12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Amedî gotinê ji kesî re nahêl in’

Ez dikarim çavdêriyên xwe yên atmosfera li Amedê wiha bêjim ku Amed her tim ji fînalê hez dike û roja 14’ê Gulanê jî dê fînalê bike. Li gel hemû êrîş, binçavkirin, girtin êrîşên nîjadperestî jî amedî ji ya xwe nayên xwarê

Ber bi 14’ê Gulanê roja hilbijartinê ve hema bêjin atmosfera her bajarekî li Kurdistanê germtir dibe û êrîşên hikumeta ku naxweze dev ji desthilatdariyê berde zêdetir dibin. Çend roj berê bi boneya mitînga jinan ez li Wanê bûm ji wir min berê xwe da Amedê. Ji Wanê heta Amedê  mirov dikare bêje ku gel nefesa xwe girtiye û li hember binçavkirin, tunehesibandin û her cureyên êrîşan hevokên weke‘piştî 14’ê Gulanê desthilatdariya faşîst dê bibîne ku dew birayê mast e’ li ser devê wan e. Vêca weke xebatkarên Xwebûnê me jî berê tûrê xwe daye milê xwe, bajer bajer diğerin. Jixwe haya xwînerên Xwebûnê ji nivîs-çavderiyên hevalên me Agît Yazar, Kadrî Esen, Medya Bal û Îsmet Konak ên der barê bajarên cuda de heye. Bi rastî jî di nav şert û mercên zehmet de hevalên me hewld didin bajar bi bajar bigerin û çavdêriyên xwe bi xwîneran re parve bikin. Îcar vê hefteyê min jî wênekêşa xwe xist stûyê xwe di 2’ê gulanê de berê xwe da kolanên Amedê û min rojekê hin namzetên Amedê şopandin.

Di hilbijartina îsal a 14’ê Gulanê de li gorî daneyên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) wê milyonek û 14 hezar û 887 hilbijêr di 3 hezar 675 sindoqî de dengê xwe bi kar bînin. Û bê guman dê li bajêr qedera partiyên siyasî diyar bikin. Di hilbijartina giştî ya 2018’an de HDP’ê ligel hemû êrîş û tunehesibandinên heyî û her wiha di bin zilm û zorê de gel çibû ser sindoqan.  Di encama hilbijartina 2018’an de HDP’ê 9 parlementer şandibûn meclisê. Jixwe li welatekî ku di bin mêtingeriyê de be gel çiqas ‘raya xwe bidê xwe’ jî bi hincetên cuda, dizî û êrîşan cur bi cur serdest hewld didin koltuxê xwe sexlemtir bikin. Ji bo hilbijartina 2018’an mirov dikare vê yekê bêje.

Bi keda jinan destpêk

Vêce di çerçoveya bernameya namzetên Amedê de serê şeveqê ez çûm avahiya navendê ya Partiya Çepên Kesk û ji wir jî ji bo tev li bernameya xweser a Adalet Kaya û ji DBP’ê Hasîbe Yazdik bibim çûme navçeya Yenîşehirê. Li vir jin di çerçoya bernamayê de bi jinên taxê re hatin gel hev û her jinek  ji malê destevala nedihat. Ji penîr, zeytûn, îsotên qelandî heta gelek çeşîdên xwarinên taştê anîn ser sifreyê. Hê min li amedakariyên jinan ên ji bo taştê mêze dikir vêce 3 heb jinên biyanî li ber çavê min ketin. Di destê min de wênekêş hebû em bi hev re keniyan û min xwest wêneyên wan bikşînim, hema hatin ba hev û tiliyên xwe rakirin.

Kurmanciya  Emma û Wîllow

Piştî me hinekî kêfxweşî da hev min xwest wan nas bikim û bi riya ingiliziya translaterê min hewl da bi wan re bixavim lê hê min translate venekirî dest bi kurdî kirin. Tabî çavê min beloqî nebû û ez matmayî jî nemam! Tenê min di cihên kurdên ku xwe ji zimanê xwe dûr dixin û madê xwe li kurdî danaynin, hinekî şerm kir. Piştî diyalogeke kurt ez hîn dibim ku her sê ji bo çavderiya hilbijartinê ji Almanya û Îngilstanê hatine. Emma Muller ji Almanya, Wîllow Reid ji Îngilistanê û Seyran Marofî jî ji Îngilistanê hatiye lê ew bi xwe ji rojhilatê Kurdistanê ye.

Behsa felsefeya Jin Jiyan Azadî dike

Min û Seyranê vêca me kêfxweşî da hev û em ketine soxbeteke ku me ji diktatoriya Îranê dest pê kir heta faşîzma ku îro desthilatdariya tirk dixwaze ava bike de em derketin. Seyranê qala felsefeya ‘Jin Jiyan Jiyan Azadî’ û sedema belavkirina vê felsefeyê ya li cîhanê kir û wiha got: “Bi qetilkirina Jîna Emînî re ev felsefe belav bû lê bingeha vê fikrê bi jinên kurd ên li Rojava û bi berxwedana kurdan re dest pê kiriye. Divê em vê yekê li her derî wiha parve bikin.”

Dîsa jin pêşengtiyê dikin

Yek ji namzeta Amedê Adalet Kaya beriya bibe namzet di nav rêveberiya Komeleya Jinan a Rosayê de cih digirt û bi salane ku ji bo mafê jinan li ber xwe dida. Niha jî dê yek ji namzeta Partiya Çepên Kesk dê xebatên xwe li meclisê bidomîne. Têkildarî rewşa hilbijartinê ya li Amedê û xebatên namzetan me hinekî xeber da. Adaletê di serî de bal kişand ser êrîşên dawî yên li Amedê ku gelek hevalên me yên rojnameger, parêzer, siyasetmedar û hunermendan jî di nav de hatin girtin û êrîş şermezar kirin. Adalaet Kaya axaftina xwe wiha domand: “Ligel hemû êrîşên û çewisandinan jî xebatên me li Amedê pir serkeftî derbas dibin. Wek her carê di xebatên hilbijartinê de jî jin pêşengtiyê dikin, ji xebatên taxan heta li gund û navçeyan tevan jin di her kar û kêliyê van xebatan de cih digirin. Li pêşberî van xebatên me tu partiyeke siyasî ku em li hemberî hev bixebitin nedîtiye. Li şûna partiyan em bi polîs, leşker û hêzên deshilatdariyê yên din re rû bi rû dimînin. Hewld didin pêşiyê li xebatên jinan bigirin ji ber wê jî gelek caran êrîş birin ser bûroyên jinan jî. Bi wan êrîş û binçavkirinên dawî me navbereke kurt da xebatan em çûn ber deriyê Edliyê lê ji bo dawiya vê faşîzmê me ji diltir niha xebatên xwe domandin.”

‘Êdî diziya AKP’ê qebûl nakin’

Adalet Kaya di dewama axaftina xwe de balê dikşîne ser nêzîkatiyên gel ên li hemberî partiya Çepên Kesk wiha dibêje: “Tê zanîn ku li Amedê bingeha hilbijêrên me pir xurt e.”

Di her hilbijartinekê de jixwe ev derdikeve holê. Lê hin kesên ku heta niha rayê xwe nedayî me û ji ber mijara olê  ya ku AKP îstîsmar dikir û ji ber meselayê olê berê xwe dayî AKPê êdî dixwazin bi me re biaxivin û me guhdarî dikin. Ev derdora heyî êdî dizî, talan, êrîş û çewisandinên desthilatdariya AKP’ê êdî qebûl nakin û dibêjin di dînê îslamê de tişteke wiha nîn e.”

‘Amedî gotinê ji kesî re nahêl in’

Tê zanîn ku gelê Amedê pir polîtîk e û di pêvajoyên hilbijartinê de jî dizane ku dê çi, çawa bike. Adaletê jî bal kişand ser vî alîyî û wiha got: “Ji jin, ciwan, kal, pîr heta karker û xebatkarên amedî di ferqa her tiştî de ne. Amedî gotinê ji kesî re nahêl in. Ji her qadeke jiyanê amedî dibêjin divê bi lezgînî ev desthilatdarî biguhere. Lê bangewaziyeke min tenê ji gelê Amedê heye ku her kesek, li raya xwe û li sindoqan xwedî derkeve.”

Namzet rojnameger bi hev re ne

Piştî bernameya li Yenîşehrê min berê xwe da navçeya Sûrê. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Sûrê li otelekê bi xebatkarên çapemeniyê re kom bûbûn. Min jî xwe gihande vê hevdîtina namzetan a bi rojnamegerên herêmî re. Li vir jî namzet û rojnamegeran bi hev re taştê xwar û piştî hevdîtînê namzet hatin gel hev û me rojnamegeran pirs ji wan pirsîn; namzetên parlamenteriyê Ceylan Akça, Sevîlay Çelenk, Halîde Turkoglû, Cengîz Çandar, Serhat Eren, Mehmet Emîn Aktar û Samet Menguç bersivandin. Her yek namzetên Amedê yên Partiya Çepên Kesk bal kişand ser nasname û sosyolojiya Amedê û diyar kir ku Amed her tim keleha berxwedanê ye li dijî politîkayên tunehesibandinê her tim nerazîbûnên xwe anîne ziman.

‘Divê pêşî em tecrîdê rakin’

Jixwe di rojeva rojane a li Amedê bêyî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derbas nabe. Li ser pirsa me rojnamegeran a ‘Li aliyekî tecrîdeke giran li Îmraliyê heye lê li aliyê din di vê pêvajoya hilbijrtinê de hikumet li ser rojnamegeran behsa hevdîtina bi Ocalan re dike?’ a ji Cengîz Çandar êdî mijar bû înkarkirina kurdan, pêkanînên antîdemokratîk, pêvajoyên çareseriyê û hwd. Çandar têkildarî pêvajoya çareseriyê ev tişt gotin: “Du sal in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin. Tişta pêşî ku hewce ye em li ser bisekinin rakirina tecrîda li Îmraliyê ye. Ji bo çareseriya meseleya kurd divê tecrîd demildest rabe.”

‘Dê bin 12 namzetan nekeve’

Ber bi dawiya civînê re ez bi hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Aksoyê re ji bo naveroka bernameya namzetan axivîm û min dît ku Gulîstanê dê tev li bernameya namzetê Partiya Çepên Kesk Azad Barış bibe. Azad Bariş ku kurdê êzidî ye, di sala 1969’an de li herêma Qerejdaxê li gundê Zewra yê Wêranşar a Rihayê hatiye dinê. Hê zarok bû malbata wî koçî Ewropayê dike û li gelek bajarên weke Îngilistan, Amerîka û Awustralyayê tev li bernameyan bûye û xebatên ragihandin û çandê de hîndekarî kiriye. Em jî tev li xebatên Azad Bariş bûn û ji Sûrê ber bi bajarokê Çarikliyê ve çûn. Di erebê de Gulîstan Aksoy rewşa xebatên hilbijartinê ji Azad Barış kir li ser pirsa Azad Barış bi kêfxweşî û kelecanekê got ku li Amedê Partiya Çep dê bin 12 parlementeran nekeve û gelê Amedê hatiye asteke wisa ku  tehemûla wan ji polîtîkayên nîjadperest re nemaye.

‘Em ê rayê xwe bidin xwe’

Li bajarokê Çarikliyê Azad Bariş bi esnaf û gel re hat gel hev. Ez dikarim bêjim ku ji serê bajarok heta dawiyê wê jî ji her esnafekî, ji her dikan, cafe û qehweyekî bertekên gel erênî bûn û Azad bi wan re bi kurmanciyeke herikbar û rojane banga xwedîderketina li Çepên Kesk dikir. Li bazara bajarok çend jinên ciwan re ji namzet re gotin; ‘hewce nake tu ji me re bêje rayê xwe bidin Çepên Kesk jixwe em ê rayê xwe bidin xwe.’ Hema bêjin li hemû bajar, navçe, gund û bajarokên Kurdistanê jixwe tenê ev hevoka ‘em ê rayê xwe bidin xwe’ heye. Li gorî min di xebatên vê hilbijartina 2023’yan de êdî ev bû pêlek û felsefeyek di nav         kurdan de.

‘Mohra xwe li binê darê bixin’

Azad Bariş demekî kete nav bazara di nîvê bajarok de. Bazarvanan kêfxweşî danê û dayikekê ew hembêz kir û jê re got: “ Wellehî lawê min em ê bi ser bikevin û em ê te bişînin meclise. Bes e ji destê van.’ Her wiha li kolaneke din çend ciwan derketin pêşberî me û Azadî çû pêşiya wan. Piştî slavekî ji wan re qala Partiya Çep kir û ji wan re got hewce ye ciwan mohra xwe li binê darê bixin. Her du ciwanan jî bi hev re gotin; “biz biliyix abê..” Azad jî got wê demê vê jî bizanîbin ku dema ez çûme meclisê ez ê ‘Yapay Zekaya bi kurdî çê bikim’ Li ser vê gotinê ciwan bişirîn û gotin; “jixwe em bi biryar in, dê Partiya Kesk bifirîne.’

Bajarên fînalan: Amed

Vêce piştî vê bernameya bi namzetan re hêdî hêdî min ê berê xwe bida rojnameyê. Bi xwedê wilo pişta min bi min re xeber dida, ew qasî ez westiyam lê bi xwedê bi wê kelecan, moral û coşa gel re mirov westandina xwe jî ferq nake. Kurt û kurmancî di dawiya rojê de ez dikarim vê encamê bêjim ku Amed her tim ji fînalê hez dike û dê roja 14’ê Gulanê jî fînalê bike. Li gel hemû êrîş, binçavkirin, girtin êrîşên nîjadperestî jî amedî ji ya xwe nayên xwarê…