Jinên Êzidî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) di salvegera 7’an a fermanê de panela bi sernavê “Ferman” li dar xist. Jinan di panêle de mijarên fermana 3’yê Tebaxê, peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera Bexda-Hewlêrê de, qirkirin, xweserî û xweparastin nîqaş kirin. Fermandar û şervanên YJŞ’ê jî di panelê de amadebûn û tevlî nîqaşan bûn. Jinên Êzîdî bi cilên xwe yên gelerî beşdarê panelêbûn. Jinan di panelê de pankart û posterên balê dikişîne ser fermanê li salonê daliqandin. Di panelê de Sebîhe Sebrî behsa rewşa jinên Şengalê beriya fermanê û pişî fermanê kir û balkişand ser asta rêxistinkirina jinên Şengalê û wiha got: “Di wê pergala ku hikûmeta Iraqê beriya fermanê ava kiribû, ne cihê Êzîdiyan hebû, ne jî rengê jinê hebû. Jin ne di rêveberiyan de, di malan de hatibûn hepskirin. Fermana ku hate serê Şengalê, xwe ji vê sîstemê xwedî kir. Roja ku ferman çêbû, 12 hezar pêşmergeyên PDK’ê û 7 hezar leşkerên Iraqê hebûn, lê hemû di roja fermanê de reviyan. Gelek ciwanên êzidî xwe avêtin ber pêşmergeyan ji bo çek bidin wan û alîkarî ji wan xwestin, lê nekirin.”
Sebrî li ser rola HPG’iyan jî rawestiya û wiha axivî: “Em li gel gerîlayan sekinîn û me li ber xwe da. PiştÎ demekê me bixwe hêza xwe ya parastinê ava kir û li dijî çeteyên DAIŞ’ê sekinînin Em êdî di wê hêzê de ne ku li hember her hêzek xwedî zêhniyeta DAIŞ’ê li berxwe bidin. Gerîlayên ku di fermanê de me himbêzkirin û parastin, fikrên azadiyê fêrî Êzîdiyan kirin.”
Hêj 1117 jin di destê DAIŞ’ê de ne
Di rûniştina duyemîn a panelê de jî mijarên qirkirin, xweserî û xweparastinê hatin gotûbêjkirin. Di beşa duyemîn de endama Weqfa Koma Piştgiryê ya Jinên Êzîdî Ferîde Sado axivî û wiha got: “Hîn jî 1117 jin di destê DAIŞ’ê de ne. Weke weqif me şahidiya rizgarkirina 1500 jinan kiriye. Jinên ku ji aliyê QSD’ê ve hatin azadkirin, bi rêya me gihandin Şengalê. Li aliyê din Hikûmeta Herêmê û Iraqê gelek jin derbasê ewropayê kirin. Dixwazin bi derbaskirina ewropayê re êdî jin şahidiyê nekin.”
Mijarên xweseriyê û girîngiya parastinê bi berfirehî dibin du sernavê cûda de ji aliyê endamên Rêveberiya Xweser û YJŞ’ê ve hatin pêşkêşkirin.
Di panelê de her panelîstek bi rapor û amarên xwe beşdarî bûn. Dayîk jî şahidiya xwe ya ji fermanê anîn ziman.