Hevdîtina Serokwekîlê Meclisê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder, Parlamenter Pervîn Buldan û siyasetmedar Ahmet Turk a bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re bi dawî bû. Hevdîtin, nêzî saetekê domiya.
Endamê şandeyê Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtinê daxuyaniyeke kin da. Onder, got ku wan di hevdîtinê de naveroka hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re û pêşniyarê Abdullah Ocalan ragihandine. Onder, wiha got: “Niha jî dê bi birêz Bahçelî re bidome. Bawerim em ê di roja duşemê de bi Partiya Gel a Komarê (CHP), AKP û partiyên din ên siyasî yên koma wan li Meclisê re hevdîtinê bikin. Piştî van hevdîtinan jî dê şandeya me daxuyaniyeke berfirehtir bide.”
Onder, anî ziman ku hevdîtina wan a bi Kurtulmuş re “baş” derbas bûye. Ji bo pirsa “Gelo hûn ê bi Serokkomar Erdogan re hevdîtinê bikin?” jî got: “Li ser tê axaftin.”