12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

20 rojnameger hatin darizandin

Danişîna doza 20 rojnamegeran li Amedê pêk hat. Biryara qedexeya derketina derveyî welat a rojnamegeran didome.

4’emîn danişîna doza rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 16’ê hezîrana 2022’yan de hatibûn girtin û 13 mehan girtî mabûn, îro pêk hat. Di dosyayê de 15 rojnameger 13 mehan girtî mabûn. Bi giştî 20 rojnameger tên darizandin.

Her 20 rojnameger jî bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” û negirtî tên darizandin. Danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Rojameger Omer Çelîk, Mehmet Şahîn, Elîf Zîlan Ungur tev li bûn. Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek, endamên Weqfa Clooney a Zanîngeha Amsterdamê û rojnamegeran jî doz şopandin. Di heman demê de parêzerên rojnamegeran Resûl Tamur, Serdar Çelebî û Bahat Oktay jî amade bûn.

Dadgehê, biryar da û xwest ku ji bo îadekirina materyalên dijîtal muzekere were nivîsandin. Daxwaza ji bo rakirina qedexeya derketina derveyî welat jî red kir. Danişîna dozê taloqî 15’ê gulana 2025’an hate kirin.