Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş li Baroya Amedê di roja 45’an de berdewam dike. Yek ji malbatên girtiyan ji malbata Mehmet Yildirim e. Mehmet Yildirim li Girtîgeha Bafra ya Samsûnê 13 salin girtî ye. Dayik û Bavê Mehmet Yildirim têkildarî çalakiya Nobeda Edaletê û girtina kurê xwe axivîn.
Dayika Mehmet Yildirim Xezal Yildirim, anî ziman ku kure wê 13 sal in girtî ye û wiha got: “Kurê min 13 sal in li Girtîgeha Bafra a Samsûnê girtî ye. Eger nexweşiyên wî hebin tune bin ji mere nabêjin. Vê hefteyê telefonî me kir. Kurê min anî ziman ku hevalekî wan ji sedî 65 rapora wî ya nexweşiyê heye lê nayê berdan. Li gel ku 2 meh in cezayê wî xelas bûye jî nayê berdan. Ji ber vê nexweşiya şewba Covîd-19 2 sal derbas bûn hêj ez neçûme dîtina kurê xwe. Niha hevdîtina vekirî dest pê kiriye. Lê em nikarin biçin dîtina wî. Dê heta meha adarê cezayê wî biqede.”
Ew ji nava nivînan birin û girtin
Xezal Yildirim, bal kişand ser girtina kurê xwe Mehmet Yildirim û wiha lê zêde kir: “Xwendekarê lîseyê bû. Bi ser malê de girtin û hatin ew ji nava nivînan birin û girtin.”
Ji ber kurd bû hat girtin
Bave Mehmet Yildirim Ramazan Yildirim jî qala rewşa girtîgehê kir û wiha got: “Nexweşiyên Mehmet hene tune ne ji mere nabêje. 22 mehan li girtîgeha Amedê bû. 12 sal in li girtîgeha Bafra ya Samûnê girtî ye. Tu sûcê Mehmet tune bû ew girtin. Ji ber ciwanekî kurd bû ew girtin. Ji ber ku bi kurdî parastin kir û li dadgehê got ‘Ez dixwazim bi zimanê dayika xwe xeber bidim’ ew qas ceza lê birîn. Hêj nebûbû 18 salî ew girtin. Piştî emrê wî 18 sal derbas kir dadgehê ceza lê birî. Li benda mezinbûna emrê wî bûn ku ceza bikin.”
Di sala 1990’an de gundê me şewitandin
Ramazan Yildirim bal kişand ser rewşa xwe jî u wiha lê zêde kir: “Ez karkerê înşatê me. Gundê me girêdayî Liceya Amedê ye. Hikûmetê di salên 1990’an de gundê me şewitand. Ji bo girtiyên nexweş bêne berdan, ez bang li hemû mirovên dunyayê dikim. Bila tevahiya dunyayê destê xwe dînin ser wîcdanê xwe. Zarokên xwe û yên xelkê bidin ber hev. Qey rahm bi wan re tune. Dixwaze bila serokkomar be, dixwaze bila wekîl be, dixwaze bila MHP, CHP û HDP be, divê her kes destê xwe dîne ser wîcdana xwe. Gava wîcdanê mirov tune be, vala ye.”
Divê her kes rabe ser piyan
Yildirim têkildarî serdana sazî û rêxistinên civakî jî axivî û wiha got: “Ev serdana saziyan baş e. Lê divê hemû milet piştgiriyê bide vê nobedê. Divê hemû gel rabe ser piyan. Bi yekî, duduyan, sî û çelî edalet pêş nakeve. Ma li tevahiya Amedê ew qas mirov heye? Ma li tevahiya Amedê ew qas mirov zarokên wan girtî ne? Em spasiya xwe ji malbatên di nobedê dene re tînin ziman. Ez bang li hemû malbatên girtiyan dikim ku ew jî werin tev li nobedê bibin.
Bi tirsê çareser nabe
Ramazan Yildirim, bang li hemû malbatan jî girt û wiha lê zêde kir: “Divê hemû kesên xwedî wîcdan werin. Ev tişt bi tirsê nabe. Me ne sûcek û ne qebehetek kiriye. Tiştekî em jê bitirsin tune ye. Ji ber kurê min kurd e ceza lê birîne. Divê baro û parêzer jî her kes li gorî hêza xwe têbikoşe. Di serî de ev tişt xera bûye. Wîcdan tune ye.
Ji niha û şûnde em ê tev li vê nobedê bibin. Em dixwazin çar perçeyê Kurdistanê tifaqa xwe xurt bikin.
Hezar û hefsed û çil kîlometre rê diçin û tên
Berê ji ber nexweşiyê hefteyê 2 caran telefon dikir. Niha hêj telefon nekiriye. Zextên li ser girtiyan zêde ne. Gelek alav û amûrêw naw ji wan stendine. Zêde qala zextên li girtîgehan nake. Dibêje bila ji dayik û bavê min re nebe derd.
Me 18 caran daxwazname dan
Ramazan Yildirim, destnîşan kir ku ji bo kurê wî Mehmet Yildirim bînin girtîgeha Amedê 18 caran daxwazname dane û wiha bi dawî kir: “Hem me daxwazname dan û hem jî Mehmet daxwazname dan ku wî bînin girtîgehen nêzî me. Lê daxwaza me qebûl nekirin. Me daxwazname da serdozgeriya komarê ya Amedê. Dîsa parêzerê wî serî li rayedaran da. Lê daxwazên me qebûl nekirin.