16 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

14 welatên din bûn endmaên Konseya Mafê Mirovan

Civaka Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Iraq jî di nav de, 14 welat ji bo endamtiya Konseya Mafên Mirovan hilbijartin.

Iraq û Misir jî di nav de, Civaka Giştî ya Neteweyên Yekbûyî  (NY) 14 welat bo endamtiya Konseya Mafên Mirovan hilbiartine. Welatên hatine hilbijartin dê di nava 3 salan an ku ji çileya 2026an de wekî endamê konseyê bixebitin.

Konseya Mafên Mirovan a navneteweyî ji 47 welatan pêk tê “berpirsê parastina mafên mirovan li hemû welatên cîhanê ye.”

14 welatên hatine hilbijartin ev in:

Di Koma Afrîkayê de, 4 welat ji bo çar kursiyan hatin hilbijartin: Angola (179 kursî), Misr (173 kursî), Mauritius (181) û Afrîkaya Başûr (178)

Welatên Asya-Pasîfîk (4 kursî): Hindistan (177), Iraq (175), Pakistan (178) û Vîetnam (180)

Welatên Amerîkaya Latîn û Karayîbê (du kursî): Şîlî (173) û Ekvador (171).

Welatên Ewropaya Rojava û welatên din (2 kursî): Îtalya (179) û Keyaniya Yekbûyî (161)

Welatên Ewropaya Navîn û Rojhilat (2 kursî): Estonya (171) û Slovenya (176).

Konseya Mafên Mirovan xwediyê  rayeyan e ku di dirêjahiya salê de li ser hemû pirsgirêk û rewşên mafên mirovan ên ku hewceyê baldariya wê ne, nîqaş bike û civînên xwe li navenda Neteweyên Yekbûyî li Cinêvê li dar dixe.

Endamên Konseya Mafê Mirovan

Civaka Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ku 193 welatan pêk tê, endamên Konseya Mafên Mirovan hildibijêre û  “tevkariya welatên namzet di pêşvebirin û parastina mafên mirovan de, her wiha soz û pabendbûnên wan ên dilxwaz di vî warî de” di ber çavan re digire.

Endamtiya konseyê ya li ser bingeha dabeşkirina erdnîgarî û hejmara kurstiyan bi vî rengî ye:

Welatên Afrîkayê: 13 kursî

Welatên Asyayî: 13 kursî

Welatên Amerîkaya Latîn û Karayîbê: 8 kursî

Welatên Ewropaya Rojava û welatên din: 7 kursî

Welatên Ewropaya Rojhilat: 6 kursî

Endamên konseyê ji bo 3 salan xizmetê dikin û piştî 2 salan li pey hev ne mafdar in ku tavilê ji nû ve werin hilbijartin.