Li Şengalê di encama êrîşa balafirên Tirkiyeyê de 2 endamên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan. 2 şervan jî birîndar bûn. Duh li Şengalê li Geliyê Şilo balefirên bêmirov ên biçek ên Tirkiyeyê êrîşî 2 wesayîtan kirin. Di êrîşê de fermandarekî YBŞ’ê jî di nav de 2 endamên Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ên bi navê Azad Êzdîn û Enver Tolhildan jiyana xwe ji dest dan. 2 endamên YBŞ’ê ji birîndar bûne. Azad Êzdîn yek ji Fermandarên YBŞ’ê ye.
Artêşa Iraqê di 18’ê Çileyê de gef li Asayîşa Êzidxanê xwaribû û xwestibû ji qadên xwe derkevin. Di heman rojê de sê rojnamegerên li qadê jî hatibûn binçavkirin.
Balafirên şer ên Tirkiyeyê di 7’ê çileyê de li wesayîta Hevserokê Konseya Rêveber a Xweser a Şengalê Merwan Bedel dabû. Bedel di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû.