12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

18 roj in rojnamevan Silêman Ehmed winda ye

18 roj berê asayîşa PDK'ê Rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê ajansa ROJNEWS'ê Silêman Ehmed revand. 18 roj borîn lê hêj agahî ji Ehmed tune ye û winda ye

Hêzên PDK’ê 18 roj berê Rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê ajansa ROJNEWS’ê Silêman Ehmed binçav kirin û winda kirin. 18 roj borîn hêj tu agahî ji Ehmed tune ye. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin. Edîtorê beşa erebî ya ajansa ROJNEWS’ê Silêman Ehmed roja 1’ê cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman Ehmed roja 25’ê cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 18 roj in agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyeke berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Ehmed kirin û îtiraf kirin ku wî revandine. Hat diyarkirin ku Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya ajansê de wek edîtor dixebite.

ROJNEWS’ê tewanbariya Asayîşa Dihokê şermezar kir û xwest aqûbeta Ehmed bê girtin.