13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

12 parlamenterên Herêma Kurdistanê xwe ji parlamentoyê vekişandin

Li Herêma Kurdistanê, ji ber dirêjkirina dema parlamentoyê krîza siyasî derket û 12 parlamenteran xwe ji parlamentoyê vekişandin.

Di 9’ cotmeha 2022’yan de Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo dirêjkirina dema xwe ya karkirinê civiya. Li gorî yasayê dema Parlamentoya Herêma Kurdistanê 4 sal e û di 6’ê mijdara 2022’yan de bi dawî dibe. Lê di 9’ê cotmehê de bi dengê 80 parlamenteran dema 5’an a parlamentoyê heta 31’ê Kanûna 2023’yan dirêjkirin.

Li dijî dirêjkirina dema parlamentoyê nerazîbûnên parlamenteran dewam dikin. 12 parlamenterên xwe ji parlamentoyê vekişandin. 12 parlamenterên Koma Dadgeriya Kurdistanê û parlamenterên serbixwe yên Parlamentoya Herêma Kurdistanê li dijî dirêjkirina dema parlamentoyê nerazîbûn nîşan dan û ragihandin ku ew parlamentoyê boykot dikin.

Rewabûn nemaye

Serokê Koma Dadgerî ya Kurdistanê ya li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Ebdulstar Mecîd di daxuyaniyek a çapameniyê de behsa helwesta wan a li dijî dirêjkirina dema parlamentoyê kir û wiha axivî: “Çawa ku demê yasayî yê Parlamentoyê temam bûye, heman şêweyî demê yasayî yê serokatiya Herêmê, hikûmet, meclîsên parêzgehan û komîsyona hilbijartinê jî temam bûye. Hemû sazî û dezgehên sereke yên dibin desthilatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê de rewabûna xwe ji dest dane. Niha jî piştî li dijî paşxistina hilbijartinan û dirêjkirina neyasayî ya dema parlamentoyê, me bi hev re biryar da ku ji parlamentoyê vekişin û baykot bikin. Her wiha nebin beşek ji wan kiryarên neyasayî yên ku desthilatdar dikin.”

Banga piştgiriyê

Di berdewama axaftina xwe de Ebdulstar Mecîd,  destnîşan kir ku hemû aliyan agahdar dikin ku wê li her derê li gel hev biryaran bigirin û kar bikin û axaftina xwe wiha domand: “Zextên ji bo di zutirîn demê de hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê were kirin dê li dijî gendelî û neyasayiyê berdewam bikin. Bang li her aliyên ku ji rewşa siyasî ya heyî nerazîne dikin ku destê dostanî dirêj bikin. Em dixwazin bi hevre eniyek li dijî sîtemkarî, gendelî û binpêkirina yasayan ku desthilat ji bo berjewendiyên hizbî û şexsî bi kar tîne ava bikin.”