Li bakurê Kurdistanê 17 hezar welatparêzên kurd ji aliyê dewletê ve hatin revandin, windakirin û kuştin. Çîroka her yekî ji wan balkêştir e ji ya din. Xizmên wan bi salan e ku têkşîna edaletê didin û şopa wan dimeşîn in. Hineke ji wan êdî hêviyên xwe yên dîtinê birîne lê belê hin ji wan jî hene ku bi bîranînên xizmên xwe dijîn û ha ji wan ku ji nişka ve derî vebe û têkevin hundirê malê. Yan jî li cihekî rastî şopa wan bên. Bi hezaran çîrokên dilsoj ên malbatan hene. Yek ji wan jî çîroka Fikrî Ozgen e ku 27 sal in winda ye.
Ji Ajansa Welat Bîlal Guldem û Omer Demîr li ser serpêhatiyên Fikrî Ozgen û têkoşîna malbatê ya ji bo dîtin û edaletê bi ferdên malbatê re axivîne.
Fikrî Ozgen dema tê revandin û windakirin 73 salî bûye. Li navçeya Rezanê ya Amedê roja 27ê sibata 1997an ji aliyê çar kesên ku cilên sivîl li wan in ve, tê revandin. Fikrî Ozgen ê bi nexweşiya kronîk a astimê ji bo biçe dermanên xwe bistîne ji malê derdikeve û li nêzî Parka Koşûyolû ew tê revandin. Ev kes ewilî nasnameya Ozgen kontrol dikin û paşê wî li texsiya Toros a spî siwar dikin û dibin.
Mala wî dişewitînin û wî direvînin
Fikrî Ozgen li gundê Dêlît ê ser bi navçeya Pasûra Amedê ve 28 salan keyatiya gund dike. Ji ber xebatên polîtîk ên zarokên Fikrî Ozgen dewlet zextên giran lê dike. Hertim tê binçavkirin û dewlet wî didarizîne. Sê caran mala wî ji aliyê leşkeran ve tê şewitandin û di sala 1992yan de neçar dimîne gundê xwe diterikîne û li gel malbata xwe tê li navenda Amedê bicih dibe.
Zextê û fişara leşker û polîsan li Amedê jî li ser Fikrî Ozgen berdewam dike. Polîs her tim bi ser malan wî ve digirin û lêgerînê li malê dikin. Dewlet li vir jî wî rehet bernade û wî didarizîne. Her çiqas hevjîna wî Dilşah Ozgen li hevjînê xwe digere jî lê tu encam bi dest naxe. Tevî ku Fikrî Ozgen 28 salan keyatiya dewletê kiriye jî lê 27 sal in winda ye.
Dilşah Ozgen di doza têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de hem du lawên wê canê xwe ji dest didin û hem jî hevjînê wê tê revandin û windakirin. Ew bi alîkariya zarokên xwe piştî demek dirêj hat tev li çalakiya Xizmên Windayan û ÎHDa Amedê ya li Parka Koşûyoluyê bû. Bi zorê xwe li ser lingan digire, ji ber nexweşîn û extiyariya xwe êdî mîna berê nikare tev li çalakiyê bibe. Dilşah Ozgen a ku bi piştî salan cara ewil hat çalakiyê, ji aliyê xizmên windayan û rêveberên ÎHDê ve jî bi dilgermî hat pêşwazîkirin. Dilşah Ozgen di heman demê de hevala Dayika Aştiyê Sakîne Arat e ku di 13ê adarê de jiyana xwe ji dest dabû. Di çalakiyê de jî ew li ser kursî hat rûniştandin û daxwaza hestiyên hevjînê xwe Fikrî kir. Nevzat Ozgen û dayika xwe Dilşah li ser serpêhatiyan diaxivin.
Nevzat Ozgen lawê Fikrî Ozgen e, dema bavê wî revandin, kuştin û windakirin ew di girtîgehê de bû. Nevzat Ozgen bi bîr xist ku sala 1997an 200 metre nêzî mala wan bavê wî revandine û ji wê rojê ve agahî jê negirtine. Nevzat Ozgen diyar kir ku her çiqas îtîrafkar li xwe mikûr hatibûn jî lê kujerên bavê wî nehatine dîtin. Nevzat Ozgen anî ziman ku wan gelek caran serî li dadgehan daye lê heta îro jî tu encam negirtine û wiha got: “Li DMMEyê Dewleta Tirk mehkûm bû. Lê armanca me ne mehkûmkirina dewletê bû. Armanca me ew bû ku faîlên 17 hezar windayên me bên dîtin. Lê tu kujeran ceza negirt. Dewlet sûcê ku kiriye, mîna ku kurd sûcdar bin, nêzî me kurdan dibe.”
Nevzat Ozgen da zanîn ku îro pêvajoyek tê birêvebirin û wiha got: “Dîsa kurdan fedakarî kir û pêvajo dan destpêkirin. Wê dewlet gavan biavêje neavêje ev ne zelal e. Ev serê kurdan şolî dike. Kurd hê jî bawer nakin. Ji ber ku gav nayên avêtin, kurd bi guman nêz dibin. Lê belê kurd pir zelal in. Dewlet hê jî destê xwe ji ser tetikê nekişandiye. Hê jî operasyonan dikin. Wisa bi zimanekî tûj xeber didin û zimanekî şerxwaz bikar tînin. Dixwazin vê pêvajoyê ji xwe re bikin wek firsendekê. Armanca wan ev be wê rewş ne baş be. Lê belê heke jidil bin û ji dîrokê dersan derxe, dikarin gavan biavêjin.”
‘Divê dewlet lêborînê ji malbatan bixwaze’
Nevzat Ozgen destnîşan kir ku divê ji bo windayan li Meclisê komîsyonek were avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di encamê de bi hezaran mirov koçber bûne û 17 hezar însan winda bûn e. Divê ev komîsyon li ser vê yekê lêkolînan bike. Divê sûcdar bên tesbîtkirin û werin dadgehkirin. Sûcê kî çi be, bila cezayê wî jî ew be. Lê heta îro mîna ku sûcê dewletê nîn e û ji vî sûcî direve. Çimkî bila carek din tiştên wiha neyên qewimandin. Bila ji malbatan lêborîn bê xwestin. Hê jî bi hezaran faîl di nav me de ne. Divê dewlet li ser navê van kujeran ji malbatan lêborîna xwe bixwaze û efûya xwe bixwaze. Heke gavek wisa were avêtin, helbet wê ev mirovên me neyên dîtin lê belkî pariyek germahî bikeve dilê malbatan. Mesela Sakîne ana çavên wê vekirî çû. Hevala diya min bû. Li vî welatî her kesê ew nas dike. Hêsirên çavên wê ziwa bibûn û çavvekirî çû. Divê wisa nebûya. Lê wisa çêkirin.”
‘Divê hikûmet gavan biavêje’
Nevzat Ozgen anî ziman ku divê ev komîsyona ku bê avakirin bi lezgînî dest bi lêkolîna dîtina gorên windayan bike û heke gavên di vî warî de neyên avêtin tu maneya vê xebatê jî nîn e. Nevzat Ozgen got ku divê hemû daxwazên gelê Kurd bên qebûlkirin û girtiyên nexweş werin berdan. Nevzat Ozgen diyar kir ku gere ziman û nasnameya Kurdan were qebûlkirin û di qanûnan de were mîsogerkirin. Nevzat Ozgen destnîşan kir ku ji Kurdan bêtir pêwîst e hikûmet gavan biavêje.
Dilşah Ozgen bi gotina “ka ez ê çi bêjim” êş û kulên nav dilên xwe tîne ziman û axaftina xwe wiha domand: “Min hestiyên wî jî nedît. Qet nebe min hestiyên wî bidîta û min zanibûya cihê gora wî li ku ye. Ka ez çi bikim. Xwezî min bidîta hestiyên wî li ku ne. Ji bo dermanê xwe bistîne ji malê derket û wî birin. Ew ro û îro… Me hestiyên xwe jî nedît. Wî dibin JÎTEMê û winda dikin. Êdî hişê min nemaye. Min bi qasî porê serê xwe xeber daye, lê tiştek bi destê me neket. Êdî vaye ez extiyar bûm, hişê min nemaye. Bila hestiyên me nîşanî me bidin. Bi qasî porên serê me zarokên me hatine kuştin û windakirin. Newal û mesîl bi hestiyên zarokên me tije kirin e.”
Piştî çalakî bi dawî bû, Dilşah Ozgen xatir ji çalakvanan xwest, ket milê keça xwe û dîsa berê xwe da malê. Keça wê wesiyeta diya xwe dibêje, dayikê ji zarokên xwe re gotiye; “Dema ez mirim wêneyê her du zarokên min û bavê wan li mala şînê daliqînin.”