12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

2 jin hatin kuştin

Li Êlih û Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin. Jina bi navê Z.A di mala xwe de bi kêrê li Stenbolê jî Umida Tulyaganova ji aliyê Riza Beler ve bi êşkenceyê hat qetilkirin

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin Z.A ya 40 salî di mala xwe ya li Êlihê de bi kêrê hatiye kuştin. Z.A ya 40 salî dayika 3 zarokan bû û li taxa Belde ya navçeya navendî dijiya. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.

Hovîtiya li Stenbolê jî li taxa Bahçelîevlerê pêk hat. Umîda Tulyaganova (40) a ji Ozbekîstanê ji aliyê Riza Beler (61) ve bi êşkenceyê hate kuştin. Hat ragihandin ku hovîtî  23’ê Adarê di saetên serê sibê de pêk hatiye. Beler dema dixwest cenaze veşêre, ser sûc ji aliyê polîsên hatine cihê bûyerê hate girtin.