Devera Serê Solan a Colemêrgê bûye cihê ku welatî lê dibin qurbanî. Wesayîta ku Sude Ezgî Degîrmencî diajot li devera Serê Solan qelibî û di kendalê bi qasî 250 metre bilind de firiya Çemê Zê. Li ser îxbarê tîmên rizgariyê û tenduristiyê çûn cihê bûyerê. Sude Degîrmencî ya bi giranî birîndar bûbû ji wesayîtê hate derxistin û rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Degîrmencî tevî hemû mudaxileyên bijîşkan jî jiyana xwe ji dest da.
Tîmên rizgariyê paşê jî wesayîtê bi vîncê ji çem derxistin.
Meha bihûrî jî li heman cihî qezaya trafîkê çêbûbû û 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û nerazîbûn nîşanî rayedaran da ku li ser vê rêyê tevdîran nagirin. Onur Duşunmez got: “Me li Serê Solan canek xwe din jî ji dest da. Ez rehmetê ji Sûde Ezgî Degîrmencî re dixwazim û sersaxiyê ji malbatê û gelê Colemêrgê re dixwazim. Ev rê bûye rêya mirinê û xemsariyê. Me gelek caran ji bo tevdîr li vir tune ne li Meclîsê û bi rêya çapemeniyê anî ziman. Bariye tune ne, tevdîr nayên girtin. Tevî ku me got em li vir qurbaniyan didin jî lê we li me guhdarî nekir. Ev mirina ku îro qewimî ne qeza ye, xemsariyek bi zanebûn e. Em naxwazin welatiyek me din jî li vir bibe qurbanî. Demildest tevdîran bigirin. Ji ber ku hûn tevdîran nagirin, guneh û sûcê her bûyerekê di stûyê we de ye.”
