Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek li Cizîra Botan a ku ji aliyê dewleta tirk ve tofana duduyan re hatiye derbaskirin û wêran kirin jiyana xwe ji nû ve ava kiriye, xebatên çand, ziman û hunerê pêk tîne. Komele çar sal in di van qadan de xebatên xwe bi rê ve dibe. Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil der barê xebatên komeleyê de ji rojnameya me Xwebûnê re axivî.
Cahît Akil di destpêka axaftina xwe de behsa grîngiya Cizîra Botan kir û wiha got: “Her giha li ser koka xwe şîn dibe. Ji ber ku dîroka Cizîra Botan qedîm û kevnare ye û Birca Belek jî vê dîrokeke qedîm û kevnare nîşan dide û manewiyateke mezin îfade dike, me jî xwest bi vî navê qedîm em dîsa li ser koka xwe şîn bibin û bibin berdewamî û şayanê dîroka xwe ya qedîm. Cizîr, di dîrokê de navenda ziman, çand, huner û zanistê ye. Aliyê din jî Destana Tofana Nûh Pêxember li vir pêk hatiye, ji mirovahiyê re bûye hêlîna duyem. Warê Evîna Mem û Zînê ye ku remz û nîşana evînê ye.”.
Wê bibin şayanê dîroka xwe
Cahît Akil li ser mijarê wiha dewam kir: “Cizîr, cihê zanyarê mezin Îsmaîl Ebûlîz el Cezerî ye ku ji cîhanê re bû ye ronahî, bingehê zanista sîbernetîkê daniye, îro ji kompûterê bigire heya haletên tibê wî bingehê wan avêtiye. Mala şairê evîn û welatperweriyê Melayê Cizîrî ye ku dibêje; ‘Gulê baxê îremê Botan im, şebçiraxê şebê Kurdistan im.’ Sirûşgeha Seydayê Ehmedê Xanî û dengbêj û şairê mezin Feqiyê Teyran e. Bê guman dîroka Cizîra Botan dîroka welat e. Li ser vê axa qedîm gelekî nirxên me yên pîroz hene. Ji van mînakan jî tê zanîn ku dîroka Cizîrê digihêje hezaran salan. Wek Mîrektiya Botanê ji 1200’an heya 1848’an Cizîr bûye paytexta mîrektiya Botan a rêvebiriya xweser. Piştî têkçûyîna serhildana Bedirxan Begê jî Cizîr her tim bû hedef û ji ber vê jî mişextî, girtin, kuştin tu carî ji Cizîrê kêm nebûye lê giyanê Cizîrê berxwedêr e, her tim riya azadiyê daniye pêşiya xwe. Ji ber vê dîroka xwe ya qedîm Cizîr her tim bi rengê xwe yê xweser xuya dike. Bê guman armanca me jî weke sazî em bi xebatên xwe bibin şayanê dîroka xwe. Ev zehmetî jî bo armanca me ya sereke ev e, ji bo vê em têdikoşin”.
Komele di sala 2019’an de ava bû
Cahît Akil di heman demê de behsa avabûn û xebatên komeleyê, astengiyên pandemiyê derxistine pêş kir û ev agahî da: “Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek di sala 2019’an de ji bo xwedîderketin û pêşxistina ziman û çanda kurdî hate damezrandin. Ji ber pandemiyê û hinek sedemên din sazî zêde karîger nebû. Piştî kongreya xwe ya 2022’yan saziyê li gorî armancên xwe ji nû ve xebatên xwe plansaz kirin. Sazî weke sîwanekê xebatên ziman, çand û hunerê di nava xwe de dihewîne. Li komeleyê fêrgehên ziman û çandê hatin vekirin. Di vê çarçoveyê de çar polên ziman hatin vekirin, ji van polan ji bo asta destpêkê polek, ji bo asta yekemîn du pol û polek jî ji bo asta duyemîn hatin damezrandin. Xebatên me yên çandê jî bi vekirina fêrgehên tembûr, gîtar, erbaneyê hatin pêşxistin û komeke muzîkê ya stranbêjan a bi navê Kolektîfa Awazên Azad, komeke me ya erbaneyê jî hate damezrandin. Saziya me li gorî peywendiyên civaka me xebatên ziman, çand û hunerê pêş dixe.
Cizîr teyrê Sîmûrg e
Cahît Akil li ser salên ku Cizir hat rûxandin jî rawestiya, ew pêvajo wiha anî ziman: “Cizîr bandoreke mezin di pêvajoya qedexeyên li ser bajaran çêbûyî de jiya. Nêzî sê mehan di bin dorpêçê de ma. Bê guman di rewşên şer de ne tenê mirov bi giştî nirxên wê civakê yên dîrokî ango nasnameya wê civakê bi giştî tên hedefgirtin. Rewşeke Cizîrê ya xweser heye ku Cizîr weke teyrê Sîmûrg e. Cizîr bi berxwedana xwe her tim xwe ji nû ve afirandiye. Ez di wê pêvajoyê de, di zindanê de bûm. Lê me bi acizî, mereq, qehr û hêrseke mezin ev pêvajo dişopand. Van du sed salên dawî de gelekî talangerî li ser welatê me çêbûn û hê jî çêdibin”.
Akil der barê qedexeya piştî darbeya saziyên kurdî yekpare hatin girtin de axivî û rewşa wê demê ya saziya Birca Belek wiha vegot: “Piştî qedexeyan saziyên me yên civakî bi KHK’yan hatin girtin. Yek ji van saziyan jî Kurdî-Der a Cizîrê û Mem û Zîn bû. Berî ez bikevim zindanê ez jî di rêberiya Kurdî-Derê de bûm. Piştî 2019’an ez ji zindanê derketim. Wê çaxê jî xebatên damezrandina Komela Birca Belek hinekî hevalên me yên zimanhez dimeşandin. Piştre ez jî bi vê kongreya me ya dawî bûm hevserokê saziyê. Birca Belek ji hewcehiyên mezin derket holê. Ji ber vê jî barekî giran û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milên me û em bi vê hişmendiyê tevdigerin”.
Akil behsa astengî û helwestên li dijî zimanê kurdî kir û berfirehkirina xebatên komeleyê wiha derbirî: “Saziya me weke sîwan xebatên xwe pêş dixe û giringiyê dide ziman, çand û hunerê. Weke saziya ziman û çandê ya Birca Belek ji ber valahî di qada ziman, çand û hunerê de heye, em jî li gorî serlêdanên çêdibin qada xwe berfireh dikin. Lê ji ber ku li hemberî zimanê me qedexe û bêtehemûlî heye û her tim di bin êrîşê de ye, bi pişaftin û xwepişaftinê re tê derbaskirin hewcehî, giringî û eleqeyeke mezin a li ser ziman heye.
Koma stranbêjên jin ava dikin
Akil ji bo xebatên pêşerojê diyar kir ku berhevkirina çîrokan û dengbêjî di nav de dê xebatên wan pêk bên û wiha axivî: “Qeydên me yên fêrgeha şanoyê û kemanê jî didomin. Weke din xwendekarên me yên qursên xwe biqedînin em ê bi şahiyan bawernameyên wan bidin. Hefteyê rojekî dengbêjiyê heye. Konser û şahiyan em ê li dar bixin. Ji bo damezrandina komeke jinan a stranbêjan xebatên me didomin, ango Koma Nêrgizên Botan em dixwazin ji nû ve damezirînin. Ji bo ku em hişmendiyê xurt bikin, em ê hefteyê rojekî perwerdehiyên hişmendiyê û koma xwendinê ava bikin.”
Akil daxwaza hesasiya ji bo ziman kir û dawî li axaftina xwe anî: “Herî dawî dixwazim şiyariyekê ji bo gelê me bikim: Zimanê me ne tenê amûra ragihandinê ye, ziman û çanda me dil e, mejî ye, çavê me ye û ronahiya cîhana me ye, li ziman û çanda xwe xwedî derkevin. Wekî Mamoste Celadet Elî Bedirxan gotî: ‘Kurdino, malxirabino! An nebêjin em kurd in, an jî bi kurdî biaxivin!’ Ji bo we dem ji me re veqetand û ev derfet da me spasiyên xwe pêşkêş dikim. Di kar û xebatên we de serkeftinê dixwazim.”