Li Amedê, danişîna doza ku bi angaşta “propagandaya rêxistinê” li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû vekirin, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Guven ji Girtîgeha Jinan a Xarpêtê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû û parastina xwe kir. Parêzerê Guven Serdar Çelebî jî li danişînê amade bû.
Piştî parastina Guven, heyeta dadgehê bi angaşta ku di 3 axaftinên xwe yên di navbera 2015 û 2019’an de “propaganadaya rêxistinê” kiriye 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li Guven birî.