12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

14 roj in meclis ker û kor e

Emîne Şenyaşar 14 roj in li pêş Meclisa Mezin a Tirkiyeyê nobeda edaletê digire û li edaletê digere. Lê heta niha rayedarên meclisê daxwazên Şenyaşar pêk neanîye.

Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl, di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kiribûn. AKP’îyan di êrîşê de hevjînê Emîne Şenyaşar û 2 kurên wê birîndar kiribûn. Piştre li nexweşxaneyê dîsa êrîşî wan kirin û qetil kirin. Piştî bûyerê Emîne Şenyaşar ewil li pêş Edliyeya Rihayê û paşê li pêş Wezareta Dadê bi salan nobeda edaletê girt. Emîne Şenyaşar ku 14 roj berê li pêş Meclisa Mezin a Tirkiyeyê dest bi Nobeta Edaletê kir, bi biryar çalakiya xwe berdewam dike.

Dayik Şenyaşar tevî kurê xwe Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar xwestin çalakiya xwe li ser derenceyên ber deriyê Şerefê bidomînin. Lê belê polîsên Meclisê malbat asteng kirin.

Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar çalakiya xwe li ber deriyê koma DEM Partiyê berdewam kir. Şenyaşar, pêvajoya komkujiyê vegot û daxwaza xwe ya edaletê dubare kir.