8 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Sezaî Temellî: Divê hiqûqa navneteweyî pêk were

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku gelên cîhanê di nava rejîmên otorîter û mudaxileyên emperyalîst de fetisîne û got: “Divê hiqûqa navneteweyî li dijî binpêkrinên mafên mirovan mudaxileyê bike. Pêwîstî jî bi vê yekê heye. Pêdivî bi hêzeke enternasyonal heye.”

Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî derbarê geşedanên di rojevê de ne li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Sezaî Temelî anî ziman ku sala nû bi kriz û şer dest pê kiriye û got: “Geşedanên li Venezuelayê û piştre krîza gerdûnî nîşan dide ku gelên cîhanê di nava mudaxileya emperyalîst û rejîmên otorîter de fetisîn e. Ji ber mudaxileya emperyalîst û rejîmên otorîter dinya hemû ketiye nav krîzê. Gelên cîhanê jî berdelên van krîzan dide. Ji gelê Venezuelayê heta gelê Kurd û Filîstînê, li ser van gelan ji bilî şer û kuştinan tiştek bi xwe re nayîne. Hiqûqa navneteweyî pirr girîng e lê diyare ku hiqûqa navneteweyî tune ye û hiqûqa dewletan heye. Ev hiqûq jî mafên gelan naparêze û mudaxileyê nake. Me careke din ev yek dît. Lê hiqûqa navneteweyî divê li dijî binpêkrinên mafên mirovan mudaxileyê bike. Pêwîstî jî bi vê yekê heye. Pêdivî bi hêzeke enternasyonal heye.”

Sezaî Temellî bal kişand ser geşedanên li Îranê û wiha got: “Li Îranê jî taybet li herêma Rojhilatê Kurdistanê kuştinên faîl ne diyar pêk tên. Li Xezayê jî dîsa bi hiqûqa dewletan û li gor berjewendiyên wan tevgerek heye lê ne ji bo parastina mafên gelên li wir e. Li Sûriyeyê jî heman geşedan hene. Li Sûriyeyê jî divê hemû kes rêze ji mafên gelên Sûriyeyê re bigire. Sûriyeyê dikare pêşeroja xwe bixwe diyar bike û pêwîstî jî bi hiqûqeke bi vî rengî heye. Em jî geşedanên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin. Hevdîtinên di navbera Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Şamê de girîng in û daxwaza me jî ew e ku li gorî Peymana 10ê Adarê gav bên avêtin. Heke gel pêşeroja xwe bi xwe tayîn bike û ji rejîmên otorîter rizgar bibin, dikarin pêşî li mudaxileyên emperyalîst jî bigirin. Heke em dixwazin pêşî li mudaxileyên emperyalîst bigirin û hiqûqa navneteweyî pêk were divê di serî de rejîmên otorîter bi dawî bibin.”