Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) di 27ê Mijdarê de li Heleb, Şehba û herêma derdorê wê dest bi êrîşan kirin. Piştî HTŞê dest bi êrîşan kir û ketin gundan, leşkerên arteşa Şamê jî xwe paşve kişandin. Li Herêma Şehba û Til Rifhatê jî hêzên Rûsya û Îranê xwe paşve kişandin û komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê dest bi êrîşan kirin. Heta 1ê Kanûnê HTŞê piraniya gund û taxên Helebê xistin destê xwe û serweriya xwe îlan kir. Piştî êrîşên li ser gund û taxan zêde bûn. Piraniya şêniyên taxên Helebê berê xwe dan taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ku piranî kurd lê dijîn.
HTŞê di 4 rojên ewil de gelek tax û gundên Helebê xistin kontrola xwe. Di 4 rojan de li Heleb û Idlibê 277 kes hatin kuştin. Li gorî daneyên SOHR’ê di şerê 4 rojên ewil de 159 çekdarên îsyankar, 135 endamên HTŞê, 24 leşkerên Artêşa Neteweyî, 100 endamên Hêza Rejîmê, 21 milisên Îranê û 24 welatî hatin kuştin.
Piştî Heleb ket destê HTŞê û hêzên Îran û Rûsyayê xwe ji Şehba û Til Rifatê vekişandin, komên çeteyên girêdayî Tirkiyeyê yên wekî El Ceşy El Vatanî êrîşên li ser koçberên Şehba û Til Rifatê zêde kirin.
Rêveberiya Xweser seferberî îlan kir
Piştî Heleb ket destê HTŞê û êrîşên li ser Şehbayê zêde bûn, Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da û ragihad ku li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûrî seferberiyê îlan dikin. Hevseroka Meclisê Evîn Swêd anî ziman ku armanca wê dagirkirina Sûriyeyê û bidestxistina sînorên Mîsaqi-Millî ye ku dewleta Tirk e û armanca van êrîşan ne tenê Heleb û Hema ye, tevahiya Sûriyeyê ye. Evîn Siwed xwest hemû gelên herêmê dest bidin hev û li dijî van êrîşan aşkere kir ku ew li tevahiya herêmê rewşa seferberiya giştî îlan dikin.
Endamê rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo jî anî ziman ku şênî ji ber êrîşan koçî taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiye dikin. Îbrahim Şêxo destnîşan kir ku Hêzên rejîmê xwe ji Helebê vedikşînin û li dijî HTŞê li ber xwe nadin û Helebê ji wan re dihêlin.
Bi zêdebûna êrîşan û metirsiya ku wekî Şengalê komkujî zêde bibe, Meclisa Rêveberiya Xweser a Şehbayê biryara koçkirina gelê Şehbayê da û zêdetirî sed hezar koçberên Şehbayê dîsa koç kirin û berê we dan Tebqa, Reqa û Kobanê. HTŞê di hefteyekî de piraniya Hemayê jî bi dest xist û êrîşên xwe berdewam dike.
Hevserokê PYDê Xerîb Hiso der barê geşedanên li Rojhilata Navîn, polîtîkayên Îran, Rûsya û Tirkiyeyê yên li ser komên çete, rewşa Heleb, Şehbayê û koçberan nirxandinên berfireh kirin.
Pêvajoyek nû dest pê kir
Xerîb Hiso anî ziman ku niha aloziya ku derketiye ne li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketiye û wiha axivî: “Alozî li Bakur û Rojavayê Sûriyeyê derketiye. Li vê herêmê pêvajoyek nû dest pê kir. Pêvajoyek neyînî ye. Piştî agirbesta di navbera Lubnan û Israîlê de rû da. Qaşo agirbestek îlan kirin. Lê her çiqas agirbestek hebe jî, ev agirbest demkî ye. Ne demdirêj e. Bi vê agirbestê xwestin rojevê biguherînin û rojevek nû çekin. Xwestin pêvajoyekê li Sûriyeyê pêş bixin. Xwestin li Sûriyeyê rojevekê ava bikin. Piştî vê agirbestê li Sûriyê Heyet Tehrîr El şam (El Nusra) ket nava tevgerê. Tevî ku xeta (qada) ku berê ji Heyet Tehrîr El Şam re hatibû diyar kirin, xeta kêmbûna agir û bikaranîna çekan hatibû diyarkirin. Armanc ew bû ku derbasî Rêya Heleb- Lazkiye, Heleb Şamê nebin. Rûsya û Tirkiye di 2016an de tifaqa ku derbasî wê rêyê nebe ava kiribûn. Lê piştî agirbesta di navbera Israîl û Lubnanê de pêk hat vê pêvajoê dest pê kir.”
Xerîb Hiso da zanîn ku bi vê agirbestê xwestin pîvanan aloz bikin û wiha axivî: “Xwestin bi van êrîşan rola Tirkiye, Rûsya û çeteyan a li Sûriyeyê biguherînin. Bi êrîşa HTŞê (El Nusra) xwestin çeteyan li dijî Rûsan û Îranê têxin pêşbirgê. Xwestin peymanê xera bikin. Heta ku şerê Israîl, Filistin û Lubnanê hebû, Rûsya û Îranê piştgirî dida şer. Lê dema şer sekinî, xwestin Rûsan derbasî şerê Rojhilata Navîn bikin. Bi van êrîşan re alozî zêdetir bû. Hikûmeta Şamê jî belav bû. Hem Rûsan xwe vekişand. Hem jî Îranê hebûna xwe vekişand. Piştî Rûsya û Îranê xwe paşve kişandin, êdî hêza artêşa Sûrî tenê têr nake. Artêşa Sûrî bi serê xwe nikare li dijî komekê jî li ber xwe bide. Artêşa Sûrî felç bû û darbeyek mezin xwar. Rûsya dikarîbû di aliyê ezmanî de balafir bikar bianîna. Her çend Rûsya balafirên xwe bikar anîn jî li pişt wan didan. Li pêş wan nedidan. Piştî HTŞ ketin Helebê û Heleb dagir kirin, ji xeynî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û yên din, Heleb tev had dagkirin. Li aliyê din çeteyên girêdayî Tirkiyeyê jî ji aliyê rojhilat ve êrîş kirin. Ji ber ku rejîm ji aliyê Şehbayê jî veşikiya û têk çû, vekişîna rejîmê û Rûsyayê rê li pêşiya komên çeteyan vekir.”
Xerîb Hiso, destnîşan kir ku di vê êrîşê de planek pir xeter derket pêş û wiha pêde çû: “Plana ewil ew bû ku desthilatiyê li ser Helebê pêş bixin. Yê zêde ev derxist pêş, dewleta tirk a dagirker bû. Beriya agirbest çêbibe, Tirkiye Rûsya û Îran di civina Astana de hatin cem hev. Vê cara dawî li hev nekirin. Ev hersê dewlet dema tên cem hev, mijara Sûriyeyê nanirxînin. Mijara Rêveberiya Xweser dinirxînin. Rewş û pêşketina Kurdan dinirxînin. Ji bo destkeftî û serkeftinên kurdan tune bikin planan çêdikin. Ji bo qirkirin û tinekirinê siyasetê pêş dixin. Her cara ku di Astana de kom dibûn li ser Kurdan êrîş pêş diketin. Êrîşî Şehba û Kobanê dikirin. Bi taybet êrîşî tevahiya Rojava dikirin. Lê di vê civîna dawî de xuya ye ku li hev nekirine. Xuya dike ku Tirkiye xwestiye serweriya xwe ya li ser Sûriyeyê pêş bixe, lê Rûsya û Îranê ev yek qebûl nekiriye. Ji ber vê yekê êrîş plan kiriye. Berê jî Tirkiye li ser Şehba û Helebê êrîş plan kiribû.”
Hevserokê PYDê Xerîb Hiso da zanîn ku Tirkiye, Qadar û hin dewletên din li pişt hev in û wiha got: “Le Tirkiye hin armancên wê hene. Yek, Tirkiye dixwaze axa Sûriyeyê parçe bike. Dudu, dixwaze li gorî xwe çareseriyê pêş bixe. Dixwaze li gorî xwe biryarên Neteweyên Yekbûyî bigherine. Di vir de înkarkirina vîna gelê kurd û înkakirina Rêveberiya Xweser heye. Ji ber vê yekê hemû civînên ku li Cenevreyê pêk hatin encam negirtin. Ji ber Tirkiye li dijî biryaran derket. Tirkiye di aliyê siyasî, aborî, leşkerî û hemû milan de dixwaze axa Sûriye dagir bike û serweriya xwe pêş bixe.
Aşkere Tirkiye piştgiriyê dide êrîşên li ser Helebê
Piştî van êrîşan alozî zêdetir bûye û çareserî bêtir xeter bûye. Vê rewşa heyî metirsiyek mezin xist nava hemû civakên Sûriyeyê. Bajarê Helebê bajarekî mozaik e. Hemû reng, bawerî û gel têde heye. Derket holê ku dewleta tirk şirîkê van êrîşan ne. Aşkere tê dîtin ku Tirkiye li pişt van êrîşan e. Ala Tirk li Helebê tê rakirin. Li deverên cuda te rakirin. Berpirsiyarên paye bilind diçin Keleha Helebê ziyaret dikin. Bi vê yekê peyama “Vaye min dest bi Mîsakî Mîllî kir. Li vir xeterî û alozî zêdetir dibe.”
Xerîb Hiso bal kişand ser rewşa Şehbayê û wiha axivî: “Gelê me yê Şehbayê hatin dorpêçkirin. 6 salin di şert û mercên herî giran de dijîn. Şertên zivistanê û havînê yên herî giran de man. Rê li ser wan hatin girtin. Li aliyekî Tirkiye û çeteyên xwe êrîş dikin, reşîma Şamê ambargo datanî ser Şengalê. Qebûl nedikir ku av û mazot derbasî Şehbayê bibe û gel pêdiviyên xwe temîn bike. Piştî dora Şehbayê hat pêçan, Revberiya Xweser biryar da ku gel ji Şehbayê derkevin. Îxtîmalek mezin heye ku ji aliyê Hemayê ve hejmarek mezin derkevin û bên aliyê Rêveberiya Xweser. Ji Helebê, Til Ereb û Tilhasê hatine. Ji gelê Şehbayê zêdetir gel ji aliyê Heleb, Hema û herêmên din hatine herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”
Şam ji diyaloga çeteyan re vekirî ye, lê ji ya Kurdan re girtî ye
Hevserokê PYDê Xerîb Hiso, anî ziman ku êrîşan û koçberiya gel bi xwe re xeteriyek pir mezin aniye û wiha berdewam kir: “Van çeteyan hem li Helebê û hem jî li Şehbayê dest bi dizî, talankirinê kirine. Dest bi binpêkirina mafê olên ne misilman kirine. Dest bi binpêkirina mafên kesên ne ereb kirine. Kesên ereb jî mafê wan tên binpêkirin lê ne wekî yên ne misilman. Van êrîşan alozî û xeterî mezintir kir. Van êrîşan hişt ku hikûmeta Şamê gavan paşve bavêje. Her ku hikûmeta Şamê gav paşve avêt, êrîş zêde bûn. Vê rewşê lawaziya hikûmeta Şamê jî nîşan da. 12 salin ji bo diyalog pêş bikeve gav têne avêtin. Ji bo diyaloga Sûrî- Sûrî pêş bikeve hewldan hebûn. Lê hikûmeta Şamê ev gav qebûl nekir. Çima ku kurd bûn diyalog qebûl nekir. Lê ji bo çeteyan re amade ye. Ji çareseriyê re ne amadeye ye. Siyasetek desthilatdar bû. Lê lawaz bû. Hikûmeta Şamê niha ketiye û lawaz e. Vê yekê lawaziya wan derket holê.”
Tirkiye aşkere destekê dide çeteyan
Hevserokê PYDê Xerîb Hiso bal kişand ser mayîna komên çeteyan ên li Heleb û Şehbayê û wiha got: “Eger ev çete li Helebê û Şehbayê bibînin dê xeterî û metirsî mezin tir bibe. Divê dagirkeriya Tirkiyeyê li Sûrî nemîne. Eger çareseriyek çêbibe jî divê vîna gelan hebe. Divê komên çeteyan ji vir bên derxistin. Li vir Tirkiye aşkere komên terorê destek dike. Tirkiye tawanbar e. Ereban jî û Neteweyên Yekbûyî jî gotin ev komên çeteyan teror in. Li vir Tirkiye dikeve nava aloziyek pir mezin û xeter. Îro bê serê cîranê te, dê sibê bê serê te. Dibêjin kî dirba hevalê xwe bikole piştre ew dikeve wê tirbê. Îro ev yek hatiye serê Tirkiyeyê jî. Tirkiye her tim kortan ji bo hevalê xwe dikole, lê niha ew dikeve vê korte. Îro ev çeteyên El Nusra û mîtînên tirkan di nav de hene, ji bo wan planen mezin hatine kirin. Ev geşedanên li Heleb û Şehbaye pêş dikevin siyasetek pir xeter e. Lîstokek pir xeter e. siyaseta qirkirinê ye. Armanca Tirkiyeyê li vir tunekirina vîna gel û baweriyên li herêmê ne. Ev alozî bandora xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Ku çete têkevein sînor Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dixe tere. Bi salan e di aliyê aborî de di dorpêçê de ye. Herêma me îro di bin ambargoya hêzên navdewletî di dijî. Ev li aliyekî niha jî çete dikevin sînor, ev xeteriyê mezintir dike. Divê diyalog çê bibe û alî li hev bikin. Nexwe tê talûke mezintir bibe. Destê me û deriyê me ji diyaloga Sûrî Sûrî û hemû diyalogan re vekirî ye. Em li çareseriyeke ku vîna siyasî û hiqûqî têde hebe digerin. Divê mafê siyasî û hiqûqî erê bike û mîsoger bike em dixwazin.”
Ji 2011an ve dewleta tirk li pişt çeteyan e
Hevserokê PYDê bal kişand ser komên çeteyan ên li Sûriyeyê û wiha lê zêde kir: “Ji 2011an heta niha hemû çeteyên ku çek rakirine, li pişt wan Tirkiyeyê heye. Artêşa Azad ku di 2011an pêş ket û di Derayê, Himsê û Helebê dest pê kir, dewleta Tirk xwe û mîta xwe yekser xist nava wan. Di 2012an de li Helebê ji tirkmenan Koma Sûltan Mûrad çêkir. Li Taxa Heyderiyê Kurd û Tirkmen lê dijiyan. Hinek ereb jî hebûn. Li wê taxê komek Tirkmen xwe bi rêxistin kirin û navê Arteşa Sûltan Murat li xwe kirin. Wê demê ez li Helebê bûm û têkiliyên me bi gelek komên Artêşa Azad re hebûn. Komên ku li Helebê hatin avakirin komên nas bûn. Me bi hevre dibistan dixwend. Em cîranê hev bûn. Em yên Efrînê bûn, ew yên Ezaz, Hiritanê bûn. Tirkmenên Helebê bûn. Vana komên Artêşa Azad çêkiribûn. Yê me jî YPG û YPJ hebû. Em jî meclisa bajêr bûn. Me bi komên Artêşa Azad re gelek hevdîtin çêkir. Lê Sultan Mûrat bi me re hevdîtin çênekir. Hemû komên li Helebê bi me re têkildar bûn. Lê Koma Sultan Murat nêzî me nedibû. Endamên Koma Azad digot ‘Ev çekên Docka tenê li cem koma Sultan Murat hene. Em ji cem wan tînin’ Digotin ‘Dema em êrîşî rejîmê dikin, em diçin van Dockayan bi dolaran ji Artêşa Sultan Mûrad kirê dikin. Em dipirsin, çima çekên giran ên wekî Docka yên hemû komên Artêşa Azad tune bûn, çima tenê yên Koma Sultan Murat hebûn? Me çend caran hişyar kirin ku dê Koma Sultan Murat wan ji rê derxin. Lê dawiya dawî ew ji rê derxistin. Îro jî El Nûsra, DAIŞ, Emşat, Hemşat û hemû çeteyên heyî tev çete û teror in. îro kesên li Tirkiyeyê siyaset kirine jî dibêjin alîkariya Tirkiyeyê bi hêza van çeteyan re heye. Îro jî ev alîkarî didome.”
Tirkiye DAIŞ, El Kaîde û El Nusra derbasî Sûrî kir. heta vê êrîşê dewleta Tirk aşkere li pişt van êrîşan û li pişt van çeteyan e. Li ser wan remz û belgeyên Tirkiyeyê hebûn. Hemû bi tirkî di axivin. Lê Tirkiye înkar dike. Tirkiye çima vê yekê înkar dike. Çima şerm dike. Bila ji civaka xwe û cîhanê vedişêre. Îro cîhan dizane ku Tirkiye û Qatar bi her awayî li pişt van çeteyan e. Dewleta tirk çek, cebilxane û hemû derfetan dide van çeteyan. Nêzî çêlikê osmaniyan nêzîk dibin. Naxwazin Kurd pêş bikevin. Îro em dibînin Idlib, Efrîn, Ezaz, Bab û Cerablûs di destê Tirkan de ye. Ev nîşaneya vê yekê ye. Gelek belke heye ku Tirkiye li pişt wan in. Lê çima înkar dikin. Tirkiye di vê pêvajoyê de ristek pir xerab lîst. Tirkiye bi rêya van çeteyan zerarek pir mezin da van çeteyan.
Her dewletek ji bo berjewendiyên xwe nêzî Sûrî bûn
Hevserokê PYDê Xerîb Hiso li ser rista welatên derve jî rawestiya û wiha pêde çû: “Rista welatên derve jî di zindîbûna van çeteyan de heye. Her dewlet ji bo berjewendiyên xwe van çeteyan bikar tîne. Rista Şamê jî heye. Şereki dikin. Lê bi destê kesên din û bi hovîtiyê şer dikin. Şamê baweriya xwe bi Îranê dianî. Îranê jî bi navê piştgiriyê gelek komên cûda anîn li Sûriyeyê bi cih kirin. Li vir perwerde kirin. Rûsya jî heman tişt kir. Li ser Îran û Sûriyeyê siyaset kir. Tirkiye jî li hemberî vê yekê piştgirî da DAIŞ, El Nusra û komên din. Tirkiye ji bo projeya xwe ya Mîsakî Mîli pir li ser van koman xebitî. Rejîma Sûrî wer bawer dikir ku dîsa vegere beriya 2011an. Lê Tirkiye dizane êdî nikare vegere berê. Li hemberî vê yekê jî projeya ku hebû Projeya Yekîtiya Gelan û Sûriyeya Demokratîk bû. Projeya Neteweya Demokratîk bandorek mezin li ser gel kir. Vê projeyê di nava gelan de yekrêziyek pir xurt ava kir. Di nava eşîr û olan de yekîtiyek çêkir. Ristek mezin da jinê. Dewletan li dijî vê projeye dest bi çetetiyan kirin. Îro alîkariya ku Tirkiye ji bo çeteyan dike, ji alikariya NATO ku ji Ukraynayê re dike pir pir zêdetir e. Tirkiye vê alîkarî û teknîka pêşketî ji ku tîne? Tirkiye hem di aliyê ezmanî û hem di aliyê bejayî de êrîş dike. Her wiha Tirkiye di nava hemû dewletan de jî heye. Di encamê de aliyek têk çû. Şam êdî rista xwe winda dike.
Çawa ku Hamas tasfiye kirin dikarin van komên çeteyan jî tasfiye bikin
Hevserokê PYDê Xerîb Hiso bal kişand ser îhtimala tasfiyekirina van komên çeteyan û berdewam kir: “Îhtimal heye ku rista çeteyan zêdetir bibe. Le liv û tevgeren pêş dikeve îhtîmal heye ku van çeteyan tasfiye bikin. Îhtimal heye ku ev çeteyên ku ji bo Tirkiyeyê ketine nava tevgerê bêne tasfiyekirin. Êrîşa li ser Helebê pêş ketiye êrîşa 7ê Cotmehê tîne bira mirov. Çawa ku Israîlê karîbû Hemas û Hîzbûllahê tasfiye bike, ihtimala tasfekirina van koman jî heye û yên piştgiriye didin van koman jî tasfiye bikin.”
Diziyê dikin û talan dikin
Hevserokê PYDê Xerîb Hiso, li ser rewşa Helebê jî rawestiya û ev agahî dan: “Piraniya Helebê ketiye destê çeteyên El Nusrayê. Li wir rewşek pir giran û xeter heye. Metirsiyek pir mezin heyel Li vî bajarî kurd dijîn. Kurdan li vî bajarî berxwedanek mezin dan û berdêlên giran dan. Yên li ber xwe dan û parastina Helebê kirin, gelên Şêxmeqsud û Eşrefiyê ye. Ev tax cihekî stratejîk e. Cihekî bilind e. Zemînê parastinê pir xurt e. Bandora xwe li ser tevahiya Helebê dike. Berxwedana ku li Şêxmeqsûdê pêş ket, tesir li ser tevahiya Helebê kir. Di 2013-14an parek Helebê ketibû destê Artêşa Azad. Lê bi îtîfaqek di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de, çete ji Helebê vekişandin. Ji sînorê Hemsê jî kişandin. Tirkiye piştgiri da Rûsya. Rejîm dîsa li taxên berê vegeriya. Li Heleb navenda Ermenan e. Hejmarek zêde ermen li vir hene. Li taxên Silêmaniyê, Mîdan û Siryana nû dijîn. Li van taxan xiristiyan, suryan û aşûrî jî hene. Lê hejmara Ermeniyan pir e. Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî Kurd hene. Piştî ku El Nusra ket Helebê mafên mirovan binpê dikin. Mafê jinan binpê dikin. Têkiliyên me bi gelê Helebê re pir in. Em dibînin ku xelkê wir pir tirsî ne. Ji ber alhaq bi êrîşkaran re tune. Êdî xiristiyan nikarin bi aramî biçin dêrên xwe. Nikarin îbadetê bikin. Rewşek pir awarte heye. Kes nikare azad bigere. Cîran nikare biçe cem cîran. Tirsek pir mezin li Helebê heye. Bi şev dikevin dikanên xiristiyan û ermeniyên Helebê. Diziyê dikin. Êvarî heye, sibê radibin tune ye. Mirovan ditirsînin. Li kolanan guleyan davêjin. Tirsê ava dikin. Metirsiyek pir mezin li Helebê heye.
Gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê taxên xwe diparêzin
Hevserokê PYDê Xerîb Hiso, bal kişand ser berxwedana gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û wiha dirêj kir: “Gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di parastinê dene. Di aliye parastinê de xwedî ristek mezin in. Bi berxwedana xwe tên nasîn. Bedelên giran dane. Heta niha bi berxwedanek pir mezin tax parastine. Berdana van taxan bi hêsanî nabe. Gelê wir xwedî bawerî û vînek azad e. Rihê gelê şoreşger li ser vê axê pêk tînin. Her kes ketiye nava rêxistinê. Ketine nava parastinê. Xwe bi hêza xwe ya cewherî re kirine yek. Li gel derfetên lawaz jî gelê Helebê berê xwe didin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Heta derfetên wan hebe dê xwe biparêzin. Lê kerebe tune. Av lawaz e. Şebekeyên telefonan tune. Dixwazin şîrketên tirkan ên înternet û telefonê ava bikin. Di aliyê têkiliyan de em zahmetiyan dijîn. Bi zanebûn têkiliyan qut dikin. Dixwazin gelê Helebê ji derve qut bikin û têkiliyên derve jî li ser Helebê qut bikin. Bi vê yekê dixwazin kiryarên xwe pêş bixin. Ji ber vê yekê zahmetiyên mezin li Helebê heye.”
Piştî rejîmê û Rûsya xwe veşikand çeteyan Şehba dorpêç kir
Hevserokê PYDê Xerîb Hiso, bal kişand ser rewşa Şehbaye jî û wiha axivî: “Piştî êrîş li ser Şehbayê pêk hat, me zanebû ku rewşa gelê Şehbayê bêtir ket zorê. Berê du alî bû. Li milekî çeteyên dewleta Tirk bû. Li milê din jî rejîm bû. Her du aliyan jî êrîşi me dikirin. Lê êrîşî hev jî dikirin. Dema dijminê dijminê te têk çû de te jî bi xwe re lawaz bike. Lê dema dijminê dijminê te bi ser ket, wê te ji tune bike. Ev tişt li rewşa Şehbayê derket holê. Dema hêza Şamê û Rusyayê xwe ji Şehbayê vekişand, gelê me, ket xeteriyek pir mezin. Çeteyan dora Şehbayê dorpêç kirin û ji her alî de êrîş kirin. Ji ber vê yekê Meclisa Şehbayê bang kir û xwest em ciheki ji wan re bibînin ku ji Şehbayê derkevin. Me jî banga Şehbayê yekser erê kir û dest bi avakirina krîzê kir. Li ser vêxebat hatin kirin. Li şehbaye ew qaz zarok, kal, pîr û yên bedelên giran dane hene. Yên têkoşînek mezin dane û nirxekî mezin ava kirine hene. Koçber bûne. Li pêş çavê cîhanê vê êşê dijîn. Lê tu kesî dengê xwe nekir. Gelê Şehbayê 6-7 salan bi derfetên xwe li wir li ber xwe dan. Rewşa Şehbaye wekî giravek biçûk di nava behrek qirêj de bimîne bû. Ji ber vê yekê jiyana li wir zahmet bû. Ketibu dorpêça çeteyan. Çete tev hov in û bê rahm in. Dê wekî Şengal û Kobanê kiribûna. Dê wekî DAIŞê kiribûna. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser ket nava hewldanan. Serî li Koalîsyona Navdewleti da. Zêdetirî sed hezar mirov li wir dijîyan. Ev mirov têketina destê çeteyan dê serê wan jêkiribûna. Ji ber ku dewleta Tirk vê yekê dixwaze. Tirk belav xwe ji kurdan venake. Dixwaze bi destê van çeteyan li ser Kurdan komkujîyê pêk bîne. Em çend roj in em hewl didin wan bigînin herêmên ewle u bi cih bikin. Niha koç kirine jî dîsa çete erîşî wan dikin. Çete sûçê şer dikin. Yên piştgiriyê dikin sûcê şer dikin. Dewleta tirk piştgiriyê didin vê yekê û divê hesab ji Dewleta Tirk bê xwestin. Van çeteyan serê mirovan jê kirine. malên wan talan û wêran kirine. dibêjin ‘Emê we kurdan tevan tune bikin.’ Vê hêzê ji ku digire. Ev siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk e. Ji ber vê yekê baş bû milet ji wir derket. Ev xelk 2-3 car in ji cih u warên xwe tên koçkirin. Ev dîmenek pir zor û zahmet e. Karwanên ku diçin xelkê wir bînin rastî astengî û gefan tên.
Li vir civaka navdewletî û hêzên navdewleti jî durutiyê dikin. Çavên xwe ji Tirkiyê û çeteyan dikin. Dewletê Koalîsyon û DYA dikare derî vekiriya. Dikarîbû rê li peş çeteyan bigirtana. Rewşek pir bi êş heye. Ew qas zarok, jin, nexweş hene. Dîsa ji cih û warên xwe koç dibin. Erebeyên ku bi hawara wan çûn jî erebeyên kev in. Gelek maşine tekerên wan tune. Me xwest bi kamyon, traktor û erebeyan gelê xwe ji destê çeteyan derxin û bînin axa ewle.
Xelkê ku dixwazin vegerin gundê xwe û malên xwe wan jî rasti astengiya çeteyan tên Di vê sir û sermayê de gel rastî zor û zahmetiyek mezin tên. Yên hatin vir ji aliyê gelê Hesekê, Reqa Tebqa û herêmê bi germahî hatin pêşwazikirin. Niha li Tebqa, Reqa û kobanê bi cih dibin. Niha li dibistanan tên bi cih kirin. Yên ku dixwazin jî dikarin biçin herema Cizir û Hesekê jî. Gelê me yên Rojava ên çûne ewropa jî piştgiriyekê didin. Xwedîderketin mezin heye.
Penaberên hatine aliye me bi ruheki berxwedanê hatine. Bi ruhê ku li Şehba û Efrîne bi ser ketine hatine. Hîn bi hesreta vegera Efrînê ne. Bi heviya rizgarkirina Efrînê de dijîn. Moralên wan bilind in. Her çiqas penaber bin jî moral in. Penaberî bi êş e. Lê bi moral in. Gelek komite hatin avakirn. Komîteyên parastin, komîteyên lojîstîk, tenduristiyê, komîteyên pêşwazîkirin û rêwistinê hatin avakirin. Hemû bi hevre dibin alîkar.
Hema bikeve dê Şam jî bikeve
Hevserokê PYDê anî ziman ku rewş wisa biçe dê hikûmeta Şamê têkeve xeterê. Hikûmet dema herî zor derbas dike. Hikûmet dê li rojên borî poşman bibe. Çima banga gelê xwe û Rêveberiya Xweser qebul nekir, pêkan e li ser vê yekê poşman bûye. Eger Hema bikeve dê Şam jî bikeve. Di rojen dawi de piştgiriya dewletên Ereban a ji bo Şamê zêde dibe. Ev ji Tirkiye ditirsine. Eger Şam bikeve, dê Tirkiye projeya xwe ya Mîsakî Mîllî pek bîne. Eger dewletên ereb piştgiriyê bidin Şamê û çeteyan têk bibe, vê carê dê hemû projeyên Tirkiyeye têk biçin. Di demên dawî de Esat heyetek şandibû Antalyayê. Lê li wir çi hat axaftin nediyar e. Eger çete neyên derxistin, dê şer mezin bibe û Sûriye, Iraq û Îranê tevî têxe xeterê.
Çareserî bi destê Tirkiye nabe
Hevserokê PYDê Xerîb Hiso herî dawî ani ziman ku di encamê de eger çareserî li gorî Biryara Neteweyên Yekbûyî pek be, ew jî dixwazi mafê her kesî û vîna her kesî hebe û got: Em peşeroja Sûriyeyeke demokratik dixwazin. Lê eger çareserî di destê Tirkan de be, dê çareseriyê bi xwe re nîne û aloziyê xûrtir bike.”