Ji sala 2007an ve ye girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ji aliyê rejîma Îranê ve tê girtin û rastî her cure îşkenceyan tê. Niha jî nexweşiyên wên nayên dermankirin. Li dijî vê pêkanîna kêfî û dijmirovî ya rejîma Îranê ji herêmên cuda yên Îranê û cîhanê 22 rêxistin û 12 aktîvîstên mafên mirovan bi daxuyaniyeke hevpar bang kirin ku girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan tavilê bê dermankirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku tevî nexweşiya metirsîdar jî Zeyneb Celaliyan nayê tedawîkirin û wiha hate gotin; “Rayedarên Îranê rê nadin Zeyneb Celaliyan were tedawî kirin. Rayedar bi van nêzîkatiyên xwe dixwazin poşmaniyê li girtiya Kurd ferz bikin, lê Zeyneb Celaliyan dijî vê helwestê xwe ragire. Nexweşiya gurçik, lerizîn, dîtina xirab û enfeksiyona diranan bi Zeyneb Celaliyan re heye. Ji ber van nexweşiyan jî pêwîstî bi tedawiyek lezgîn heye.”
Navê hinek ji rêxistin û çalakvanên mafê mirovan ên ku daxuyaniyê îmzekirine wiha ne:
Wexfa Abdulrehman Buromand, Rêxistina Mafên Mirovan a Ahvazê, Kampanyaya Çalakvanên Belûç, Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, Navenda Belgekirina Mafên Mirovan a Îranê, Rêxistina Navneteweyî ya li dijî Îşkenceyê. Herwiha çalakvanên mafên mirovan Mehmûd Emîrî Muqedem, Nazanin Bunyadî, Laden Bromandy, Roya Bromandy, Şîrîn Abbadî, Karen Karlaker, Richard Ratcliffe û Nazanin Zaghari Ratcliffe.
Hêjayî gotinêye ku Zeyneb Celaliyan di sala 1982yan de li bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di sala 2007an de bêyî fermana dadwer li Kirmaşan hat binçavkirin û di 25ê Sibatê de bi tometa ‘Hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî xweda’ cezayê bidarvekirinê lê hat birîn. Lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê guherî yê heta hetayî.