3 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

2 meh in ambargo li ser Mexmûrê ye

Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Ehmed Şehbaz têkildarî sedema serdana wan a Wezîrê Dadê û binçavkirina şandeyê wiha got: “Em hevî û daxwaz dikin ku mafên ji bo penaberan hatine nasîn têkevin meriyetê. Dixwazin di asta ewlehî û parastinê de mafê gel çareser bikin.”

Ji 10ê nîsanê ve ambargoyeke girankirî li ser Wargeha Mexmûrê tê meşandin. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û rakirina ambargoyê nûnerên wargehê şandeyek şandin Bexdayê. Piştî ku hevdîtin bi Wezîrê Dadê re pêk anîn, di 14ê gulanê roja vegerê de hêzên Iraqê yên nokteya kontrolê şandeyê binçav kirin. Şandeya ku ji hevserokê Meclisa Gel a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Ehmed Şehbaz, hevşaredar Edban Yilmaz û hevberdevkê Komîteya Têkiliyên Derve Bêwar Emîn pêk dihat, piştî 37 rojan hatin berdan.

Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Ehmed Şehbaz têkildarî sedema serdana Wezîrê Dadê û binçavkirina şandeyê nirxandin kir û got: “Zêdetirî 2 meh in li ser Wargeha Mexmûrê ambargo heye. Li ser amûrên binesaziya wargehê û pêdiviyên malbatan ambargoyek heye. Me li ser daxwaza meclisa Mexmûrê xwest pirsgirêkên heyî bigînin Dewleta Iraqê. Me xwest pêwistiyên penaberên Mexmûrê bêne çareserkirin. Em bi Wezîrê Dadê Xalit Şivanî re rûniştin. Me di civînê de pirsgirêkên wargehê, meseleyên tenduristî, perwerdehiyê û yên jiyanî parvekir. Wargeha Mexmûrê 30 sal in bi Iraqê re dijî û hevdîtinan dike. Xwedî mafê penaberan ên siyasî ye. Iraq wekî hikûmet û wekî desthilat her tim sozan dide, lê her tim taloq dike. Her tim dibêjin em ê meseleyên av, ceyran û binesaziyê çareser bikin. Dibêjim em ê meseleyên tenduristiyê çareser bikin. Lê her tim taloq dikin. Her ji 3-4 salan carekê van sozan didin û taloq dikin. Heta îro taloq kirine.”

Lê di van hevdîtinên ku em bi wezîrekî û saziyeke dewletê re dikin, em tenê dixwazin ku ev bêedaletiya li ser me hatiye kirin bê rakirin. Em dixwazin mafên welatiyan di aliyê hiqûqê de bê dayîn û parastin. Lê gelê Wargeha Mexmûrê nikare sûdê ji mafê perwerdehiyê, tenduristiyê, aboriyê û xizmeta binesaziyê bigire. Hemû mafên şêniyên wargehê ên bingehîn ji destê wan hatine derxistin. Me ev mesele tev bi Wezîr re parve kirin û em li ser wan axivîn. Di vegerê de me xwest serdana Lijneya Penaberan jî bikin. Lê dema me xwest em Lijneya Penaberan ziyaret bikin gotin ‘Em ne amade ne, em ne li cihê xwe ne. Hûn çima hatine? Ji ber çi hatine?’

Ehmed Şehbaz, da zanîn ku wan li hemberî van pirsên rayedaran gotine wan randevû girtine û hatine û xwestine daxwazên xwe parve bikin û got: “Tişta me ji vê nêzikatiya wan derxist naxwazin pirsgirêkên me çareser bibin. Ji ber me randevû ji Wezîrê Dadê xwestiye û em çûne serdana wezîr vê yekê ew aciz kirine. Di vegerê de navê me dan seytareyan. Seytareyan jî hatin rêya me girtin. Esasê meseleyê siyasî ye. Dewleta Tirk û PDK dixwazin planên xwe yên li ser wargehê têxin pratîkê. Em li ser vê axê dijîn. Zarokên me li ser vê axê ji dayik bûn. Îro zarokên wan di saziyên wan de kar dikin. Bûne parêzer, bijîşk, qeymeqam û hwd. Zarokên me nikarin bibin parêzer, doktor û wekî din. Ev mafê me ji destê me derxistine. Zarokên me nikarin ji bo me xizmetê bikin. Dewleta Tirk naxwaze em wekî wargeh bibin muxatab. Wargeha Mexmûrê di qada navneteweyî de pirsgirêka Tirkiyeyê û pirsgirêka kurdan e.  Wargeha Mexmûrê encama zextên Tirkiyeyê yên 30 salan li ser gelê kurd pêk hatiye ye. Naxwazin civaka Mexmûrê bibe aliyekî pirsgirêkê.”

Ehmed Şehbaz, da zanîn ku piştî ew hatin berdan jî dîsa heman tişt didome û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hevî û daxwaz dikin ku mafên ji bo penaberan hatine nasîn têkevin meriyetê. Dixwazin di asta ewlehî û parastinê de mafê gel çareser bikin. Lê bi ewlehiyê çênabe. Bi deh hezaran mirov li Mexmûrê dijîn. Ji 7 salî heta 70 salî pêdiviyên mirovan ên jiyanî hene. Pêwistiyên gel ên av, ceyran, nan, çay û ên binesaziyê hene. Pêwistî bi xwarin û vexwarinê heye. Ji kanalîzasyonan heta rê nikare pêdiviyên xwe çareser bike.  Rast e rojê çend kîlo ard, şekir û rûn tên. Lê tenê pêdivî ne ev in. Mirovên me yên sewalkariyê dikin hene. Em hevî û daxwaz dikin ku hikûmet dawî li van polîtîkayên li dijî mafên mirovan bîne. Em dixwazin rojek zûtirîn hemû mafên hiqûqî bên parastin û çareserkirin.”