Di 19ê Kanûna 2000î de leşkeran operasyona bi navê “Vegera jiyanê” li dijî girtîgehan pêk anî. Operasyon li ser 20 girtîgehên pêk hatibû ku girtiyan girtîgehên tîpa F protesto dikirin. Di operasyonê de 32 girtiyan jiyana xwe ji dest da, 300 kes ji birîndar bûn.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di civîna xwe ya giştî ya 16 û 17ê mijdara 2002yan de 19ê kanûnê wekî “Roja Piştevanî û Têkoşîna Mafên Mirovan a Di Girtîgehan De” ragihandibû. Gelek şaxên ÎHDê bi boneya rojê daxuyanî dan çapemeniyê.
Şaxên ÎHDê yên Amed û Wanê bi minasebeta rojê li avahiyên xwe daxuyaniya hevpar dan.
Şaxa ÎHDa Amedê bi minasebeta rojê li avahiya xwe daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîsyona Jinan a ÎHDa Amedê Esra Saçakli ve hat xwendin.
Esra Saçakli bi bîr xist ku berî 25 salan êrişek li ser girtîgehan pêk hat û wiha got: “Di êrişên li ser girtiyan de 30 jê girtî bi giştî 32 kes jiyana xwe ji dest da. Di êrişan de gazên kîmyasalê hat bikaranîn. Di lêpirsînen hatin destpêkirin de tu encam nehat girtin. Piştî bi komkujiya 19ê kanûnê sîstema tecridê hê bêtir girantir bû. Bi vekirina girtîgehên tîpa S, Y û Ewlehiya Bilind re rewşa girtîgehan ket qonaxeke nû. Îro gelek girtî di girtîgehên tîpên mîna çalê de tên ragirtin. Di van girtîgehan de gelek mafên girtiyan tên astengkirin. Girtî îro jî li dijî wan girtîgehan û binpêkirinên mafên xwe di greva birçîbûnê de ne.”
Esra Saçakli destnîşan kir ku di girtîgehên Tirkiyeyê de tiştê herî girîng mijara girtiyên nexweş in û got: “Dewlet ji bo girtiyên nexweş tu polîtîkayên çareseriyê pêş naxê. Kesên ku nikarin di girtîgehan de bimînin bi gelek hincetan nayên berdan. Di sala 2025an de li gorî rapora me di girtîgehan de 161 jê jin, 1252 jê mêr bi giştî 1412 girtiyên nexweş hene. Di nav wan de rewşa 335 girtiyên nexweş giran e. Lê em dizanin ku hejmar hê jî zêdetir e.”
Herî dawiyê Esra Saçakli bi wesileya Komkujiya 19ê Kanûnê daxwazên ÎHDê anî ziman.
Daxwazên ÎHDê ev in:
* Divê berpirsiyarên komkujiyê bi awayek bandor bên darizandin.
* Divê dev ji polîtîkayên tecridê bên berdan û Girtîgehên Tîpên F, S, Y û yên Ewlehiya Bilind bên girtin.
* Divê Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê ji dev polîtikiyên xwe berdin.
* Divê sepanên îşkence ji holê bê rakirin
* Divê girtî bi awayekî xurt bikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê
* Divê mafê jiyanê bên parastin û pêşiya mirinan bên girtin
* Divê tevahî girtiyên nexweş demildest bên berdan.
Şaxa ÎHDê ya Wanê, bi heman armancê li avahiya xwe ya li Taxa Şerefiyeyê ya li Navçeya Rêya Armûşê daxuyanî da. Rêveber û endamên ÎHDê yên Wanê tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Girtîgehan a ÎHDê Sedat Kûla hat xwendin. Sedat Kûla bûyera 19ê kanûnê şermezar kir û xwest kesên bersûc bên cezakirin.
