1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê wekî roja hevkarî, piştevaniya gelan a li dijî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê tê qebûl kirin. Wê rojê li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê dilê her kesê/î ji bo Kobanê lêda û 10 sal in dilê gelên li dijî DAIŞ’ê ji bo Kobanê lêdide.
Li dijî hewldanên dagirkirina Kobanê, hêzên YPG/YPJ’ê berxwedaneke dîrokî nişan dan. Ji bo piştevaniya bi vê berxwedanê re, li ser bangewaziya hêzên navneteweyî û ‘Înîsiyatîfa Peace Camping a Li Dijî DAIŞ’ê ji bo Kobanê û Seferberiya Cîhanî’ 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin. Rewşenbîrên navdar ên wekî Perez Esquivel Sermetran Desmond Tutu, Profesor Noam Chomsky û Michel Rolan û gelek kesayetên navdar bangewaziyên girîng kirin û di demeke ku êriş herî zêde dijwar bûn de ji çar aliyên cîhanê bi sed hezaran kes di 1’ê mijdara 2014’an de ji bo Kobanê daketin kolanan. Ji çar aliyên cîhanê bi milyonan kes xwedî li Kobanê derketin. Li ser 1’ê mijdarê 10 sal borîn. 10 sal in kurd û gelên cîhanê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi girseyî pîroz dikin. Cîgira Hevserokatiya Encûmana Cîbicîkar a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl bi boneya 10’emin salvegera 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pirsên rojnameya me bersivandin.
1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çima girîng e? Hûn wateyeke çawa lê bar dikin?
Di serî de em 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li tevahiya gelê xwe, şervanên şoreşa azadiyê, tevahiya pêkhateyên ku piştgirî dane berxwedana Kobanê û gelên cîhanê pîroz dikin. Ji bo ku mirov giringî û wateya vê rojê şirove bike, divê mirov li wê rojê vegere. 1’ê mijdarê roj û qonaxeke dîrokî ye. Di vê rojê de yekîtî û hevgirtina civakan û hemû civakên bindest û azadîxwaz heye. Li dijî zilm, zordarî û hovîtiya DAIŞ’ê, hevgirtin û yekîtiya gelan heye. Bi hevgirtinê bi hevre gotine “Na ji êrîşên DAIŞ’ê re!” Roja ku deng, hest û yekîtiya gelan li dijî zilm û zordariya DAIŞ’ê û piştgiriya Tirkiyeyê ku alîkariya lojîstîk û çekan daye DAIŞ’ê bi pêş ketiye ye. Di erdnîgariya Rojhilata Navîn û di tevahiya cîhanê de rojek dîrokî ye. Li erdekî biçûk berxwedana herî dîrokî bi pêş ket û berxwedana herî mezin derket holê. Di vê rojê de hest û ramanên tevahiya gelan û dilê tevahiya gelan ji bo Kobanê lêda. Di hestên hemû gelan de parastina Kobanê hebû.
DAIŞ’ê bi taybetî di 15’e îlona 2014’an de bi teknîka herî pêşketî êrîşên herî hovane pêk anîn. Tirkiyeyê DAIŞ wekî amûr bi kar anî û êrîş kir. Armanca êrîşê tunekirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Tovê vê şoreşê bi 19’ê tîrmehê re li Kobanê hat avêtin. Yekemîn navenda bajarê şoreşê Kobanê ye. Ji ber vê yekê bi awayekî hovane êrîşî Kobanê kirin. Çend hefte beriya wê êrîşî Şengalê kiribûn. DAIŞ’ê piştî Şengalê bi teknîka herî pêşketî û artêşeke pir mezin êrîşî Kobanê kir. Tirkiyeyê DAIŞ perwerde û birêxistin kir. Berê li Şengalê talankirin û komkujiyeke pir mezin pêk anîn. Piştî êrîşên li Şengalê û Iraqê tirsa gelê me ew bû ku heman komkujiyê li Sûriyeyê jî pêk bînin. Ji ber hovîtiya ku li Şengalê pêk anîn, gelê Rojava neçar ma ku axa xwe terk bikin û koçber bibin. Kobanê li erdnîgariyeke pir biçûk û bi berxwedaneke pir mezin bersîv da DAIŞ’ê. Şervanên azadiyê li dijî teknîka herî pêşketî, artêşa herî hov a DAIŞ’ê, tang û topên wê li ber xwe da.
Rizgarkirina Kobanê bandoreke çawa li ser gelê kurd û cîhanê kir?
Di şer de li dijî DAIŞ’ê berxwedaneke pir mezin bi pêş ket. Di 134 rojan de Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Çima gelên cîhanê li Kobanê xwedî derketin? Ji ber ku şervanên HSD, YPJ û YPG’ê li dijî çekên herî pêşketî û artêşa hov, bi biryar û bawerî li ber xwe dan. YPJ û YPG’ê li dijî êrîşên hovane destana lehengiyê nivîsandin. Çavê tevahiya cîhanê li vê berxwedanê bû. Ji ber ku Tirkiye û dewletên din bi hezaran çete şandin Kobanê. Ji aliyê lojîstîk û cebilxaneyê ve piştgiriyeke mezin dan DAIŞ’ê. DAIŞ’ê hovîtiyeke pir mezin bi pêş xist. Mirovan xeyal nedikir ku DAIŞ têk biçe, gelê Kobanê bi ser bikeve û Kobanê rizgar bibe. Şervanên YPG û YPJ’ê di kolaneke pir biçûk de li dijî hovîtiya herî mezin a Kobanê li ber xwe dan û êrîş şikandin. Welatên biyanî jî dît ku DAIŞ ji bo hemû cîhanê xeteriyeke pir mezin e. Ji ber vê yekê di 1’ê mijdarê de biryara piştgiriyê dan. Li 93 welatan li Misir, Fas, welatên Ewropa û gelek qadên din çalakiyên girseyî pêk hatin. Gel rabûn ser piyan û piştgiriya xwe ya ji bo Kobanê anîn zimên. Li hemû welatên cîhanê gel ji bo piştgiriya gelê Kobanê seferber bûn.
Di 134 rojan de berxwedaneke çawa li Kobanê bi pêş ket? Şervanên Kobanê hêza xwe ji çi girtin?
Piştî 134 rojan û berxwedaneke dîrokî û seferberiya ku Rêber Apo îlan kirî, ji çar aliyên Kurdistanê û dostên kurdan piştgirî dan Kobanê û hemû kesên ku dilê wan ji bo azadiyê lêdida tev li vî şerî bûn. Ev şer bû bingeha yekîtiya navneteweyî. Bû bingehê avakirina Konfederalizma demokratîk a gelan. Destan û lehengiyeke pir mezin bi pêş ket. Rizgarkirina Kobanê moral û ruheke mezin ava kir. Hem hovîtiya DAIŞ’ê şikand. Di şexsê DAIŞ’ê de plana hêzên navdewletî têk çû. DAIŞ tenê ne metirsiya Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Di heman demê de ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê metirsiyeke mezin bû.
Rizgarkirina Kobanê hem rizgarkirina erdnîgariyeke biçûk e û hem jî rizgarkirina hemû gelên cîhanê ye. Bi rizgarkirina Kobanê hemû cîhan hat rizgarkirin. Bû rojeke nû, jiyaneke nû. Bû destpêka jiyaneke demokratîk. Hemû kes ji bo ku axa Kobanê biparêzin bûn yek ruh û yek beden. Parastina Kobanê bû parastina cîhanê û tevahiya gelan. Şervanên YPJ, YPG û HSD’ê herî zêde moral û hêza xwe ji gelê xwe girtin. Gel tevî kal û pîran bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî sînor rakirin û piştgirî dan Kobanê. Gel ji bo tirs û xofa ku DAIŞ’ê li Şengalê pêş xist dubare nebe, piştgirî da şervanên xwe. Şervanên YPJ û YPG’ê jî ji bo gel ji komkujiyê biparêze Kobanê vala kir. Piştevaniyê hêzek mezin da şervanan. Bi taybetî piştî ku seferberiya Rêber Apo îlan kirî bi sedan gerîla tev li şerê Kobanê bûn. Dostên kurdan û jinên ku bûne leheng tev li vî şerî bûn. Jina ku her kesê/î ew di nava çar dîwaran de û zarokan xwedî dikin xeyal dikir berxwedaneke behêmpa nîşan da. Ji ber vê yekê ev şoreş bi jinê tê nasîn. Dîsa bi çalakiyên Arîn Mîrkan û Rîvana nişan dan ku muhra xwe li dîrokê xist. Arîn Mîrkan û Rîvana bi çalakiyên xwe bûn sembola berxwedana Kobanê. Berxewedana Kobanê moralekî pir mezin da gelên li heviya azadiyê û tevahiya gelan. Bû rizgarkirina tevahiya gelan. Coşeke pir mezin da gelan. Îro Kobanê hem warê gelê Kobanê ye û hem jî warê hemû kesên enternasyonal e. Çawa ku em dibêjin Rojhilata Navîn bingeha şaristaniyan e, Kobanê jî bingeha hemû berxwedranan e. Yekîtiyeke neteweyî û ruhekî neteweyî ava kir. Vê yekê moralekî mezin pêk anî.
Beriya DAIŞ’ê jiyaneke çawa li Kobanê hebû? Êrîşên DAIŞ’ê bandoreke çawa li ser jiyana gel kir?
Şoreşê li vî bajarî dest pê kir. Li ser bingeha wekhevî, edalet û yekîtiya gelan û azadiya jinan ava bû. Di destpêkê de gelek xebatên demokratîk bi pêş ketin. Malên gel û meclisên gel hatin avakirin. Rêveberiya Xweser ilan kirin. Di bin dorpêçê de karîbû xwe bi xwe bi rêve bibe. Lê jiyaneke aram û bi îstîkrar hebû. Gel ji xewa salan hişyar bûbû. Ji tunekirinê hişyar bûbû. 1’ê mijdarê roja gelê kurd û gelê Kobanê ye. Roja Gelên Enternasyonalîst e. Roja gelên çar milên Kurdistanê û tevahiya gelê aştîxwaz e. Xwîna hemû gelan li ser vê axê herikî. Kesen hatine vir ji bo Kobanê û tevahiya mirovahiyê rizgar bikin têkoşiyan. Ev roj destpêka pergaleke nû û têkçûna DAIŞ’ê ye.
Hûn piştevaniya saziyên navneteweyî û banga kesên navdar çawa şirove dikin?
Em bang û piştevaniya kes û saziyên navneteweyî pir bi nirx dibînin. Gaveke navneteweyî, yekîtî û xwişk û biratiyê ye. Ji bo bidawikirina hêzên terorê gaveke aştiyane ye. Divê ruhê neteweyî, banga neteweyî her tim berdewam bike. Îro dîsa DAIŞ bi rojan e êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ji ber vê yekê divê ev ruh dîsa bi pêş bikeve û zindî bibe.
Hûn wateyeke çawa didin banga Rêber Abdullah Ocalan a “Ketina Kobanê dê bibe sedema ketina hemû Kurdistanê, divê her kes li gorî vê ratiyê tevbigere”?
Rêber Apo xwediyê Kobanê ye. Xwediyê ruhekî neteweyî ye. Li Rojava Rêber Apo pêşiyê derbasî Kobanê bû. Herî zêde gelê Kobanê bi fikr û felsefeya Rêber Apo hatibû perwerdekirin. Rêber Apo banga seferberiyê kir. Bi vê seferberiyê her kes herikî qada têkoşînê. Her kes bi banga Rêber Apo re ket nava şerî; li dijî çeteyên hovane şer kirin û şehîd ketin. Seferberiya ku Rêber Apo banga wê kirî, peyama ji bo yekîtiya hemû gelan bû. Banga wî israra di xeta demokrasî, wekhevî û neteweya demokratîk de bû. Banga wî li dijî tunekirin û qirkirinê banga neteweya demokratîk bû.
Di rizgarkirina Kobanê de rista YPJ’ê çiye? Bandoreke çawa li gelên cîhanê kir?
YPJ’ê risteke dîrokî di vî şerî de bi cih anî. Berê jinan di nava çar dîwaran de zarok mezin dikirin û yên malê dihatin nasîn. Tenê karê malê dikirin û wekî koleyan dihatin nasîn. Jin di hundirê pergalê de ne tiştek bûn. Lê piştî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî piştî şoreşa Kurdistanê ji bo hemû jinan bûn mînak. Jinan piştî şoreşê di qada siyasî, leşkerî û qadên din de peşengî kirin. Her şoreşekê pêşengên xwe hene. Taybetmendiya şoreşa Rojava û Kobanê jî ew bû ku jinan pêşengiya wê kir. Di qada navneteweyî de jin bûn sembola parastina şoreşa Rojava. Bûn sembola rizgarkirina Kobanê. Yên ku li Kobanê ev şer bi rêve birin jin bûn. Bi sedan jin di vê şoreşê de şehît bûn û bû sedem ku bi hezaran jin biherikin nava vê qadê ku şer bikin û rizgar bikin. DAIŞ wekî rêxistineke terorîst, xwe bi navê Îslamê bi nav dike. DAIŞ’iyan nedixwestin bi destê jinan bên kuştin. Digotin em bi destê jinan bên kuştin em ê biçin dojehê. Şoreşa me jî mohra xwe li tevahiya cîhanê xist. Pêşeng û fermandar jin bûn.
Piştî Kobanê ji destê DAIŞ’ê hat rizgarkirin li Kobanê jiyaneke çawa bi pêş ket? Pergala we niha ji bo gelê cîhanê modelek çawa ye?
Piştî rizgar bû, bû kaniya aştiyê ji bo tevahiya cîhanê. Piştî DAIŞ li vir têk çû êdî li her derê têk çû. Bû kaniya wekhevî, aştî, aramî, xwişk û biratiyê. Ruhê yekîtiya neteweyî li vir bi pêş ket. Bingeha pêşengtiya jinê li vir ava bû. Jiyanek biedalet li ser bingeha azadiya jinê, demokratik, ekolojîk û hevjiyana azad li vir pêş ket. Niha bi pergala rêveberiya xweser, demokratik, ekolojîk û azadiya jinê serwer e. Piştî Kobanê rizgar bû, xewn û xeyalên dewleta tirk ên osmanîtiya nû tev têk çûn. Bi têkçûna DAIŞ’ê re dewleta tirk rûyê xwe aşkere kir û bi xwe êrîş dike. Êrîşên li dijî mirovahiyê û hovane pêk tîne. Binesaziya bajaran dike armanc. Êrîşên suîkastan pêk tîne. Rojane welatiyên bakur û rojhilatên Sûriyeyê dikuje û komkujiyê dike. Hemû cureyên şer dimeşîne. Dixwaze gelan dûrî azadî, demokrasî û axa xwe bike. Ji bo wê serî li hemû şerê taybet dide. Li Dêrazor, Minbic û gelek cihên din komikên xwe vedişêrin bi liv û lebat dike. Ev komik bi piştgiriya Tirkiyeyê û Qatarê tên zindîkirin. Dixwazin pergala neteweya demokratîk xirab bikin.
Gel, hêzên parastinê û qada siyasî li dijî êrîşan di milê leşkerî û dîplomasiyê de çi dike?
Em xwedî soz û peyman in. Em dixwazin ruhê neteweyî yê ku di 1’ê mijdarê de ava bûbû her zindî bimîne. Em dixwazin saziyên mafên mirovan û koalîsyonên navneteweyî, ji kesên azadîxwaz û demokrat bigirin heta ji hemû gelên piştgirî dane Kobanê ji bo parastina Kobanê têbikoşin. Divê li dijî xeteriyê di nava tevgerê de bin.