24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji 56 kesayet û 26 saziyên ji bo Abdullah Ocalan name

Ji Îtalyayê 56 kesayet û 26 saziyan nameyek ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Xavier Bettel re şandin û bang lê kirin ku ji bo azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi berpirsyarî tevbigere.

Di 10ê cotmeha 2023yan de Pêngava ‘Ji Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ hat destpêkirin û li seranserê cîhanê her ku diçe mezin dibe.

Di vê çarçoveyê de 56 kesayetên Îtalî û 26 saziyan ku siyasetmedar, parlamenter, hunermend, nivîskar, hiqûqnas û aktîvîstên mafên mirovan jî di nav de ne, nameyek ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) Xavîer Bettel re şandin.

Di nameyê de şert û mercên îşkenceyê yên giran ên li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan tê ferzkirin û rola wî ya di çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd de hat bibîr xistin.

Di nameye de ji Komîteya Wezîran a Ewropayê hat xwestin ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi berpirsyarî rabe û wiha hat gotin: “Abdullah Ocalan 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda giran de tê girtin. Serdanên malbat û parêzerên wî ji ber polîtîkayên kêfî yên hikûmetên tirk hatin astengkirin.”

Di nameyê de biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya sala 2014an û biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de hatin bibîr xistin.

Herwiha di nameyê de bal hat kişandin ser hewlên navneteweyî yên ji bo azadiya Abdullah Ocalan û wiha anîn ziman: “Bi armanca pêkanîna azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan gelek torên navneteweyî hatin avakirin û ev hewl îro jî bi biryardarî didomin.”

Di dawiya nameyê de behsa hevdîtinên dawî yên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re jî hat kirin û gotin: “Rewşa heyî nîşan dide ku ev gotina Nelson Mandela çiqas rast e, Tenê mirovekî azad dikare mizakere bike. Divê Konseya Ewropayê êdî helwesteke çalak nîşan bide û ji bo azadiya Abdullah Ocalan gavên hiqûqî, dîplomatîk û siyasî biavêje. Abdullah Ocalan bi dehan caran aniye ziman ku tevî şert û mercên newekhev ew dilxwaz e ku çareseriyeke aştiyane peyda bike.”