê asteng bikin û bigirin her cure qalikê yasayî û saziyên xwe bi xwe jî tune dihesibînin. Ji bo ku ji desthilatê nekevin li hundir û derve ev qasî êrîşkar dibin.
Sedema bingehîn a krîza aborî ya li Tirkiyeyê biryarên bi vî rengî ne ku weke Temelî jî destnîşan kiriye bi fermana AKP, MHP, BBP û Partiya Vatanê tên dayîn. Her wiha polîtîkaya şer ku ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve tê meşandin bandoreke mezin krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê dike.
Ji ber vê sedemê jî îro hemû gelê Tirkiyeyê gihîştiye wê bîr û baweriyê ku li dijî vê deshtilatê tekane rê têkoşîn e. Bi hin tifaqan li dijî faşîzmê serkeftinên mezin jî hatine bidestxistin. Heke muxalefeta li dijî rejîmê li yek navendê were birêxistinkirin wê faşîzm teqez têk biçe. Divê civaka Tirkiyê û hêzên demokratîk bibînîn ku bi yekbûnê dikarin ji rejîma faşîst xilas bibin.
Gelê kurd ji van polîtikayên qrêj re qet ne xerîb e.
Divê ji vê pergala AKP-MHP’ê ev pirs bê kirin: “Hûn malê kê ji kê distînin?”