Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî ku têkildarî êrîşên Dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek caran banga pêkanîna yekîtiyê neteweyî dike, li Hewlêrê bi aliyên kurd re hevdîtinek pêk anî.
Hate ragihandin ku Mazlûm Ebdî bi Serokê PDKê Mesûd Barzanî re hevdîtinek pêk aniye û di hevdîtinê de yekîtiya neteweyî ya gelê kurd hatiye gotûbêjkirin.