Yekemîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê, di navbera 31ê Gulanê û 2yê Hezîranê de li Amedê bi beşdariya 250 nûnerên ji 26 welatên Rojhilata Navîn, Bakurê Efrîqayê û welatên Ereban hate lidarxistin. Her wiha Înîsiyatîfa ji bo Ewlehî û Aştiyê, Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Komkujiya Jinan, di 30-31ê Tîrmeha 2021an de li paytexta Lubnanê Beyrûdê 2yemîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê bi dirûşma “Emê bi Yekitiya Jinan Şoreşa Demokratîk Pêk Bînin” li dar xist.
Wekî berdewamiya vê pêvajoya dîrokî, sibe li Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê 1emîn Kongreya Koalîsyona Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) bi sernavê “Bi şoreşa jinê ber bi civakeke demokratîk ve” dê bi dirêjiya sê rojan were lidarxistin.
Tê payîn ku di kongreyê de bal bê kişandina li ser rola damezrîner a jinan ya di têkoşînên demokrasî û azadiyê ya herêmî de.