27 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

16 sal in kujerê Ceylan Onkol serbest e

Di ser kuştina zaroka 12 salî Ceylan Onkol re 16 sal derbas bûn, lê hîn kujer nehatine dîtin û nehatine darizandin. 

Di ser kuştina Ceylan Onkol a 12 salî ku di 28ê Îlona 2009an de li gundê Xanbaz a Licê ya Amedê bi guleyê hat kuştin re 16 sal borîn. Dema Ceylan Onkol şivanî dikir bi guleyekê hat kuştin û 6 saetan kesî xwe negîhand cenazeyê wê. Ceylan 6 saetan li cihê hat kuştin 6 saetan li erdê ma. Dayika wê Salîha Onkol dema xwe gîhand cihê bûyerê parçeyên cenazeyê keça xwe xist dawa xwe. Gundiyên hatin alîkariya dayikê, parçeyên bedena Ceylanê li belgên daran pêçan.

Dayika Ceylan Onkol Salîha Onkol der barê kuştinakeça xwe de wiha gotibû: “Ewl kurê min çûbûn cihê bûyerê. Ewil bizinek dît. Xwîn jê diçû. Piştre Ceylan dît. Dema dît qêriya. Ji bo ez nebînim cilên ser xwe derxist avêt ser. Ez çûm, min Ceylan dît ez ji ser hişê xwe çûm. Kezeba wê ya parçebûyî li erdê bû. Min hembêz kir min kezeba wê girt û da ser sînga xwe. Ambulans, dozger leşker kes nehat. Ceylanê sibehê saet di 11.00’an de jiyana xwe ji dest da. 6 saetan li erdê ma. Me agahî da her derê. Lê kes nehat. Dozger hat Qerekola Abali. Hinceta nehatina wî ‘ev der herêma terorîst’ bû. Ji bo ewlehiyê nehatibû. Mele û keya dîmen kişandin. Me bi dîmenan re Ceylan girt û em çûn qerekola Abali. Otopsî li wir kirin. Îdia kirin ku pêlê mayînê kiriye. Em heta 20.00an li wir man û em şandin malê.”

 Dozger sê roj şûnde çû cihê bûyerê

Dozger bi hinceta ‘ewlehiya canê min tuneye’ sê roj şûnde çû cihê bûyerê. Raporên der barê mirina Ceylan Onkol de ji aliyê Fermandariya Cendermeyan û Emniyetê ve hat amadekirin. Hat îdiakirin ku Ceylan Onkol bi dasê li teqemeniyê xistiye. Lê derket holê ku zarokê bi vê alavê lê nexistiye.

‘Di pozîsyona parastinê de miriye’

Pisporê Tipa Edlî ya fakulteya Tipa Zanîngeha Kocaeliyê Prof. Dr. Umît Bîçek di rapora serbixwe ya amade kir de diyar kir ku Ceylan Onkol ‘dema di pozîsyona  parastinê de’ miriye.

 Biryara veşartinê danîn ser dosyayê

Serdozgeriya Komarê ya Licê ku lêpirsîn dimeşand di 2010’an de biryara veşartinê danî ser dosyayê. Di 4ê Nîsana 2013an de bi hinceta delîlên têr ên sûc tune biryara neşopandinê da. Di 2014’an de doz ket ber demboriyê.

Dozgerê Komarê yê Licê Mustafa Kamîl Çolak der barê cendermeyên peywirdar ên neçûn cihê bûyerê de jî biryara cih ji lêpirsînê re tune da û dosya di 2013’an de girt.

DMMEyê got binpêkirin tuneye

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê di 2009an de daxuyanî da û diyar kir ku ling û çîpê Ceylanê saxlem in li erdê kort tune ye û ev teqîn îhtimala mayinê ji holê radike. ÎHD’ê da zanîn di kuştina Ceylanê de hedef heye.

Her çiqas lêpirsînê dest pê kiribe jî, ji ber biryara nepeniyê agahî ji bo parêzerên malbatê nehat dayin. Parêzerên malbatê li dijî biryara nepeniyê îtiraz kirin lê belê îtirazên wan hatin redkirin. Parêzeran di 2010’an de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHM) dan. Di Gulana 2012’an de ji ber lêpirsîneke bi bandor nehat meşandin, daxwaz hatin redkirin, tevî dem ji navberê derbas bû jî doz nehat vekirin, ji bo kujer bên dîtin parêzeran cara duyemîn serî li AÎHM’ê dan.

 ‘Di alî mafê jiyanê de binpêkirin tuneye’

Di 30yê Nîsana 2014an de Serdozgeriya Komarê ya Licê ya ku derbarê qetilkirina Ceylan Onkol de lêpirsîn dida meşandin bi hinceta delîl û bersûcên raporan têr nakên ji bo dosyaya biryara daîmî da. Di 2012’an de dîsa serî li AÎHMê hatibû dayin û 5 sal şûnde di 17’ê Çileya 2017’an de serlêdan bi encam bû û biryara “di warê lêpirsîna bi bandor û binpêkirina mafan de binpêkirin tune ye” da.

Malbata Ceylan Onkol ji bo tazmînatê 100 hezar TL maddî û 150 hezar TL tezmînata manewî doz li 2yemîn Dadgeha Îdarî ya Amedê vekir. Dadgehê tezmînata manewî qebûl nekir, biryara dayina tazmînata 28 hezar û 208 TL da.

 Pêşbirka wêneyan a Ceylan Onol

Di 2010an de ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Çewlikê ji bo bîranîna Ceylan Onkol pêşbirka wêne, helbest û çîrokan hatin lidarxistin. Her sal ev pêşbirk tê lidarxistin.

 Ceylan li dîwarên Londonê dijî

Di 2017’an de Koma Meclîsa Şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo parka wê li Taxa Bagcilar bihata vekirin xwest navê wê bike “Parka Ceylan Onkol”. Ji bo vê jî pêşniyaznameya nivîskî hat pêşkêşkirin. Ev yek hat qebûlkirin.

Di 10’emîn salvegera qetilkirina Ceylanê de rojnameger û wênesaz Zehra Dogan di 2019’an de li kuçeyên Londonê wêneyê Ceylanê xêz kir.

Çavkanî: Pelşîn Çetînkaya/JINNEWS