Wek ku tê zanîn ‘Meşên Dirêj‘ li Ewropayê êdî bûne wek kevneşopiyekê ku hema bibêje her sal li welatekî Ewropayê pêk tên û bi taybetî li bajarê Strasbourg ê jî bi dawî dibin.
Îsal jî dîsa Meşên Dirêj dê pêk werin. Di vê nivîsê de dixwazim bahsa 2 meşên dirêj ên girîng bikim û herwiha armancên wan bi were parve bikim. Ev meşên dirêj her sal bi armancên cur bi cur tên organîzekirin.
Meşa yekemîn a îsal ku li bin navê ‘26 bajar, 26 kes û 26 roj’ li Fransa bajarê Lorient/Lannesterê di dîroka 21ê rêbendanê de dest pê kir. Meşa dirêj dê di 15ê sibatê de li bajarê Fransayê Strasbourgê bi dawî bibe.
Ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 26 sal in di zindanê de ye, ji 26 bajarên Fransayê, 26 Kurdistanî dê 26 rojan meşeke dirêj li dar bixin. Meşa dirêj dê di 15ê meha sibatê de li bajarê Strasbourgê bi dawî bibe. Bajarê Strasbourgê ne tenê ji bo hemû Ewropiyan, herwiha ji bo hemû Kurdistaniyan jî pir girîng e. Ji ber ku Parlementoya Ewropayê li vî bajarî ye, Dadigeha Mafên Mirovan a Ewropayê li vî bajarî ye, gelek saziyên ku li ser YE (Yekîtiya Ewropa)yê ne wek CPT li vî bajarî ne. Ji bo wê jî Strasbourg her dem bûye qada meş, çalakî û xwepêşandanên kurdan.
Ne tenê hejmara 26 balê dikişîne ser xwe, herwiha armanc û axaftinên çalakiyê jî gelek girîng in. Wek ku tê zanîn îsal 26emîn salvegera komploya navdewletî ye. Ji bo ku êdî vê komployê pûç û rûreş bikin, dibê ku îsal li her deveran çalakî bilind bibin ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd. Em di demeke gelekî dîrokî re derbas dibin. Kiryar û biryarên ku em ê îsal bidin û pêk bînin, dê pêşeroja me diyar bike. Dê diyar bike ka dê ev 50 heya 100 salên pêşiya me çawa bin. Ji bo ku ev pêk bê jî, dê di van 26 rojan de li her bajarî hevdîtinên dîplomasiyê bên kirin. Kar û xebatên dîplomasiyê gelek girîng in. Ku em karibin çalakiya xwe baş bînin zimên, baş bidin nasîn, em ê bikaribin bigihijin armanca wê jî. Ji bo wê jî ez gelek girîngî didim kar û xebatên dîplomasiyê. Çalakvan hîna di roja destpêkê de bi rayedarên hikumetê û herwiha bi saziyên civakî re jî hevdîtin pêk anîne. Bêgûman ev jî gelek girîng e.
Ji aliyê din ve jî bi hezaran belavok tên belavkirin, bi dehan axaftin û hevdîtin dê bên kirin. Dirûşmekê bala min kişand, ew jî ew bû ku hemû çalakvan dibêjin “Pêwîst e em di vê dema dîrokî de, ji bo çareserkirina pirsgrêka kurd, destê Rêberê xwe xurt bikin!”
Meşa dirêj a din jî dê li Elmanyayê li bajarê Heilbronnê di 9ê sibatê de dest pê bike. Ev meşa dirêj jî dê bi heman armanc û dirûşmê dest pê bike û dê di 15ê sibat’ê de li bajarê Fransayê Strasbourgê bi dawî bibe.
Ji bilî van çalakiyan herwiha van gelek salên dirêj in li pêşiya Parlementoyê çalakiya konvedanê anku standvekirinê hebû. Lê çalakiya herî mezin dê dîsa meşa mezin dê di 15ê sibat ê de pêk bê. Wek her sal hemû kurdên ku li Ewropayê dijîn dîsa dê ber bi Strasbourgê biherikin û dilsoziya xwe ya ji bo Rêberê xwe bînin zimên.
Wek ku me gotî em di demeke dîrokî de derbas dibin. Hem xeteriyên demên wiha pir mezin in, hem jî derfetên qezenckirinê pir mezin in. Bi xwedîlêderketina li Rojava, bi xwedîlêderketina li vîna xwe ya siyasî ku bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye, dê sala 2025an bibe Sala Azadiya Gelê Kurd!