Min çavên xwe li dinyayê vekirin û her kesî li dora min navek tenê digot; heya bi wan jin û pîrekên taxê ku danê êvarê li hênkayê li ber deriyan rûdiniştin ji zarokên li ser cadeyan bi gogên lastîkî dilîstin heman nav digotin, “kuro law vegere mal belqityo ma tê bibî Maradona” her dêyekê bi vî hawî bi dûv zarokên xwe diketin li kuçe û kolanên ku berçemokan bifirînên xwe yên reqsok li ezmanên wan tarî bi ser me de nizim dikirin.
Di zaroktiya xwe de min sûretekî Diego ji kovareke sporê jêkiribû û min ew her şev wek nivîştekê li kêlek serê xwe datanî; di wî sûretî de Maradona li hemberî golparêzê ingilîzan ê navdar Peter Chilton bi destê xwe yê çepê li gogê dixist, ew destê ku wê dûra Maradona nav lê bike “Destê Xwedê”, ew destê ku dîroka sporê çep gerand.
Der barê vê yekê de nivîskarê uruguayanî Eduardo Galeano di şîroveyeke xwe de wiha dibêje: “Maradona di yek lîskê de dikarîbû bêguman desthilatdar û bazirganên lîska gogê bi rêya her du golên xwe yên navdar û nakokbar têk bibe; û di nava her du golan de jî pênc deqe hebûn, yek jê golê diziyê yan golê destê xwedê bû û yê dî jî ew golê ecêb û çeleng bû ku heya niha wekî bedwetirîn golên kûpa cîhanê tên jimartin. Bi xêra van her du golan Maradona bû wekî xwedawendekî lê bi nerîna min, bi saya wî golê sûcdar ê spartî gunehkariyê bêtir ji wî golê akrobatîk. Bi vî hawî Maradona dikarîbû cihê xwe di bîreweriya her mirovekî de çêbike û bibe xwedawendekî gemar lê ji hemî xwedawendan jî mirovtir û nêzîktir.”
Dibe ku anîna wî golê sûcdar bi destê çepê ne lêhatin bû û ger lêhatin be jî dê lêhatina herî dadwer û serkeftî be li dinyayê, ew destê ku wê Maradona dûra sûretê Che Guevara li ser binqeşîne û pê jî cigareyên kûbayî yên hevalê xwe Fidel Castro bikêşînî.
Di sala 1982‘yan de ingilîzan êrîş birin ser giravên Falklandê û ew xistin bin desthilatdariya xwe de, miletê arjantînî bi vê yekê pir digiriyan û perîşan bû û li ser vê bûyerê derhênerê îtalî Paolo Sorrentino di filmê xwe yê bi sernavê “Destê Xwedê” balê dikişîne ser vê bûyerê “Maradona hişt ku dilê hejar û feqîran li dinyayê tevî xweş bibe û mora çepgiriyê li her derê danî li cadeyan li ser cilan û di hundirê derûnên şikestiyan de jî. Gekê li cadeyan hawar dikirin û digotin: “Maradona bi destê xwe yê çepê heyfa me arjantîniyan hilanî, ev ne tenê destê xwedê bû ev destê her çi hejarekî li dinyayê heye.”
Û wek ku Galeano di pirtûka xwe “Mirêk” de dibêje: “Te dî ji ber ku narkotîka serkeftinê ji ya kokainê xerabtir e û bi rêya mîz û xwînê jî aşkera nabe, Maradona piştî ku erka xwe gîhand serî, ew êdî nema dikarîbû careke din vegere wê civaka ku jê hatibû.”
Teqez navdarî û şikomendiya Maradona ne tenê ji ber golên wî yên bi destê xwe yê çepê biriye hatiye. Her wiha berî ku yaneya Napolî Maradona veguhêze nav tîma xwe û berî ku Maradona bi xwe jî di nava çirava Mafyayên Camorrayê de wer bibe û bengî kokainê bibe, tevaya bajarên başûrê îtalyayê û nexasim Napolî raserî nijadperestiyeke gemar û qirêj ji hêla îtaliyan ve dihatin, bi saya Diego tîma Napolî dikarîbû têkeve rêza yaneyên herî navdar û bi hêz li Îtalyayê û ev ê yekî jixwe hişt ku gelên Napolî berê xwe bidin gorên bajar û bidengekî bilind bang li miriyên xwe bikin û biqîrin: rabin ser xwe, ma win çi qasî bê şens û bedbext in ku win nikarin Maradona bibînin.
Di sala 1990’î de Mondial li Îtalyayê bû û wilo li hev hat ku Arjantîn di lîska berî fînalê de raserî Îtlayayê were û eyn li Stadyona Napolî bi hev re bilîzin, ev Stadsyona ku wê piştî koça Maradona navê wî hilgire. Di wê rojê de Maradona ji gelên Napolî xwest ku pişta wî bigirin li dijî nijadperestiya îtalî ku xelkên napolî wek kûçikên bîn genî bi nav dikirin; lê berevajî wê hemî gelên Napoliyê bi welatê xwe re sekinîn û Maradona û hevalên wî li halê xwe hiştin zora îtaliyan bibin û berî bidin fînala ku wê Diego vê carê wê li Romayê li hemberî manşafta almanan bixusire.
Belam tişta ku Maradona timî di sawêrdan û bîrdanka her kesî de zindî dihêle, ne tenê gol, bêcirî û karîzmaya wî ye, lê belê ew çirûsîna ku di çavên wî de dixişe ya ku dişibe wê çirûsîna çavên zarokên ku li ser cadeyan bi gogê dilîzin.