Rêxistina DEM Partiyê têkildarî tayînkirina qeyûman daxuyanî da. Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî, Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik, Hevserokên DEM Partiyê yên Êlihê Songul Korkmaz û Mûstafa Mesût Tekîk, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Êlihê Resûl Çetîn û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rûken Zeryam Işik tev li daxuyaniyê bûn.
Hevşaredar Gulistan Sonuk bal kişand ser texrîbatên qeyûm û anî ziman ku zêdetirî 3 milyar TL deyn ji wan re hiştiye û got: “Gelek pirsgirêkên bajar hene û sedema vê jî qeyûm in. Dê li hemberî têkoşîn û berxwedana gel paşve gavê biavêjin û ji avahiya dagir kiriye derkeve.”
Mehmet Ruştî Tîryakî jî anî ziman ku bi ser tayînkirina qeyûm re 11 roj derbas bûne lê hêj jî biryara dûrxistina ji peywirê ya derheqê hevşaredaran de nehatiye teblîxkirin. Destûr nadin ku cîgirên hevşaredaran, midûr û endamên meclisê bikevin şaredariyê û tenê destûra leşker û polîsan tê dayin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz jî da zanîn ku dê di 17’ê mijdarê roja yekşemê saet di 13.00’ê de li Êlihê mitîngê li dar bixin û banga tevlibûnê li her kesî kir.