4 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

14 çeteyên DAIŞ’ê kuştin

Artêşa Iraqê li Iraqê di operasyonên li parêzgeha Enbarê de 14 çeteyên DAIŞ’ê kuştin û gelek cebilxane û alavên teknîk û lojîstîk yên çeteyan hatin desteserkirin.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê bîlançoya operasyonên di nava 2 hefteyên borî de yên li parêzgeha Enbar ragihand. Li gorî bîlançoyê operasyona bi navê ‘Şêrên Çolê’ bi alîkariya hemû hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Koalîsyona Navneteweyî roja 29’ê Tebaxa 2024’an dest pê kir û baregehên çeteyan hatin hedefgirtin. Fermandariyê da zanîn ku di 3 operasyonên bejahî de berpirsên DAIŞ’ê hatin kuştin, her wiha gelek çek û alavên lojîstîk û teknîk hatin desteserkirin. Hate destnîşankirin ku di operasyonan de 7 wesayîtên berpirsên DAIŞ’ê hatin îmhakirin, 14 çete jî hatin kuştin ku di encama testa DNA’yê de nasnameya çeteyan derket holê ku du ji wan berpirsên DAIŞ’ê bûn.

Navên hin çeteyên hatine kuştin wiha ne: Ehmed Hemîd, Hisên Ebdul Celîl Ziwawîn, Mensûrî Ebu Elî Tunisî ku navê wî yê rast Omer Bin Siweyh Bin Salim Qere, Ebû Hemam navê wî yê rast Seed Mihemed Nasir, Şakir Herat Necdî, Ebû Ebdihenub yan Ebu Ebdulrehman navê wî yê rast Muemer Mehdî Xelef Hisên, Weqas navê wî yê rast Elî Rebah Rece.