Di van rojên zor û zehmet ên piştî erdheja Mereşê û wêraniya bi xwe re anî di her warê jiyanê de bandora xwe dide der. Amed jî di nav de li hemû bajarên ku bandora erdhejê lê xurt bû tabloyeke gelekî aloz û kesanedîtî bi xwe re anî.
Doh êvarê kurê biraziyê min Botan Yusuf û vê sibehê jî keça hevalê me yê rojnameger Serdar Altan a 9 salî Arjîn Hêja gelekî bala min kişandin.
Botan kurekî 7 salî ye û ji ber erdheja Amedê neçar maye ku tev li malbata xwe mala xwe terk bike û biçe li cihekî din bijî. Doh êvarê min dît ku di bin bandora erdhejê de maye û ji xwe re ev wêne xêz kiriye.
Îro serê sibehê jî Arjîn Hêja bala min kişand. Hêja bi dayika xwe re hatibû serdana Rojnameya Xwebûnê û li wir ji xwe re ev wêne xêz kir. Arjîn got ku ew vî wêneyî ji bo bavê xwe Serdar Altan amade dike û wê jê re bişîne girtîgehê.
Hêjayî gotinê ye ku Serdar Altan jî yek ji 16 rojnamegerên ku ji 8 hezîrana 2022’yan de hatibûn binçavkirin û girtin. Derdora 8 mehan Serdar û hevalên xwe di girtîgehê de ne bêyî ku wan derxînin pêşberî dadgehê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di van şert û mercan de Botan û Arjîn li gorî mexdûrên vê felaketa mezin di nava zarokên bi gelekî bişens de tên hesibandin. Ji ber ku ew her du zarok ne di konan de dijîn ne li kolanan mane lê li mala kal û pîrên xwe dijîn. Îro roja 9’emîn a piştî erdhejê ye û hîna jî mixabin gelek mirov di bin kavilan de mane.