Di malpera Fermî ya Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de daxuyaniyek hate weşandin. Di daxuyaniyê de li ser zordariya Îranê ku li dijî kêmarên etnîk û olî dimeşîne û wiha hate gotin: “Tenê di du hefteyên meha kanûna 2025an de 54 kurd hatin girtin. Ev jî tê wateya ku her ji du rojan carekê 7 kurd tên girtin. DYA vê zilmê bi tundî şermezar dike û banga li Rejîma Îranê dike ku dest ji zordariya sîstematîk a li ser kêmaran berde.” Di daxuyaniyê de bang li rejîma Îranê hate kirin ku rêzê ji maf û rûmeta gel re bigire.
