13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

12 Baroyan ji bo çareseriya siyasî bang kirin

12 Baroyên li bakurê Kurdistanê der barê êrîşa li dijî başûr û rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyeke hevpar dan û banga çareseriya siyasî li hikûmetê kirin.

Li bakurê Kurdistanê 12 baroyan têkildarî êrîşa dewleta tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyanî, bi sernavê “Divê em di her şert û mercan de aştiyê biparêzin!” hat weşandin. Baroyan diyar kir ku di encama êrîşan de kuştî û birîndar çêbûne û heke ev operasyonên leşkerî bidomin, dê hejmara kuştî û birîndaran zêdetir bibin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku êrîş li dijî herêmên kurdan ên ji DAIŞ’ê hatin paqijkirin hatiye kirin û ev tişt hatin parvekirin: “Şer, pevçûn û tundî berevajî çareserkirina pirsgirêkan, rê li ber kûrkirina pirsgirêkan dikin. Pêdiviya me bi operasyonên leşkerî yên li dijî herêmên ku gelemperî kurd lê dijîn nîne, lê bi aştiyê heye. Divê Tirkiye têkiliyên xwe yên bi gelên cîranên xwe re ber çavan re derbas bike û ev yek pêwîstiyeke. Hemû kes, kom û gel xwedî mafê jiyaneke aştiyane ne. Bicihanîna vî mafî û parastina wê, berpirsyartiya dewletê ye. Weke baroyên ku navên wan li jêr hatine destnîşankirin; em bi berpirsiyartiya parastina aştiyê radibin û dixwazin ku operasyonên ku rê li ber pirsgirêkên nû vedikin bên bidawîkirin û bang li hikûmetê dikin ku li ber çareseriyên siyasî yên aştiyane bigere.”

Baroyên ku daxuyanî îmzekirin ev in: “Baroya Agiriyê, Baroya Êlihê, Baroya Çewligê, Baroya Dêrsimê, Baroya Amedê, Baroya Colemêrgê, Baroya Mêrdînê, Baroya Mûşê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê, Baroya Şirnexê û Baroya Wanê.”