Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de ku li dijî komeleya jinan a bi navê Kaktus da destpêkirin 11 jin hatin binçavkirin. Dozgeriyê di çarçoveya lêpirsînê de biryara binçavkirina 21 jinan da. Di çarçoveya biryara binçavkirinê de polîsan bi ser 19 navnîşanan de girtin û 11 jin binçav kirin.
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, bi îdîaya ‘endametiya rêxistinê’ biryara binçavkirina 21 kesan hat dayin.
